Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


34 mijar û 56 peyam
the exam - tirşik
the exam
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Filma ku bi kurdî "ezmûn" e, ji aliyê derhênerê başûrî şewket emîn korkî hatiye kêşan e. Em qey xweşbext bûn û siûda me li hev hat ku vê filmê di festîvala kino ya 2022 an li amedê bi beşdarbûna derhênerî temaşe bikin. Ji ber wext zêde nîn bû û wergerandina axaftinan dema gotûbêjê dirêjtir dikir min pirs jê nekir, ezê li vir pirsê xwe yê dê bê bersiv bimîne bikim lê beriya pirsan dixwazim piçek behsa filma derhênerî bikim.

Film ji navê xwe jî diyare ku li dora ezmûnekê diqewime. Bi gotina derhênerî û qasê me darîkir û dît jî xwestiye du xalên girîng vebêje: perwerdehî û jin. Lê helbet çend mijarên dîtir jî hene ku bi qasê vana nebe jî derketine pêş.

Film der bareyê du xwişkên bi navê rojîn (ya biçûk) û şîlanê (ya mezin) de ye. dêya van xwişkan çûye ber rehma xwedê û bavê wan karmendekê dewletê ye. Rojîn zewicandiye û keçek wê heye. Zilamê wî hisên hesen jî kesek zordest û baviksalar e. Rojîn ji yekî hez dike balam kurikê jê hez dike qasê em fam dikin ji welat reviyaye lê haya kesê/î aqûbeta wî nîne. Vê bûyerê tesîrek mezin li ser rojînê çêkiriye ji ber wê jî serboriyek teşebusa xwekuştina rojînê heye. Xwişka wê şîlan dixwaze ji tiştên rojînê aciz dike yanê ji îhtîmalên dûbarekirina xwekuştinê wê dûr bixe. Tişta rojînê aciz dike û derdê wê bêhtir dike daxwaza bavê wê ya zewicandina bi zilamek ku ne bi dilê wê re ye. Xelasbûna ji vê zewacê jî girêdayiyê serkeftina ezmûnên bo zankoyê ne. Lê rojîn ne xwendekarek serkeftiye ku di van ezmûnan de bi ser bikeve. Xwişka wê şîlan rêya kişandina kopyayê dibîne. Di kişandina her kêlîka vê rêya bi zext, zorî û zehmetiya mişt bûye de em jî her li ser diriyanin û kezeb di devê me de li benda bûyerek surprîz in. Û rastî jî bûyerên surprîz jî qe kêm nabin. Lê ev nelirêtiya ewil yanê rêya kişandina kopyayê her astengî û aloziyekê xwezayî û pergalî bi xwe re tîne ku lîstikvana me şîlan dikeve nelirêtiyek dîtir (ji nelirêtiyên dîtir qest evan tiştanin; ji bo huşbûna mamoste teklîfa rişwetê, rişwetgirtina mamosteyek sî salî, kopyakişandinê de hebûna biraziyek dozgerekî, miameleya li hember şagirtek ku kopya kişandiye lê ji ber bavê wî dewlemende tê kirin...) û hûrgulîtir. Axirê lîstikek wisa ye ku hemû alî têk diçe û kes bi ser nakeve. Yanê atmosferek reşbîn di filmê de serdest e.

Vêca pir bi filmê de neçim û piştî vê kurteyê bêm ser pirsa divê min ji derhênerî bikira:
- meseleya rişwetê ku bi me giştan kifşe û diyare bi qasê jin û perwerdehiyê ne li pêş e. Dîsa jî her çiqas veşartî û aşkere ango biçûk û mezin be jî ev mijara di filmê de girtiye destan. Gelo li ser exlaq û etîkbûna van bûyerên rişwet û nelirêtiyan divê em çawa bifikirin? Yanê rojîn ji bo bila întîxar neke divê em bêjin bila kopyayê bikêşe ango mamosteyê sî salî ku ji bo welat û miletê xwe gelek tişt kiriye am bêjin bila rişwetê bigire û hwd.?

Dûmahîkê de karim bêjim kêfxweşim ku filmek din li sînemaya kurdî zêde bû. Ji aliyê honak û bûyeran herçiqas meriv bigire nav xwe û bandorekê li ser meriv çêbike jî divê li xwe mikûr bêm ji aliyê hunerî ve gelek qels bû. Dîsa jî em heqê derhênerî binpê nekin filmek hêjayî temaşekirinê bû û gorî şert û mercên zêde ne baş serkeftî bû.



14.11.2022 18:50 | rizgarm

dengdanên dawîn (yên din..)
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1]
Herhal bêhna wan teng dibe, tiştek balkêş di tirşikê da nabînin ji ber...
pulmoner embolî [1]
Di damarên pişikê de hebûna embolîyê ye. Trombûs Herî zêde ...
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1]
Dêreke dîrokî ye, dema çêkirina wê bi texmînî sedsala şeşemîn e lê Piş...
taybetmendiyên jinên faris ên li tirkiyeyê [1]
(bnr: botoks) (bnr: li nîveka rêyan da rêzbûn û wisa meşiyan) (bnr: ...
warê stranan [1]
Weke berdewama qonaxa nû ya projeyên ji bo meyla hilberandina naveroka...
belki ev jî bala te bikişînin
» the bridge of khazad dum

Kategoriyên mijarê:: yendin yendin yendin kurdukurdi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî