Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    14 mijar û 13 peyam
    ilhan sami çomak - tirşik
    ilhan sami çomak
    (0) (0) (1)
    di mijarê de bigere

    1. Şair û nivîskarê kurdê tirkînûs e. Ji ber sedemên siyasî sala 1994 an ve ye di hindur de ye. Heyf û xabînet tu xêr û xweşiyek ji emrê xwe yê ciwan nedîtiye. Qet cih nemaye serî lênedaye û dîsa jî tu encam û xilasiyek bi dest nexistiye. Hê jî girtî ye û hê jî nivîskar e.

    Navê wî yê fermî samî çomak e. Bes piştî birayê wî dimire şûn de (ku vê xebera reş di girtîgehê de digire û tesîrek mezin li ser çêdike) navê wî jî hildide û dixe "ilhan sami çomak". Di gelek helbest û nivîsan de behsa vê birayê xwe dike û navê birayê wî di helbest û nivîsan de "kekê" ye.

    Ji kanîreşa çewligê ye. Kurmancê elewî ye. Niha malbata wî li îzmîrê dijî. heftiyê saetek hevdîtina rûbirû û deh deqe jî heqê telefonê heye ku bi mal û malbat û kulfetan re qise bike. Merivek diltenik û ziravbihestiyar e. Li ser hîs û tevger û liv libatên safî ji rêzê û sade disekine. Bi nermî peyvên xwe rêz dike, meriv ji hîsekê dixe hîsek din. Ji merivek hemû emrê xwe derê girtîgehê jiyaye baştir çêlî jiyan û xweşî û şahî û xemgîniya jiyanê dike. Hemû şkence û tehde û zoriyên girtiyan bi serê wî de jî hatiye. Lê dîsa jî bi gazincek dilxeliyayî û bi berger li çîroka xwe û helbesta xwe hûr nabe. Ya dilê xwe yê nazenîn dibêje. Dilê xwe bi ziman dike. Bê lava û destvekirinê hezkirinê vedibêje ji me re. Rastî jî meriv şaş û metel dimîne ku însanek hê tu tişek fam nekiriye ji heyatê yanê di bîst saliya xwe de hatiye girtin û heta vê gavê qet derneketiye der lê dîsa jî ewqas detay û hûrguliyên biçûk û nazenîn çawa ferq kiriye, çawa heta niha ji bîr nekiriye, çawa ewqas bi xweşikî aniye ser ziman?

    Qasê 9-10 pirtûkê wî hatiye weşan. Pirtûka "ji te pir hez dikim jiyan" adabteyî şanoyê jî kirine. Tevî ku min derfet nedît temaşe bikim ji aliyê gulseven medar û alî tekbaş hatiye lîstin. Belgefilma li ser jiyana wî hatiye kêşan "gönderen: ilhan sami çomak" serkeftî bûye. Deng û nivîsên bo fona paş hatiye hilbijartin nahêle ku em ji filmê aciz bin. Û îlhan samî bi xwe jî bi nivîs û helbest û peyamên xwe yê xweşik tehmek bêhempa daye belgefilmê. Bo famkirin û naskirina îlhan samî belgefilmek xweşik û di cih de ye. Heke we nêt heye nas bikin bi vê belgefilmê dest pê bikin.

    Tê zanîn dema behsa tiştek an kesekê bû di hiş û mêjî û pêjnên me de tişek dilive. Remzek, dîmenek, bêhnek û nizam çikek tê bîra mirov. Êdî dema ez navê vê camêrê bibihîsim ezê bi bişirînî rêjnebaranek payîzê ango nermebayek buharê bînim bîra xwe. Û mîna her bi dilxweşî ji bo herkesî û her tiştî dibêje "ji te hez dikim!" Bilûbînim ji xwe re.

    Ya talî min xwest vê helbasta wî ya "en güzeli seni seviyorum" ku min gelek jê hez kir hewl bidim wergerînim ser kurdî û vayê li vir e:


    Ya Herî Xweş Ji Te Hez Dikim

    Xemgîniyên aliyê rûyê min xêz kirî
    Her qatqatiyek heftî
    Lew ez zimanek li çîn'ê tê axaftin im
    Yek jî katên lêkeran heye ku
    Peyv hema gihayê xewek qetqetî
    Ba lebitî li bêdengiya xwe çerixîm
    Ez herim ku hew xerb
    Min te wilo nemir kiriye ku
    Huş bî roj jî serxweş
    Lê bêciliya te gelek deriyê min kuta
    Hey ez di kevnbûna hatina te ya bîra min
    Destpêka avê û qeraxên dîwarê devê te...
    De ramûsim.

    Min sînga xwe kiriye çar perçe
    Ji her ku beş dikî dûpişk
    Û ji xweliya xweşikiya jintiya te re
    Janên me sîqalka ku asîmanan disîqilîne
    Ez ji xwe te nişka ve hildidim destpêka xwe re
    Hemû dûrahiyan dadixînim kiniyê
    Belkî ji 'işqê ye hemû tişt

    (Mirin cihek çûyînê ye dema roj hil tê, pêxemberê ji te hezdikimê)

    Destpêka tenêtiya me ye ew kolanên xewnên te
    Îşev tişta herî xweş ya ji evînê
    Lêgerina ji te hez dikim
    Karim kolana te bibînim karim lêvên te par ve bikim
    Nezaniya te karim rojekê bizanim
    Lê ya herî xweş ji te hez dikim
    Xwezî tu bawer bikî û bikevî tixûbê min
    Li behrê şopa lingê min bibînî û
    Serserî bikevî ramûsanên min
    Lê ya herî xweş ji te hez dikim
    Hebûy, tunebûy
    Çardeh caran dildara min bûy kes nizane
    Diherim ji xwe
    Lêvên xweda jê hez dike
    Heyî min hilmke
    Tuneyî ezê te bifikirim
    Lê ya herî xweş ji te hez dikim



    22.01.2023 09:22 | rizgarm

    dengdanên dawîn (yên din..)
    eger te quran nexwandibe û tu tê negehiştibî hemû pirtûkên te virtepirt e [1]
    hin aqilmendê îsla-mîz-ê dibêjin.yekî ji min re jî got :eger tu quran ...
    kemalîzm [3]
    Wek peyvek dişibe kêmaqilîzmê. Navê îdeolojiyeke pûç e. Ne hewce ye mi...
    jibîrkirin [1]
    Qasê bîranînê tiştek baş e....
    tirşik mobîl [2]
    (bnr: bi xwe re nedîtin) (bnr: xemsarî)...
    tirşik mobîl [1]
    Çima mobîl app ê tirşik.net tune yê? pêşdebirek bernameyê heye ji bo ...
    belki ev jî bala te bikişînin
    » ilhan sami çomak
    » samî yûsûf

    Kategoriyên mijarê:: niviskarweje niviskarhlbstvn niviskar wejehlbst weje yendin niviskarweje niviskarhlbstvn niviskar wejehlbst weje yendin niviskarweje niviskarhlbstvn niviskar wejehlbst weje yendin
    nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


    sitemap
    reklamokên beredayî