1. [Kul û derdê ciwanzêr bû]
Şereke sar yê ku ji ber nelihevkirina 12 giravên ( ya rast hejmara wan 12an bêhtir e) derya egeyê di navbera her du dewletan de diqewime ye. Niha deryaya bi ser axa herdu welatan jî 6 mîl e, lê belê yewnan daxwaz dike bahra xwe derxe 12 mîlan. Ev yek ji bo dewleta tirk sedema şer e.
Ji ber vê rewşê û ji ber dîtina gaza xwezayî ya li derya med artêşa yewnan hêzên xwe yê deryayî û hewayî bi piştgiriya emerîqa û fransa gelekî xurt kiriye. Herweha bo derxistina gaza xwezayî bi îsraîl, misir û qibrisê re hevpeymanî daniye. Ji ber vê yekê tê hêvîkirin meha pêşiya me an ya pişt wê dewleta yewnan deryaya bi ser axa xwe ve derxe 12 mîlan.
|