Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


15 mijar û 22 peyam
dengbêjiya serhedê - tirşik
dengbêjiya serhedê
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Min di kovarekî da di binê sernivîsa "dengbêjiya serhedê" da nivîseke nivîskar tekîn çîfçî ye wiha xwend:

"Di warê dengbêjiyê de herêma Serhedê wekî kana zêrîn e. Li gorî herêmên din ên Kurdistanê dengbêjî gelekî li pêş e. Bi taybetî, di navbera serê sedsala 18'an heta çarîka dawî ya sedsala 20'an bûye cih û warê bi sedan dengbêjî. Wekî, Şêx Silê, Gula File, Evdalê Zeynikê (1803-1913), Resoyê Gopala (1902-1983), Karapetê Xaço (1902-2005), Şakiro (1936-1996), Huseyno (1936-2001) û hwd. Helbet gelek sedemên vê yekê hene.
Li gorî me sedema yekemîn bandora rêvebiriyên herêmî ye. Rêvebirên wekî Kor Huseyîn Paşa, Surmelî Memed Paşa û hwd. her gav di civatên xwe de cihekî hêja dane dengbêjan. Li wan xwedî derketine. Bi dengbêjî û dengxweşiya wan serbilind bûne. Sedema duyemîn jî erdnîgarî ye. Lewra herêma Serhedê, ku ji bakûrê Sêrtê dest pê dike û herêma Bedlîs, Mûş, Bîngol, Wan, Agirî, Qers û Erziromê dide li ber xwe û heta sînorê Îranê diçe, sar e.
Xwediyê zivistanên dirêj e û derfetên çandiniyê gelekî kêm in. Piraniya gel bi sewalvaniyê debara xwe dike. Ew yek jî dihêle ku dem û derfetên şevbihêrkên dirêj ên payîz û zivistanê pêş bikevin. Dema ku em tunebûna teknolojiyê û derfetên çûyîn û hatinê jî bidin ber çavan dê rewş baştir were fêmkirin. Di rewşeke wiha de çîrokbêjî û dengbêjî dibe yekane derfeta şahî û bextewariya gel. Lêkolîner Ahmed Aras, pêşketina dengbêjiya Serhedê bi du sedemên sereke ve girêdide: Welatê jêr (Diyarbekir, Mêrdîn û Riha û hwd.) nêzîkî sînorên Ereban in. Ji ber vê yekê jî di çand û hunerê de di bin bandora Ereban de mane, lê Serhed ne wisa ye. Ya duduyan, welatê jêr pergala rêvebiriya feodalîteyê pir hişk bûye û bandora romê zêdetir bûye, lê li Serhedê rêvebirên wê demê bêtir Kurdewarî jiyane û nirx û rûmeta hêja dane dengbêjiyê û dengbêjan (Aras, 2010: 36-39).

Îro, bi taybetî di nav Kurdên Kurmancîaxêf de dengbêjê herî navdar ku tê zanîn Evdalê Zeynikê ye. Li gorî lêkolînên Ahmed Aras, Evdal di sala 1803'an de li gundê Cemalvêrdî yê Eyntabê (Dûtax) hatiye dinyayê. Navê bavê wî Mistefa, navê diya wî jî Zeynê ye. Evdal hîn di temenê xwe yê pîçûk de çûye civat û şevbihêrkên gund û li dengbêj û çîrokbêjan guhdarî kiriye lê heta sîh saliya temenê xwe bi xwe kilam nesitraye (Aras, 2013: 25-26). Piştî ku nav û dengê wî belav bûye, Surmelî Memed Paşa gazî wî kiriye. Bi dengbêja Surmelî Memed Paşa, Gulê ya File re ketiye lecê. Zora wê biriye. Piştî vê lecê bûye dengbêjê Surmelî Memed Paşa.
Piştî ku Surmelî Memed Paşa di şerê Qozanê de (1865-1866) de bi pêvedana marekî dimire, Evdal jî vedigere gundê xwe û êdî dengbêjiya kesî nake; nakeve bin baskê ti axa û began.
Di sala 1913'an de li gundê Qanciya, ku gundekî Navçeya Qereyaziyê ya Erziromê ye, dimire. Wî li wir vedişêrin (Yaş, 2015: 23). Em ji lêkolînên Ahmed Aras jî fêm dikin ku beriya Evdalê Zeynikê jî li herêma Serhedê çanda dengbêjiyê bi nav û deng e.
Dengbêjî wisa bi bandor e ku gelek kesên ku ji nijadên din in lê di nav Kurdan de dijîn jî dengbêjî kirine û bi Kurdî
strane. Wekî Gula File, Ferzê, Karapetê Xaço (1902-2005), Aram Xaçatoryan (1903-1978), Komîtas Vartapet (1869-1935), Hovannes Badalyan (1924-2001) û Aramê Melikyan (Tîgran) (1934-2009 (Oremar, 2015: 44).
Di derbarê Gula File de agahiyên zêde di dest me de nîn in. Bes em dizanin ku beriya Evdalê Zeynikê wê dengbêjiya Surmelî Memed Paşa kiriye û ew û Evdal ketine lecê. Kilamên şeran di nav çanda dengbêjiyê de cihekî taybet digrin. Wisa girîng e ku di nav dengbêjan de hostatiya dengbêjan di gotina van kilaman de diyar dibe. Baweriyeke wisa heye.
Di nav Kurdan de, di warê sitrandina kilamên şeran de, hosteyê herî mezin yê sedsala bîstan, Karapetê Xaço (1902-2005) tê hesibandin.
Xaço, kilamên şerên nav eşîrên Kurdan bi hostatî hûnandiye.
Mirov dikare bibêje ku Xaço, bi vî rengî ji dîroka Kurdan ya nenivîsandî re daneyên girîng hiştiye (Çifçi, 2015:2)."



03.10.2022 10:03 ~10:17 | cezmîkurd

dengdanên dawîn (yên din..)
îy yo hee [1]
Strana binavûdeng a koma the cranberries e. zarok bûm. Jin...
fuckîro rebeno [1]
ez jî nizanim çi ye. min tirşikê dixwend .hema ji nişka ve hat min wek...
nexweşiya mirovê vî wextî [2]
Pirsgirêkek din: her kes di bubble-ê xwe de dijî. Tenê mijarên hilbija...
helbestên ku tirşikvanan nivîsandine [1]
Xwîna-Pak Ji te re dibêjim, Tu yî tu! Erê hem jî gelek baş dizanim...
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1]
Raffî Mardoyan - fatima salih axa

...
belki ev jî bala te bikişînin
» dengbêjiya nûjen

Kategoriyên mijarê:: muzik muzik muzik kurdukurdi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî