Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


9 mijar û 10 peyam
ko an ku - tirşik
ko an ku
(5) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Ji bo vê yekê (bnr: arîf zerevan) dibêje:

"Ferqa di nêvbera »ko«, »ku« û »kû« de
Di »Memozînê« de û herwiha di zimanê kurdî de sê bêje hene ko bi alfabeya erebî ji hev nayên vavêr kirin û hemî jî bi »kaf« û »wawê« yanî wekî»kw« têne nivîsandin. Ev hersê bêje hem dengên wan ji hev cida ne û hem
jî maneyên wan ji hev cida ne ji ber hindê jî damezirênerê alfabeya kurdî
ya latînî Celadet Alî Bedir-Xanî sê herfên cida ji wan sê dengên cida re
payda kirine û ew ji hev vavêr kirine. Piştî mirina Celadet Alî Bedir-Xanî
hinek kurdên ko bi alfabeya latînî dinivîsînin ferqa di nêvbera gihaneka
»ko« û hokera »ku« de nedîtin û herduyan jî wekî »ku« dinivîsînin.

Ez dê berê behsa maneyên van bêjeyan yên cida bikim û ji »Memozînî«
nimûneyan bidim:

Ko: heger ku: çi , çawa kû : kîjan dever

Yê ko alfabeya kurdî ya latînî amade kiriye û dengên kurdî li wan herfan
siwar kiriye Celadet Alî Bedir-Xan e. Wî ji bo gihaneka »ko«-yê herfa »o«
bi kar aniye û bi zanebûn »u« bi kar neaniye û »Hawar« hemî bi wî awayî
derxistiye. Herçî »ku« ye ew bêjeyeka serbixwe ye û maneya wê yekcar cida ye. Ev bêje li devera Hekariyan û Goyan pir belav e û di cihê »çi« û
»çawa« de têt bi kar anîn û Ehmedê Xanî jî ew bêje gelek caran di
»Memozînê« de bi kar aniye:

We zû şemirand ji bo çi sersal
Hon rast bibên ku [çi, çawa] bûye ehwal?

Hon bêjine min ku [çi] bû qediyye?
Kengê li me xef dibit xebiyye

Mecnûn ko [heger] nebit edîlê Leylê
Leylê ku [çawa] dikit bi Leyl meylê?

Go ez ku [çi] bibêm bike tu bawer
Dawer bi mi ra ko [heger] bûye yawer

Em dê ku [çawa] heqîqetê eyan kin?
Serrişteyê tuhmetê beyan kin

Ger fewt bikim cemîê ferdan
Tacdîn ku [çawa] didim ji dest xwe erzan?



Jixwe minaqeþe li ser »kû« nîne ji ber ko hemî kes dizane wê kusan (çawa)
bi kar bîne lê belê cardî jî ez dê nimûneyekê ji »Memozînê« binivîsînim.

Piþtî gelek lêpirsînan jî min nezaniya ka çima kurdên bakur piştî mirina
Celadet Alî Bedir-Xanî gihaneka »ko« guhortin û kirin »ku«. Texmîna
min ew e ko kurdên bakur ji tesîra »o«-ya qelew ya tirkî rabûn û »ko«
wekî »ku« nivîsîn da wê wekî »o«-ya tirkî qelew bi lêv nekin. Heger wisa
be ew sebebekê bêbingeh e ji ber herfa kurdî »i« jî wekî herfa tirkî »i« tête
nivîsandin lê belê dengên wan ji hev cida ne.
Vêca ji ber maneyên cida û ji ber denganiya cida ya hersê bêjeyên kurdî divêt ew wekî »ko«, »ku« û »kû« bêne nivîsandin. Ez jî hem di nivîsar
û berhemên xwe de û hem di berhemên ko ez amade dikim de xwe dispêrim metoda Celadet Alî Bedir-Xanî û wekî wî dikim."



25.12.2022 12:13 | bakur.nekure1

2. Min jî got qey navek koreyî ye shshshhaha



25.12.2022 17:39 | rizgarm

dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin

Kategoriyên mijarê:: zimanpeyv ziman zimanpeyv ziman zimanpeyv ziman kurdukurdi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî