Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 11 peyam
zewaca evîndarî û ya mentiqî - tirşik
zewaca evîndarî û ya mentiqî
(2) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. ankêtek e.

li heval û hogirên xwe, li nas û kûsên xwe dinêrim û dikarim bi dilrehetî bibêjim ku bextewarî di zewaca mentiqî de ye.

pêşniyaz bo kesên ji hezkiriyên xwe veqetiyane/140675



19.10.2022 21:18 ~21:24 | biruya hayao miyazaki

2. bi min zewaca evîndarî û bi mantiqî bi hev re.

yanî him hez bikî him jî şêweya jiyanê, fikr û nêrîn, asta perwerdehiyê û tiştên din jî wekhev an jî nêzikê hev be.

têkileke antîke ye. *



19.10.2022 21:27 | xelîl

3. Axlebe ji bo pera tê çêkirin.



20.10.2022 02:23 | adarroni

4. Ma evîn û mantiq dijberî hev in, Çima divê em yek ji wan hilbijêrin?



20.10.2022 04:34 | cinorek

5. Mirov her bi çi awayî daweta xwe bikin jî dawî dibe heman tişt ango zewaca bi mentiq, evîn heta astekê ye piştî demekê vedimire ya ku mayî mantiq e. Ji ber vê yekê jî divê mirov di pêşîyê de anegorê hinek tiştan hevsera/ê xwe hilbijêre bawer bikin ev hilbijartin dê tevahîya jiyana wî/ê kesî/ê de alîkariyek mezin lê bike. Ev tiştên hilbijartinê jî divê malbat, statûya sosyal, statûya aboriyê û hwd. be. Tenê ji bo delalî an jî qeşengiyê zewac nabe. Yanî nabêjim tenê mirov ji bo delalî û qeşengiyê evîndarê hev dibin lê divê ji bo tiştên wisa evîndar bibin ku ew tişt tevahiya jiyana wî/ê kesî/ê de hebe. Sipas.



21.10.2022 00:49 | bayê xerbî

6. Evîndarî tiştekî ne bê dawî ye.ji ber wê yekê zevaca bi mantiq çêtir e.
Sal bi sal evîndari dimire, şîna evîndarî yê poşmantî çî digre.
Zavaca ya baş riza dê û bav e.
Riza dê û bav tinne be, ew zevac tu çarê nagihîjê aştiyê û rûmetî yê.



22.10.2022 16:37 ~16:42 | dilreş

7. Zewaceke bêyî dilketin ango evînî bi min wek savarekî rijî tê û tişteke dûrî aqil... Berî her tiştê divê mirov bi minêkarî û evînî dil bikeve hev, pê re guh bide tiştên din. An na ew zewac hew lihevkirinek e û ne ji dil e.



22.10.2022 23:30 | xeyda

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» zewaca dînî
» evîndarî

Kategoriyên mijarê:: jiyan jiyan jiyan
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî