Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 10 peyam
di adaptasyonên berhemên kevnar de bikaranîna lîstikvanên reşik - tirşik
di adaptasyonên berhemên kevnar de bikaranîna lîstikvanên reşik
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. trendek e. herwiha jê re dibêjin blackwashing.

êdî şîrketên mezin dixwazin di nav projeyên xwe de reşikan zêdetir cîh bigre. haya min zêde bi sedeman nîn e lê qasî ez dizanim sedemê sereke trenda piştgirîya reşikan e. û bi tenê lîstikvanên reşik tev projeyan nakin, hin lehengên heyî jî dikin reşik. reşikkirina lehengên ku bi alî mirovan wekê spî dihate dîtin, helbet bû hin niqaşên mezin.

hinî mirova dibêjin ku ew pirsgirêk nîn e. û dijberên wan jî dibêjin ku ew kar nehewce û biqisur e.

hin lehengên ku kirine reşik:
-corlys velaryon û malbata wî (house of the dragon)
-marry jane watson (spider-man)
-achilles (troy: fall of a city)
-light yagami (death note)
-ariel (little mermarid)
-arondir (lotr: rings of the power)



15.09.2022 00:32 | ciwanzêr

2. (bnr: tespîtên balkêş)



15.09.2022 16:06 | cinorek

3. berevajiya whitewashing

racebending jî jê re tê gotin. yek ji encamên serdema postmodernîzmê ye.

piştî gelek protestoyan a bo fîlmên main stream (çi fantastîk çi dîrokî çi nûjen) ên ku gelemperiya leheng û listikvanên wan spî ne, ev tişt bi aliyê şêrketên mezin ve wek stratejiya bazarî û rêveberî hatiye pejirandin. yanî mirovên reşik û rojhilatî (asyayî, ereb, farisî) di fîlman de cih girtine êdî. bi hewldanên netflixê re, mirovên lgbti+ jî êdî di fîlm û rêzefîlman de dixuyên.

bo min tişteke baş e. bi bandora çandî û şarezayiya ewropî û amerîkî, spîbûna dinyayê ya çanda popûler nahêle rengên cuda bên xuyan. dema temaşe fîlmên beriya salên 90î dikî, meriv dibê qey ji xeynî por zer û çavşînan mirov li cîhanê tune ne.



17.09.2022 11:05 | xelîl

dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» berhemên shakespeare û qurana kerîm
» bikaranîna kî û kê
» lîstikvanên kurd
» reşik eyşo

Kategoriyên mijarê:: cand cand cand
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî