Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


6 mijar û 7 peyam
nehatina rexnekirina wêjeya kurdî - tirşik
nehatina rexnekirina wêjeya kurdî
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. nayê wateya nekarînê lê tê wateya tunebûna vê yekê.

bi ya min, kêmasiyek mezin e.

mixabin bi hemû berhemên xwe, wêjeya kurdî hema bêje li tu platforman nayê rexnekirin û ji ber vê yekê jî nikare xwe li gorî bertek/xwestek û hêviyên gel nû bike an jî biguherîne û pêşve bibe.



îro nivîskar, helbestvan, sînemavan an jî stranbêjek kurda dema berhemek nû derxe û biweşîne, cihek wisa tune ku kurd li ser vê berhemê nîqaş bikin û behsa başî û nebaşiya vê berhemê bikin.

dema hunermendek wisa derkeve ser televîzyonê, kes wan rexne nake. ji ber ku yê hatî mêvan e û nayê xwestin were şkandin û jixwe ev yek jî ne tiştekî gelekî baş e.

bav kurdan de magazîn jî tune ku weke pistepistan be jî rexne li hev werin kirin..

mixabin li ser înternetê jî komek an jî forumek wisa tune ku mirov hunermend û berheman binirxînin.



ji ber van sedeman, heta niha hunermendên kurdan tenê afirandin. hema bêje tu carî nezanîn ka berhema wan hat ecibandin an wan xwe hetikandine. hinek jî ji bo neşikandina daxwaza wan, kesekî negot wan serê pêlava wan xwar e.



heta ku tirşik derket û li ser hunermend û berhemên wan, rexne û nirxandinên xwendekaran hêdî hêdî derket holê. li vê ferhenga înteraktîf êdî, hêdî hêdî derbarê her berhemî de nêrînên tirşikvanan derdikeve holê. ê hunermendên me yên ku van nivîsan dixwînin jî belkî jî cara yekem rastî rexneyên wisa hişk, neyînî û dobra dobra dibin. ji ber vê yekê jî bertekên tund nîşan didin.

(van demên dawîn hinek hunermend tên û bi tirşikvanan re dikevin pevçûnê)



lê belê, ez bawer im wê hêdî hêdî nav gelê kurd de jî rexne hêdî hêdî belav bibe û wê êdî siyasetmedar jî hunermend jî bizanin ku dema îro tiştekî kirin, wê sibe ev yek were rexnekirin an jî çepik kirin.

bi vî awayî yek ji armancên tirsik.netê dîsa derket holê *



14.10.2013 00:03 | simurg56

2. hevalekî heye navê wî bê destûr nadim, rexneyek li nivîskarekî kiribû digot yeqîn min li xwedê û qûranê rexne kiriye an jî ev nivîskarê me xwe xweda û pirtûka xwe jî qûran dibîne. dawîde heval dev ji rexne-mexneyan berda, got qardaşim ji min re ci ji rexneyan ku ji xwe re neyaran qezenc bikim.



15.10.2013 00:32 | dîno

3. xWEZÎ HEMA WÊJE TENÊ BA. eZBENÎ TENÊ NE WÊJEYA KURDÎ HEMA LI SERANSERÊ CÎHANÊ KURDEK LI KÎ DERÊ HEBÊ EW KURD DURÎ REXNEYÊ YE.. TÊ BÊJÊ QEY HEMÎ QASIDÊN XWEDÊ NE Û XWEDÊ TEALA RÊYA RAT TENÊ KIRIYE NESÎBÊ WA Û TI KES NIKARÊ BÊJÊ HEMA RÊYA WE JÎ XWEHR E. eZBENÎ PIRSGIRÊK JI SERÎ DEST PÊ DIKÊ HETA BINÎ DEWAM DIKÊ. gER EM SEROK Û RÊBERÊN XWE JI XWE RE WEK XWEDA BIBÎNIN BÊJIN MEZIN FILAN, BILIND FILAN, RÊBER FILAN Û WAN JI XETA Û GUNEHAn DÛR BIBÎNIN JI XWE ZAROKEKÊ 5 SALÎ JÎ DI RABÊ DIBÊJÊ TI NIKARÊ MIN REXNE BIKÊ..HÛN HÛN BIN DEMA HEWE KURDEK REXNE KIR HAY JI XWE HEBIN...



03.12.2013 00:47 | nan û av

4. ma xwendina wêjeya Kurdî heye ku rexne hebe?



03.12.2013 18:20 | ferhenga şikestî

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» nehatina rexnekirina wêjeya kurdî
» rexnekirina fîlman
» wêjeya cîhanî
» kurdî zimanekî helbestî ye

Kategoriyên mijarê:: weje
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî