Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


9 mijar û 11 peyam
06.02.2023 erdhejên bazarcix û elbistanê - tirşik
06.02.2023 erdhejên bazarcix û elbistanê

Navê mijarê ya ewil ev bû:06.02.2023 erdheja li dîlok û bajarên derdorê
(12) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Erdhejeka pir mezîn e ku li dîlokê qevimî lê li gellek bajarên bakûr rojava jî bû sedema wêraniyê.
Tê texmînkirin ku bi hezaran kes di bin xirbeyan de mane.
Di eyamek wisa sar de xwedê ew kesan biparêze. Pir zor e.

--> Li gorî daneyên Lêkolîna Jeolojîk ya Dewletên Yekbûyî (USGS) erdhej bi mezinahiya 7,8 pîvanekê pêk hatiye. Kandilli ya zaningeha Boğaziçi weke 7.4 nûçe belav kir. Paşê kandilliyê jî guhert û got 7.7.

--> li Pazarcîx, Gurgum, Amed, Meletî, Riha, Dîlok, Xetay, Kilîs, Edene û Kinikanê xeylek xaniyên hilaşî hene.

--> bi mezinahiya 7.6 erdhêjeka din nêzikê olbistanê pêk hat.

--> ji başûrê kurdistanê gellek ambûlans û doxtor û xebatkar ji bo xilaskirina mirovan derbasê bakûr bûn.

--> barzani foundation jî bo alikariya bakur û rojava gihiştiye deverên erdhêjê. Here lînkê

Ji bo piştgiriyê:

Account name: Barzani Charity Foundation/BCF
IBAN Number: GB33BUKB20086453342417
Swiftbic: BUKBGB22
Name of the Bank/Barclays Bank
United Kingdom
Bank address: 534 Coventry Rd, Small Heath, Birmingham B10 0UP
England

PayPal Acct.
Barzani Charity Foundation/BCF



06.02.2023 08:03 ~2023.02.07 06:10 | cinorek

2. Rûbareke berfireh ji vê erdhejê bi bandor bû. Şeşê meha duyemîn ya sala 2023'ê demjimêr 04:17'ê erdhejê rû da, hikûmeta Tirkiyê alarma pîleya çaremîn ragihandin û ji qada navneteweyî alîkarî daxwaz kir. Navenda erdhejê Bazarcixa navçeya bajarê mereşê bû û pîleya erdhejê gorî jêderekê 7.4, gorî jêdereke din jî 7.8 bû. Bajarên wekî Amed, riha, Semsûr, Edene, Xetay, Kilîs, Meletî bandorek pir xirab ji erdhejê dîtin tevî ku navenda erdhejê ne li van deran bû. Heta niha nêzîkî sê sed qurbanîyîn vê erdhejê û nêzîkî hezaran birîndar hene. Têt pêşbînî kirin û di bin xirabeyan de bi hezaran mirov hene. Hêvî dikim demek zûtirîn alîkarîya mirovî bigihîje erdhejzedeyan û yên malbatên qurbaniyan re sersaxiyê hêvî dikim, yên birîndar re şîfa xêrê dixwazin,hêvî dikim di demek zûtirîn de bandora xirab ya vê erdhejê bêt derbas kirin û erdhejzede nemînin bê mal.



06.02.2023 10:30 | bayê xerbî

3. Ger yê di bin xaniyan de zû newin derxistin îxtîmaleke mezin e ku wê ji hîpotermîyê bimirim.
Herî dawî di 24.01.2020 erdheja elezîzê de jî dîsa ji ber sermaya çilê gelek kes ji hîpotermiyê mirin :(

Edît: tam dema min ev peyam dinivîsand û hewl da ku bişînim erdhêj çêbû, derdorê 20-30 sn xaniyê me hejiya, Xwedê newê serê kesî lê ev 40 dk bêhtir çêbûye hê di bin bandora wê de me, car caran ez dibê qey ez dihejim.



06.02.2023 13:26 ~14:14 | merwano

4. Erdhêja herî dawî ku 7.5 li Elbistanê qewimî bandora wê;
Here lînkê



06.02.2023 14:20 ~14:21 | merwano

5. Derbasbûyî be hevalno, hêvî dikim hemû tirşikvanên me tevlî malbat û cîranên wan silamet bin. Derbasbûyî be we bobelatek mezin derbas kir lê hîn jî bendî erdhejê mayînde ne ji loma hay ji xwe hebin û telefonê xwe bêşerz nehêlin. Xwedê alîkarîya we hemûyan bibe, rebbî!



06.02.2023 14:51 | pîroz

6. Erdheja ku saet 13:24 da li elbistana meraşê pêk hatî ye. Mezinayiya wê gorî pîvanga richterê 7.6 e. Ev jî wek 06.02.2023 erdheja li dîlok û bajarên derdorê 10-12 bajarên derdora meraşê bi bandor bûye û herî zêde meraş, semsûr û meletiyê hilweşandin pêk aniye. Xêncî van bajaran entap, amed, edene, riha, hatay, elezîz, osmaniye, kilis, bajarên rojava û navçeyên van bajaran jî hilweşandin çêbûye.



06.02.2023 16:04 ~22:52 | pêşewa

7. Zirar daye sûriyê jî. Bi kîjan saziyê û bi kîjan hesaban Mirov dikare pere bişîne, taybetî bo alîkarên li sûriyê?

(https://www.ibc.org.tr/EN/main) û

(https://www.uossm.org/donate) û

(https://give.internationalmedicalcorps.org/page/121751/donate/1) hene

lê ka rêkxistineke xwemalî a sûriyê heye an na?



06.02.2023 16:52 ~2023.02.07 11:09 | mirovekirind

8. bangewazî ji heyva sor a kurdistanê:

Saziya me ji bo mexdurên erdhejê kampanya alîkarîya lezgîn da destpêkirin. Banga me ji hemû alikarxwazan heye ku bi rêya HSK destê alîkariyê dirêjê mexdurên erdhejê bikin

Heyva Sor a Kurdistanê e.V.
Kreissparkasse Köln
IBAN: DE49 3705 0299 0004 0104 81


Here lînkê



06.02.2023 20:47 | ezcan

9. Tofana xwezayî + Tofana dewletî.



06.02.2023 23:04 | mirovekirind

10. wek dibêjin rezê me ne tu rez bû, terezê jî lê xist. vêca halê me ji xwe ne tu hal bû bi ser de jî erdê lê xist. em çi jî bêjin kêm û nîvco hema Xwudê efû bike yên çûyî û sebrê bide yên mayî.



07.02.2023 06:39 | endazer

11. gor agahiyan rewşa efrîn û navçeyên efrînê jî pir xirab e.

efrîn bêxwedî ye. xwedê wan biparêze.



07.02.2023 10:13 | cinorek

12. peyamek ji whatsappê hat, dibêje kesên dikarin li ser têlefûnê wergera kurdî bikin bo alikariya erdhejzedeyan, bila têkilî daînin. heke min telefon bi dest xist, ez dê bidim hevalên alîkar.

Here lînkê



07.02.2023 15:47 ~16:27 | mirovekirind

13. Erdhêja ku me ji tirsa kuşt . Min di jiyana xwe de rojek wiha nedît . Berê tirs bû lê dema min bînaya ber mala min a ku bi erdê we bûye yek dît elimîm ku mirin gelek nêzî her mirovî ye.



07.02.2023 17:30 | xemakê

14. Erdheja ku ev îro du ro ca hevalka min î ji polê li bin xopanan mabû. Lê îşev mizgînî jê hat. Ca wê xilaskirine û hişê wê li serê wê yi. Hêvî dikim çiqas hezkiriyên tirşikvanan hebin hemû Yeko Yeko bi silametî bên xilaskirin



08.02.2023 02:14 | pîroz

15. Mîxabin ew afata ya bibe sebeba wendabûna kurdên berferatî û devoka wan. Jixwe gellek ji wan ji berwe asîmîle dibin. Bi goçkirina bajarên tirkan ew ên bi temamî wenda bin.



11.02.2023 05:45 | cinorek

16. bobelatek gelek gelek mezin bû. erê erdhej dijwar bû û du caran çêbû lê sedema sereke ya mezinbûna wê ew bû ku tirkiyê ji bo pêşîlêgirtina kavilbûna xaniyan heta niha tu amadekarî nekiribû, heta bereavjî, hemû xanîyên ku ne li gorî rêbazan hatinbûn avakirin, efû kiribûn. dîsa sedemek din ku bobelatê mezin kir ew bû ku piştî bûyerê, tirkiyê heta roja sêyemîn jî nekarî xwe bigihîne hewara mirovan.
bê fîşalkirin, em dikarin bêjin ku desthilatdarîya tirkiyê îflas kir û gelê xwe bêxwedî hişt. li gel ku herêmên ku erdhejê lê xist hema bêje tev cihên nêzikî fikra akpê bûn.

ku hikumetê hêj roja ewil leşkeran ji bo alîkarîyê veguhesta, hê rija ewil bi fermanekê hemû makîneyên înşaatê veguhesta van bajaran, rê li ber alîkaîya gel negirta, bikarîya bingeha gsmê zû rakire ser pîyan, afad amade bûya û têra gel kon, xwarin, betanî û hwd. pêdivî di depoyên wan hebûna... wê encam gelekî baştir bûya.

heta niha mirina ji 35.000î zêdetir mirovan hat ragihandin. lê herkes jî dizane hejmara wê ne ji 100.000î heta belkî 200.000î ne kêmtir be. wê çiqas aşkere bikin, nayê zanin. çimkî di pêvajoya pandemîyê de jî hejmarên rastîn veşartibûn.

di erdheja ewil de, li mal bûm û ji ber ku zaroka me ya biçûk em şîyar kiribûn, em ne di xew de bûn. çawa ku erdhej em hemû gihiştin hev û me xwe li kêleka karyolayê xwe da ber rehma xwedê. erdhej ewqas dijwar bû ku her cara ku xanî diçû û dihat, min digot wê ev çûna dawîn be. baş e ku xanî nehilweşîya. piştî sekinî em daketin jêr û 2-3 saetan di erebeyê de man. çavê min li avahiyan bû, çimkî min got kesîn nîvê amedê niha hilweşîyaye. lê baş bû ku ne wek texmîna min bû. dû re ji nexweşxaneyê gazî min kirin û ez çûm. hêj di wan deqeyan de mirî û birîndar hatin.
wextê nîvro vê carê li nexweşxaneyê em hejiyan. hema bêje wek ya ewil bû ev jî. em ji wê jî filitîn lê belê bi taybetî ev erdheja duyemîn psîkolojîya herkesî ser û bin kir.

di vê erdhejê de trajedyên pir pir xerab qewimîn mixabin. bi hezaran zarok di nava kavilan de ne ji ber birînên xwe lê ji ber sermayê qerisîn û mirin. zarok di hembêza dayikên xwe de mirin û dayik bi rojan bi cesedê wan re razan. dîsa zarok wisa bi cesedê dê û bavên xwe re man di bin wan molozên sar de û di tarîtî û sermayê de. min bihîst ku hinekên ku di binê kavilan de mane, ji ber neçarîyên, xwestine xwe bikujin lê nekarîne. gelekan dengê hezkirîyê xwe bihîstin di binê kavilan de lê ji ber tunebûna alîkarîya profesyonel û alavan, man û man heta ku ew deng hatin birrîn.

welhasil tofan bû.

akp jixwe wê biçûya. jixwe aborî û demokrasîya tirkiyê wêran kiribû û wisa biçûya lê bi vê tofanê, vî welatî bi rastî jî hilweşand û danî wê erdê. belkî tekane tişta erênî ew be ku wê ev bêbav nekarîn ji bo hilbijartinê êrîş bibin ser rojavayê. lê vê erdheja kambax jixwe li rojavêyê xistiye.



16.02.2023 20:33 | simurg56

dengdanên dawîn (yên din..)
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
seyda perinçek [1]
Bavê wî cangorî ye di sala 1990î li gundekî qoserê şehîd ket. Dibê ku ...
belki ev jî bala te bikişînin
» 06.02.2023 erdheja elbistanê

Kategoriyên mijarê:: nuce nuce nuce
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî