1. Navê wî yê rastîn Alessandro di Mariano di Vanni Filipepi (1ê adara 1445 – 17ê gulana 1510) ye, lê pirtir wek sandro boticelli an jî bi navûnûçika il boticelli (şikevka biçûk) hatiye bi nav kirin. Ya rast navûnûçika "şikevka biçûk" aîdê birayê wî yê zêrînger antonio filipepi ye. Lê bêriya ku dest bi wênesaziyê bike di pêvajoya gel birayê xwe de çiraxtî kiriye bi heman navî deng li wî jî hatiye kirin. Çiraxtiya zêrîngeriyê berdaye û di emrê xwe yê ciwan de li atolyeya fra filippo lippi de wêne, neqş û geometrî elimiye. Di "çirokên yudit" de ku ji berhemên ewilîn de ye, bandora lippi û antonio del pollaiolo û vrocchio ku li cem wan jî şuxuliye tê dîtin. |
|
07.12.2022 20:58 |
rizgarm
|
2. Sandro Botticelli yek ji nîgarxêzên sereke yên Ronesansa Îtalyayê ya di sedsala 15-an e. Botticelli di sala 1445-an de li Florence ji dayik bûye û navê wî yê rastîn alessandro di mariano di vanni filipepi ye. Botticeli piraniya jiyana xwe li florensayê derbas kiriye û di bin banê malbata Medici de xebatên xwe domandiye. |
|
28.10.2023 10:51 ~2024.01.03 23:40 |
yûsiv
|
toksîkolojî [1] |
|
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1] |
|
îy yo hee [2] |
|
fuckîro rebeno [2] |
|
horhorik [1] |