Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 11 peyam
mirîşka sorkirî - tirşik
mirîşka sorkirî
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. hêt, bask, sîng an jî her çi be. mirîşk bi rastî efsaneyek e.* di van rojan de ji xwe re xwarinan çê dikim. xwarina ku min piştî pîzayê çêkir, mirîşka sorkirî bû. erê kfcya malxerab êdî li ser debara min e. min du sal berê gotiye satila wê mirov têr dike. xwezî min binivîsanda ka çi tê de hebûn, jbk îro di satila wan de tu tişt tune ye û 150 kaxid filan digire. tifî.

her wiha. ne wek a kfc lê min terîfekê ceriband ku pir kêfa min ji encamê hat.

4-5 dendik sîr bieciqînin û bi nivişkê sor bikin. 5 kevçiyên şorbeyê dims, dîsa kevçîkeka şorbeyê sîrke, kevçîkek a şekirê şekir* û kevçîkek û nîv a şekirê xwê tevlî hev kin û bikelînin. heke rengê wê biqûlpe, vemirînin û perçeyên mirîşka xwe tevlî bikin û bi destan hêdî hêdî bi wê sosê bişon. mirîşka xwe tê de qasî nîv saetek bihêlin bo bila xweî marîne bibe. piştre donê ron têxin taweyekê fireh û sor bikin û mirîşkên xwe yek bi yek dînin ser. wê binê perçeyan wê reş bibe. netirsin, naşewite. ev reşî ji dimsê tê û bi rastî xuyangekê efsane dide xwarinê. çawa sor bû perçeyên xwe yek bi yek biqûlpînin û bihêlin ew hêl jî rengên xwe bigirin. kengî ew bû, sosa mayî birijîn ser wan û devê wê bigirin. heke ji sosa we pir tişt nemabe, hûn dikarin qedera qedehekê ava kelandî jî tevlî bikin. her wiha wê bi xweşî bikele. piştî 30-40 dqyan vemirînin û dînin ber birinca xwe û bikişinê ser.*

xwişk û birayên min pir ji tehma xwarina min hez kir û fêm nekirin min dims tevlî kiriye.* her du jî digot tê bêjî şêraniyek heye lê nikarim derxim ev çi tehmekê xweş e. netirsin, sîrke tehma dimsê ber bi notrê ve qels dike û her wiha sîr û xwê jî di sehneyê de cihên xwe digirin.



16.08.2022 23:47 ~23:53 | biruya hayao miyazaki

dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» mirîşka sorkirî

Kategoriyên mijarê:: xwarinvexwarin xwarinvexwarin xwarinvexwarin
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî