Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    9 mijar û 17 peyam
    cuneyd zapsu - tirşik
    cuneyd zapsu
    (0) (0) (1)
    di mijarê de bigere

    1. Karmend û siyasetmedarekî kurd e. Eslê xwe ji wanê navçeya elbakê ye. Kalê wî yê alî bavê abdurrahim rahmi zapsu ye, kalê wî yê alî dayîkê ibrahim uzel e (damezrêner û xwediyê fabrîqeya traktoran massey fergusonê). Li stenbolê sala 1956 hatiye dinê. Perwerdehiya xwe li zaningehên istabul üniversitesi û Ludwig-Maximilians-Universität München girtiye.
    Sala 1979 da şîrketa balsu gıda, sala 1995 da BİM birleşik mağazalar a.ş., sala 2008 da A 101 yeni mağazacılık a.ş. ava kiriye û demekî şirîktiya van şîrketan kiriye paşê hîsseyên xwe firotiye. Nav karmendên tirkiyê cihekî bi rûmet digire.
    Sala 2001 da tev avabûna partiya edalet û pêşketinê (ak parti) bûye. Heta sala 2008 nav rêveberiya partiyê bûye û rawêjkertiya recep tayyip erdoğan kiriye. Gelek bandora wî ser têkiliyên aborî yên akp hebûye. Zêdehî jî têkiliyên bi tüsiadê, têkiliyên navneteweyî û taybetî jî yên bi dya re (li tirkiyê ji bo serdestbûna partiyekî aliyê aborî da tiştên herî girîng ev têkilî ne). sala 2008 da hemû karên xwe yî partiyê îstîfa kiriye û bi navê xwe şîrketek e rawêjkeriyê vekiriye. Gelek kes û şîrketan re rawêjkerî kiriye. Nêzî 8 salan ji bo coca cola inc. re, û piştre şîrketeke vejena nukleer da rawêjkerî kiriye.

    Niha nav endamtî û rêveberiya gelek komel û mezrekan e.
    Jina musa anter ayşe hale anter, meta cuneyd zapsu ye.



    04.12.2022 02:02 ~02:23 | pêşewa

    Hemûyan Bixwîne

    dengdanên dawîn (yên din..)
    06.02.2023 erdheja li dîlok û bajarên derdorê [1]
    Ger yê di bin xaniyan de zû newin derxistin îxtîmaleke mezin e ku wê j...
    06.02.2023 erdheja li dîlok û bajarên derdorê [1]
    Rûbareke berfireh ji vê erdhejê bi bandor bû. Şeşê meha duyemîn ya sal...
    06.02.2023 erdheja li dîlok û bajarên derdorê [1]
    Erdhejeka pir mezîn e ku li dîlokê qevimî lê li gellek bajarên bakûr r...
    06.02.2023 erdheja li dîlok û bajarên derdorê [1]
    Zirar daye sûriyê jî. Bi kîjan saziyê û bi kîjan hesaban Mirov dikare ...
    06.02.2023 erdheja li dîlok û bajarên derdorê [1]
    Derbasbûyî be hevalno, hêvî dikim hemû tirşikvanên me tevlî malbat û c...
    belki ev jî bala te bikişînin
    » cuneyd zapsu

    Kategoriyên mijarê:: yendin yendin yendin
    nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


    sitemap
    reklamokên beredayî