Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 11 peyam
xêzeroman - tirşik
xêzeroman
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. hunera nehem. dergûşa çîrok û wêneyê ye. heta niha min wekî zrîngê ji comicsê re wiha gotiye. ji ber ku li navê xêzefîlmê jî tê ku têkildarî hev in. (erê bêhna tirkî jê difure) lê kovara gogê jê re gotiye wêneroman. êdî hema bila yek be, ferq nake.
di biçûkaniya min de min birêkûpêk kovara miçoyê dikirî ku roja weşana wê înî bû û her şeva îniyê ez diketim qirika bavê xwe bo pereyê bide min û ez jî karibim piştî dibistanê herim bayiya rojnameyan. rûpelên cedric, l'Élève ducobu* û garfield her tim bijareyên min bûn. baş nayê bîra min lê belkî min popeye*, şînok û yakari jî bi saya wê nas kiribû, belkî jî riya pirtûkin din.
ji xêncî miçoyê min tenê piraniya rêzepirtûkên lucky lukeî kirîbûn ku wê demê diçûm zanîngehê, belkî sala pêşî. lê hemû gava barkirina mal windabûbûn.:( heya niha jî dilê min bi tintinê xweş dibe, lê qismet nebû rabim bikirim. (mixabin di vê krîza tirkî de nikarim bikirim jî). niha rêzepirtûkên heartstopper dişopînim ku ev wekî graphic novel jî tê nasîn. lê di bingeha xwe de webcomic yanî xêzeromana tevnê ye. li tirkî ji ber sansurê berga çarem nehate wergerandin loma min ew berg ji britanyayê peyde kir. niha ya pêncem di rê de ye û bawer im wê piştî weşandina sezona duyem a rêzefîlma netflixê were belavkirin.:/
piştî salan dikarim bi xweşî bibêjim ku kêfa min pirtir ji cureya graphic novelê tê lê heke bikeve destê min/derfet bibînim dikarim tehm ji xêzeromanên klasîk jî bistînim.
erê min qala xêzeromanên lehengên sermirov nekir. whatchman e di nav hemûyan de ya herî jê hez dikim. lê spiderman jî bala min dikişîne. çîrokên mutantan jî... lê divê mikur bêm, hemû lehengên marvel û dc comics bi riya fîlmên sînemayê ketine jiyana min ne bi pirtûkan ji xêncî whatchmanî.

(bnr: karîkatur)
(bnr: romanên wênedar)



21.09.2022 20:49 ~20:54 | biruya hayao miyazaki

Hemûyan Bixwîne

dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» xêzeroman

Kategoriyên mijarê:: huner weje huner weje huner weje
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî