Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


34 mijar û 51 peyam
nivîskarên tirşikê çima nanivîsin an jî li ku ne? - tirşik
nivîskarên tirşikê çima nanivîsin an jî li ku ne?
(17) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Min li çend nivîskarên tirşikê nêrî hinek ji sala 2014'ê, hinek ji sala 2016'ê heta niha neketine tirşikê û kêm kes li ser mijaran dinivîsin û di wê demê de min stiranên tijî hest guhdar dikir, bi rastî wekî ku li taxek biyanî malên kevin û kavil bûyî bibînim û jiyanên li wir hatibin jîyîn bên bîra min bû ev rewş.:ddd Welhasil ev nivîskar li ku ne? Çima nanivîs in? ¿Kesek li ser vê xwedî agahî ye? ¿Yanî çend kes bi awayekî çalak tirşikê bikar tînin? Min wê rojê li amaran nêrî derdora hezarekî nivîskar hene.¿lê çima ev qas kêm çalakî hene?



31.10.2022 01:58 ~02:02 | bayê xerbî

2. Bawer im zehfan şîfreya xwe jibîr kiriye;)



31.10.2022 19:08 ~19:09 | cezmîkurd

3. Piştî çend salan min şîfreyek ceriband û hesabê min vebû.
Gelek nivîskarên kevn bi keşmekeşa dinyayê xwe j'bîr kirin. Normal e ku tirşikê jî j'bîr bikin. Ev çend salin ez neketime hesabê xwe. lê tabi ez tirşikê û hesabên tirşikê yên medyaya civaki dişopînim.
di pandemiyê de gelek tirşıkvan çalak bûn. Wextê me zehf bû. Me têra xwe tirşikvanî dikir. Hingî me dest bi (bnr: fîlmên wergerandî) kir û di whatsappê de komeke "filmen bi kurdi" vekir. Dora 50 filmên hêja hatin wergerîn. Hê jî ew koma me heye lê çalak nîne.
Lê mixabin piştî pandemiyê tirşikvan vegeriyan karên xwe. j'xeynî çendekan.
Bi xêra wan tirşikvanan û tirşikvanên nû beroşa tirşikê hê jî tê kelandin.



01.11.2022 19:06 ~19:05 | gumgumok

4. Naxwazim bêjim teşqela jiyanê ye ji ber ku u par jî karê min zaf bû lê min dîsa wextê xwe ji bo tirşika delal vediqetand lê ev çend meh tehmeke ji tiştekî nakim. Heta naxwazim ên mala xwe bigerim du şitexalîyan bikim.
Axir ê, hevalno tirşikvanno gava dilê mero ji dinyayê sar dibî kezeba mero nayê ber çavê mero îcar tirşik li ku dimîne ka bêjin.



02.11.2022 21:08 ~21:11 | pîroz

5. a ku ez jî pir meraq dikim e.
me xwe berda geremola jiyanê, me tirşik ji bîr kir.
min gava din titrşikê vekir lê nêrî û min dît ku herî dawî beriya 2 salan hatime li vir û têketinê kirime.
beê carinan dihatim û min peyaman dixwend lê zû de ye min vê jî nedikir. ,

heqqet me çima dev ji van deran berda ?



03.11.2022 00:18 | brusk56

6. pirsek e.

ji ber ku li tirşikê sirkulasyona niviskaran pirr kêm e an jî tune ye, navberdan û devjêberdanên tirşikvanên kevin zêde berbiçav dibe. halê dinyayê ye, kes nikare heta hetayê xwe bi tirşikê an jî bi tiştekî din ve girê bide. lewma divê bi çûna nivîsakarekî du nivîskarên nû yên jêhatî û aktîf bên tirşikê. bi vê yekê çûna tirşikvanên kevin nabe pirsgirêk.

belku em dikarin dîsa bo tirşikê kampanyaya danasinê li dar bixin û ciwanên kurd ên li twitter û instagramê bikişinîn tirşikê.



07.11.2022 00:14 | xelîl

7. çûyîn - hatin = 0

Bi rastî ez jî jiber kar û bar nikarim zêde li tirşikê de tevbigerim. Lê car caran dimêzînim ka kî mêr û kî sax e. Car caran jî xwe tawanbar hîs dikim ku min her roj ti tiştek nekiriye li vir.



07.11.2022 19:23 | brzn

8. ez dinivîsînim.* lê dixwazim ser vê bipeyivim.

mixabin wekî thorê ll-em gotiye, sîrkulasyon tune ye. di esasê de hinin li hev bixin wê xweş bibe, tirşik wê ji vê xopan û wêraniyê xelas bibe lê nivîskar tune ye.* henek li aliyekî bi min ew e ku ne tenê kar û barê ye, her wiha xwendin, naskirin, têkilîdanîn tune ye. min wê rojê li îstatîstîkan neriya. dibêje "hejmara peyamên di navbera nivîskaran de 1347 dene" ye. 9 sal bû û nivîskarên tirşikê di nav xwe de bi tevahî tenê 1347 car peyam şandiye/wergirtiye. helbet îhtîmala bikaranîna platformên din jî heye. dîsa jî xwe venatirsînim û ji vê daneyê vê derdixim:

tirşik ji aliyê kurdîxwaziyê bikarhêneran tîne ba hev. lê belê civakîbûn pêk nayê loma jî tirşik nikare nasnameya "medyaya civakî" hilgire. berê civînên tirşikvanan hebû û di pandemiyê de jî xebata wergera fîlman bû bandeva pêkanîna vê civakîbûnê, her wiha hinin caran danasîna tirşikê wan tîne ba hev lê belê nabin domdar. ên nû tên bi agirekî gur dinivîsinin. feqet bertek tune ye. hevaltî tune. diyalog tune. ecibandin tune. li îstatîstikê binêrin. bi tevahî 117.316 peyam hene. îja ez di dora sisiyan de me û min 1413 car çepik dane nivîskaran. çiqas hindik! ku ez ne tirşikvanekî çepikvan im hisab li cem we, lê di lîsteyê de 3yem im law! fedî bikin. [bidin ber, di lîsteya reşkirdo de duyem im] êh, piştî demekê jî tirşikvanên nû dibînin ku ew bi xwe xwe dipeyivin mîna dînan, dev jê berdidin. belav dibin, vedigerin gundên xwe. meydana tirşikê jî bi xemgîniya xwe tê tenêhiştin. tirşik ji terikandinê mehv bû ber çavên me law. herin piştgirî bidin tirşikvanan û ji xwe re bibin însan!* hûn nenivîsin jî hema têkevin û dengên xwe bidin yên weşandî. hema nebû ya rojbaşek binivîsînin an jî girêdanekê youtubeê dînin li beşa zindî. ji bîr nekin ku tirşik mala me ye -_-

û tesbîtekê min a din jî ev e: bi dîtina min, temenê tirşikvanan mezin e.* yanî yên werin ba hev, yên tijî ne, xwîngerm û bi heyecan in û ew ên hîs û fikrên xwe binivîsînin kesên ku di emrê zanîngehê de ne. (li dora 18-25) ew tirşikvan jî hindik in. û roniya tirşikê wan nakişîne, piştî çend keliyê fêm dikin ku ew ê nikaribin li tehma emrên xwe li vir bistînin. (alternatîf bo navê tirşikê ya nû: pîr-xane*i*) îja dibêjin em ji kar û bar nikarin bala xwe bidinê. helbet, tu ji vê emrê derbas bûyî. :/ (@brzn-ê hêja tu li ber dilê tirşikê xort û ciwan î keko ^_^*

yaw. ez hîn jî matmayî dimînim. tenê li tirkî li çend zanîngehan de beşên kurdî hene û ev çend nifş in mezûn didin. lê tirşik nikare bala wan bikişîne. an jî nikare bikeve ber çavên wan. an jî... formata tirşikê ne mîna xortaniya me ye. (oo xwedayê mezin! ez jî pîr bûme:/)

û dixwazim bo vê sernavê bibêjim:
(bnr: format heval) :(



07.11.2022 22:23 ~22:41 | biruya hayao miyazaki

dengdanên dawîn (yên din..)
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1]
Herhal bêhna wan teng dibe, tiştek balkêş di tirşikê da nabînin ji ber...
pulmoner embolî [1]
Di damarên pişikê de hebûna embolîyê ye. Trombûs Herî zêde ...
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1]
Dêreke dîrokî ye, dema çêkirina wê bi texmînî sedsala şeşemîn e lê Piş...
taybetmendiyên jinên faris ên li tirkiyeyê [1]
(bnr: botoks) (bnr: li nîveka rêyan da rêzbûn û wisa meşiyan) (bnr: ...
warê stranan [1]
Weke berdewama qonaxa nû ya projeyên ji bo meyla hilberandina naveroka...
belki ev jî bala te bikişînin
» nivîskarên ku tenê ji bo bendê mayina nivîskarek din online dibin
» tirşikê de îhtimala xwandina peyamên taybet
» çima nav tirsik.net?
» jîrkî

Kategoriyên mijarê:: tirsik tirsik tirsik kurdukurdi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî