Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


40 mijar û 71 peyam
autonomous sensory meridian response - tirşik
autonomous sensory meridian response
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Bi kurdî em dikarin jê re bibêjin; Berteka meridyenê hestiyara xweserî an jî dengên aramker, herdu jî dibin. Asmr, ew cûre denge ku endrofînê avzêdike û xwedî karîgerîya aramker e.
Bi taybetî li ser înternetê xwedî cihek girîng e. Bi giştî wek "asmr" tê binavkirin û ev cûre deng, ji hêla bikarhênerên YouTube'ê ve di kanalên taybet ên YouTube'ê de tên amadekirin. Ev cûre deng bi gelemperî ji bo xew, medîtasyon an jî arambûnê tên guhdarkirin û bi axaftineke pistepist tên çêkirin. Li gel vîdeoyên axaftina bi pistepist, vîdeoyên neaxaftinê û bi dengek nerm axaftinê jî hene. Di vîdeoyên neaxaftinê de, dengên aramker û yên xewê tînin, cih digirin. Asmr bi giştî, bi "hişyarkeran" bandorê li termê mirov dike. Pêkane hişyarkerên asmr'ê di jiyana rojane de li mirovî rast bên. Asmr bi hinek deng û dîmenan tê hişyarkirin. Mirov dikare ji bo vê cûre dengî mekanên xusûsî ava bike û pêkane ji bo mebestên cuda jî bên bikaranîn.
Hinek hişyarkerên asmr'ê;
Axaftina bi pistepist,
Axaftina nerm,
Wergerandina( zivirandina) rûpelên pirtûk û kovaran,
Dengên xwarin amade kirinê,
Dengê xwarinê, ê vexwarinê, ê gez kirinê, ê cûtinê,
Hinek cûreyên muzîkê,
Dengê bêhinê û pifkirinê,
Û hwd.
Li gorî anketek di sala 2017'ê de hatiye çêkirin, vîdeoyên tempoya wan bêdeng û hêdî ji yên din bibandortirin.
Min ev vîdeoya jêr guhdar kir bi rastî jî kêrhatî ye.



26.11.2022 00:27 ~00:28 | bayê xerbî

dengdanên dawîn (yên din..)
pulmoner embolî [1]
Di damarên pişikê de hebûna embolîyê ye. Trombûs Herî zêde ...
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1]
Dêreke dîrokî ye, dema çêkirina wê bi texmînî sedsala şeşemîn e lê Piş...
taybetmendiyên jinên faris ên li tirkiyeyê [1]
(bnr: botoks) (bnr: li nîveka rêyan da rêzbûn û wisa meşiyan) (bnr: ...
warê stranan [1]
Weke berdewama qonaxa nû ya projeyên ji bo meyla hilberandina naveroka...
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [4]
eyb dikin û xelet dikin.

tabî hemû ne wek hev in. hinek...
belki ev jî bala te bikişînin
» autonomous administration of north and east syria

Kategoriyên mijarê:: zanisti zanisti zanisti kurdukurdi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî