1. WELATEKÎ ewropa ye. ez di zaroktiya xwe de SAYA ROMANA cuore* wê NAS KIRIbûm. ev pirtûk îtalyayê perçebûyî bi zimanekî miletperestî û îdealîst dide ber çavan. |
|
14.10.2013 13:43 ~2017.04.19 19:52 |
biruya hayao miyazaki
![]() |
2. dema dibêjin îtalya, ciao bella (çaw bella) û antonîo gramscî tê bîra min |
|
14.10.2013 14:31 |
alasor
![]() |
3. ji bo min the grandfather e.. û kîşwera behra spî û keçikên sûret-mînyon e.. |
|
14.10.2013 21:32 |
endazer
![]() |
5. keçik û jinebiyên li ber dora tenûrê yên wekê pelin batuyê gelekî pesn u wesfê mêraniya mêrên îtalî didin.. pelîn xanimê carekî di axaftineka xwe de gotibû mêrên îtalî dema dev diavêjin mirov wekê ku Îltîfatan ji mirov re bikin yanî pesnê mirov bidin dev diavêjin.. muhsînê me yê colemêrgî jî carekî di hevpeyvîneka xwe de gotibû ez xwe di nav nivînan de wek mêreke îtalî hîs dikim.. |
|
26.10.2013 22:36 |
endazer
![]() |
7. Bajarekî mêrdînê ye... |
|
26.10.2013 23:09 |
devliken kelogiri
![]() |
8. piştî fransayê duyemîn dewlet e ku difikire alîkariya leşkerî li kurdistana başûr bike. hê kurdistan nebûyî serbixwe, helwesta dinyayê ev e. nexwe ger kurdista bibe serbixwe, wê bidestxistina çekên giran û hewayî, wê qet ne zehmet be. |
|
11.08.2014 12:40 |
simurg56
![]() |
9. nuha min ji nûçeyekî bbc-tirkî bihîst ku di sala 1998ê de dora 200 kurdên tirkiyê bi tevahî koçî bajaroka riaceyê ya îtalyayê bûne, ji ber kîjan sedemê îltîca kirine nehatiye gotin. seroka şaredariyê ya vî bajarî domenico lucano bi riya van alîkariyên xwe ya koçberan a kiriye polîtîkaya şaredariya xwe, îsal ketiye lîsteya 50 kesên herî bandorker a kovara fortune. serok malên kevn ên hatine terikandin daye bikaranîna koçberan. li gorî derfetên bajarokê kar jî dane. lê belê li gorî gotarê ya bi îmzeya övgü pınar hatiye weşandin, piraniya wan kurdan ku wê demê hatibûn riaceyê, dawiyê çûne almanyayê. ji xwe tê gotin ku riace di herêmeke gelek hejar de ye. qey sedema terikandina wê ev e. gotina dawî, helal ji ew zilam re be. |
|
02.04.2016 19:47 ~19:50 |
biruya hayao miyazaki
![]() |
10. Welatê ku ji ber vîrûsa korona wan rojên dawî di rewşekê pir xirab de ye. Her roj bi sedan kes dimirin û bi hezaran kes nexweş dibin. Jixwe wan salên dawî rewşa ekonomiya wan jî nebaş bû êdî nizanim ew ên çi bikin. |
|
17.03.2020 21:25 |
cinorek
![]() |
11. bo gerînê welateke pir pir xweşik e. zêde ne buha ye. di navenda bajarên mezin de pîza margerîta 8-12 ewro ye. li bajarokên biçûk dibêjin margerîta bi 3 ewro, şerabên malê bi 3 ewro û gelek tahmxweş û bi porsîyoneke mezin hene. |
|
28.01.2023 20:25 |
mirovekirind
![]() |
![]() |
zewaca kurd û tirkan [4] |
artêşa sîber a gel [1] |
|
![]() |
xalê şanoger yê di vîdyoya deno de [2] |
![]() |
denozer72 [1] |
![]() |
tiştên ku mirovî xemgîn dikin [1] |