Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


9 mijar û 11 peyam
rainer werner fassbinder - tirşik
rainer werner fassbinder
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Sala 1946 an li bavyerayê wek kurê bavek bijîşk û dêyek wergêr dinê. Fassbinderê ku di 16 saliya xwe de dev ji xwendinê berdaye û eşkere kiriye ku homoseksuel e, beriya dest bi derhêneriyê bike di her qada filmkêşanê de cih girtiye û xebitiye. Di nava salên 60î li studyoyên Friel-Leonard dersên dikê û şanoyê girtiye û 1968 an de li gel Peer Raben, Hanna Schygulla û Kurt Rabb komek şanoya bi navê “anti-teater“ ava kiriye. Salên şanoyê ji bo zimanê sînemaya fassbinder gelek bi kêr hatiye. Filma wî ya metraj dirêja ewil “Liebe ist kälter als der tod (evîn ji mirinê sartir e)” dema di festîvala filman ya berlînê de hate pêşandan bertekên erênî wernegirt. Filma heman salê ji lîstikek şanoyê hatibû wergirtin û kişandin "katzelmaher" , serkeftinek biçûk bi dest xist.

Filma ewil ya fassbinder ku deng aniye "angst essen seele auf (tirs rihê meriv dikoje)" ye. Vê filmê ji derhênerê xwe re namzetiya palmiyeya mîhrîcana filman ya cannesê û xelata taybeta juriyên fibresci aniye. Filma ku li ser çîroka penaberek fasî û zewaca wî ya bi jinek almanî ku 20 sala ji wî mestire re ava bûye, daqûlî ser pirsgirêka penaber û nasnameyê dibe.

Fassbinder bi filma xwe ya di 1979 ê de kişand "Die Ehe der Maria Braun (zewaca maria braun)" dîsa berhemek textê sînemayê hejandiye derxist holê. Ji aliyekê ve rexnegirên sînemayê vê filmê wek şahesera fassbinder dinirxand, ji aliyê din lîstikvana dilsozê derhêner hanna schygulla (di 23 filman de bi derhêner re xebitiye) bi rola xwe ya "maria braun" hêjayê xelata hirça zêrîn hate dîtin.

Di 1982 an de filma veronika vassa' a beriya mirina xwe kişandibû, îcar li berlînê di qada filma herî baş de ji fassbinder re hirça zêrîn anî. Filma ku dêya wî ya lili pempoita di hin filmên wî de cih girtibû di vir de jî xwiya dike, di kariyara derhênerî de wek berhema herî girîng tê hesêb. Filma dawî "querelle" , bi hewandina têkiliyên gay û lezbiyenîyê zorê dide tixûbên pornografiyê, 1982 an de li mîhrîcana filman ya venedîkê ketiye pêşbaziyê. Film li gelek welatan bi sînorkirina "18 sal û berjor" hate pêşandan.

Rainer werner fassbinder, roja 10 ê pûşpera 1982 ê li mala xwe bi awayek mirî hate dîtin. Di encama otopsiyê de hate diyarkirin ku sedema mirina wî qeyrana dilîye. Wer tê texmîn kirin ku kokaîn, alkol û heb bi dozên zêde hev re girtiye bi jehrê ketiye û dilê wî rawestaye. Ji têbiniyên masa wî maye de tê dîtin ku senaryoya filma bi navê "querelle" li ber qedandinê bûye. Piştî mirina wî sê senaryoyên wî yê din hate kêşan.

Gor nêrîna hin dîroknasên sînemayê mirina fassbinder dihat maneya bidawîbûna rêbaza sînemaya nû ya almanî.



12.12.2022 21:18 | rizgarm

dengdanên dawîn (yên din..)
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
seyda perinçek [1]
Bavê wî cangorî ye di sala 1990î li gundekî qoserê şehîd ket. Dibê ku ...
belki ev jî bala te bikişînin
» rainer maria rilke
» werner heisenberg

Kategoriyên mijarê:: sinemadrhnr sinemadrhnr sinemadrhnr
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî