Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


14 mijar û 17 peyam
kek - tirşik
kek
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. xwarinekê şêrîn/şêranî ye. xala herî giring di çêkirina wê de mîkser e; mîksera we hebe hûn bi xwezayî dibin hoste. jbk heke kek baş bê lihevxistin dibe qudret. her wiha divê hema carekê be jî arvan ji bêjingê bê amadekirin. di serî de 3 hêk û qedehek şekir li hev xin, heta ku rengê wê bibe sipî û kef lê bigire - qedera 5 dq. û piştre nîv qedehekê donê ron û qedehekê şîr tevlî bikin û li hev bixin -qasî du dq. û arvanê bêjandî, qarbonat û vanîlyayê tevlî bikin û bb-baş li hev xin -hema sê çar dq. û xercê xwe birijînin nav qaliba nivîşkkirî. û têxin firna ku ji berê bi 160 pileyî hatiye germkirin. sî dq-yên pêşîn devê firnê venekin. piştî vê mewdeyê cihê qalibê bilivînin. û bîst dq-yên din bidin pêjandin. û derxin. heta sar nebe, dest bi kekê nedin. jbk heke bi germî bixwazin ji qalibê derxin, wê kek perçe perçe bibe. piştî sar bibe, temsîyekê fireh bidin devê qalibê û biqûlpînin. du sê car bi nermî bitepînin/lê din. wê kek bi xweşî û hêsanî ji qaliba xwe derkeve. afîyet be.

ps. peyva kek ne wek tirkî lê mîna peyva keko tê bilêvkirin li ba me.*



16.08.2022 22:52 | biruya hayao miyazaki

2. berê li diyarbekirê şêraniyekê hevîrî ya bi navê kehkî çêdikirin, tê de gûz, darçîn, hêjîrê hişk û mewij hebû. nizam eleqeya navên kehkî û kek bi hev heye an na.



27.08.2023 22:32 | tizbîkêş

3. (bnr: kêk)



27.08.2023 23:12 | mirovekirind

dengdanên dawîn (yên din..)
rojnameyên ku tirşikvan dixwînin [1]
rojnameyan zêde nakirim lê bo tirkî Oksîjen û carinan birgun dikirim. ...
komîsyona edebîyata kurdî a zanîngeha boğaziçiyê [2]
ev komeleya ji alîyê xwendekarên zanîngeha boğaziçiyê hatîye dameziran...
brusk99 [2]
qenaleke youtubeêye ku têra xwe serkeftî û pêkenokî ye. ji axafrina w...
hêklo meklo [1]
Li cem me jî wiha tê gotin; (stur: Hêklo mêklo, çavî çiklo, hilîne ye...
payîzava [2]
Di aliyê rûberê de mezintirîn navçeya Wanê ye, lê gelheya wê zêde nîn ...
belki ev jî bala te bikişînin
» kekê îsa

Kategoriyên mijarê:: xwarinvexwarin xwarinvexwarin xwarinvexwarin
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî