Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
autonomous sensory meridian response - tirşik
autonomous sensory meridian response
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Bi kurdî em dikarin jê re bibêjin; Berteka meridyenê hestiyara xweserî an jî dengên aramker, herdu jî dibin. Asmr, ew cûre denge ku endrofînê avzêdike û xwedî karîgerîya aramker e.
Bi taybetî li ser înternetê xwedî cihek girîng e. Bi giştî wek "asmr" tê binavkirin û ev cûre deng, ji hêla bikarhênerên YouTube'ê ve di kanalên taybet ên YouTube'ê de tên amadekirin. Ev cûre deng bi gelemperî ji bo xew, medîtasyon an jî arambûnê tên guhdarkirin û bi axaftineke pistepist tên çêkirin. Li gel vîdeoyên axaftina bi pistepist, vîdeoyên neaxaftinê û bi dengek nerm axaftinê jî hene. Di vîdeoyên neaxaftinê de, dengên aramker û yên xewê tînin, cih digirin. Asmr bi giştî, bi "hişyarkeran" bandorê li termê mirov dike. Pêkane hişyarkerên asmr'ê di jiyana rojane de li mirovî rast bên. Asmr bi hinek deng û dîmenan tê hişyarkirin. Mirov dikare ji bo vê cûre dengî mekanên xusûsî ava bike û pêkane ji bo mebestên cuda jî bên bikaranîn.
Hinek hişyarkerên asmr'ê;
Axaftina bi pistepist,
Axaftina nerm,
Wergerandina( zivirandina) rûpelên pirtûk û kovaran,
Dengên xwarin amade kirinê,
Dengê xwarinê, ê vexwarinê, ê gez kirinê, ê cûtinê,
Hinek cûreyên muzîkê,
Dengê bêhinê û pifkirinê,
Û hwd.
Li gorî anketek di sala 2017'ê de hatiye çêkirin, vîdeoyên tempoya wan bêdeng û hêdî ji yên din bibandortirin.
Min ev vîdeoya jêr guhdar kir bi rastî jî kêrhatî ye.



26.11.2022 00:27 ~00:28 | bayê xerbî

dengdanên dawîn (yên din..)
big bang [2]
Em nizanin gerdûna ku em niha tê de dijîn, ji tunebûnê çêbûye an jî be...
delîlên teorîya big bangê [2]
(stur: Delîlên Teoriya Teqîna mezin: Bingehên Matematîkî yên destpêka ...
çêbûna organîzmayên yekem [2]
Bi qasî 3,8 mîlyar sal berê, yekem formên jiyanê li ser rûyê erdê derk...
galileo galilei [1]
Dema ku bi teleskopê Jupîter seyr kiriye, ditîye ku li dora Jupîterê t...
dinya [2]
Dinya nêzî 4.6 mîlyar sal berê pêk hatiye. Pêvajoya çêbûna dinyayê di ...
belki ev jî bala te bikişînin
» autonomous sensory meridian response

Kategoriyên mijarê:: zanisti zanisti zanisti kurdukurdi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî