1. Wek bernavkê ku tê zanîn "ankaralı kürt cemali" yekem qubedeyê (bi tirkî kabadayı) mezin ê enqerê ye. Ji eşîra şêxbizinî ye. Li bayburtê hatiye dinê û li enqerê nav şertê dijwar mezin bûye. Ciwantiya xwe da Li taxa yenidoğan a enqerê hêdî hêdî navdar dibe û pişt re nav û dengê hemû navçeya altındağê, pişt re jî hemû enqerê digire. Tê gotin gelek alîkariya wî gihîştiye gelên hejar û xereca ku qumarxaneyan hildayî gelê hejar belav kiriye (ev gotin hemû jixwe bê îsbat in lê gelek kesên enqerê wiha bîr dînin û dibêjin bav û kalên me wiha digotin. Jixwe gel hez dike kesên wiha bike qareman). Pişt re ewî jî xwe re qumarxaneyek vekiriye û bi danûstandinê re jî mijûl bûye. Li enqerê gotina wî her derî û her kesî re derbas bûye. Li taxa hacettepeyê qubedeyekî din dujminatî jê re dike û sala 1962 da bi bêbextî dikujin. Piştî mirina wî 5 hezar kesên ji eşîra şêxbizinî û fedaiyên wî qadekî enqerê berav dibin pişt re biraziyê cemali coşan lê dixe û kujerê apê xwe dikuje. |
|
01.01.2023 18:51 ~18:52 |
pêşewa
|
kîrê kerê di qûna kêçê re kirin [3] |
|
kîrê kerê di qûna kêçê re kirin [1] |
|
de were vî kerî di vî deriyê re derbas bike [2] |
|
hirç û govend kêç û pornografî [2] |
|
secrets of the neanderthals [2] |