Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
di xewnan de jî ez ê zimanê xwe winda nekim - tirşik
di xewnan de jî ez ê zimanê xwe winda nekim | 2010
Nivîskar: Séchu Sende | kurmancî | roman | 144 rûpel

Kesê ku dikare vêga van rêzan bixwîne, ev kitêb ji bo te hatiye nivîsandin, muhatabê van peyvan tu yî. Kitêbeke ku bi serê zimên li formulên azadiyê d...
di xewnan de jî ez ê zimanê xwe winda nekim
(4) (2) (1)
di mijarê de bigere

1. pirtûkekî BI Komkirina çîrokan hatiye avakirin E Û gelek serkeftî ye. ji hêla séchu sendegalîzanî ve hatIye nivîsandin. weŞanÊn avesta WERGERANDIYE KURDÎ. sedema HER ÇÎROKEK JI HÊLA NIVÎSKAREK HATÎYE WERGERANDIN, PIRSGIREKÊN WERGERÎ çêbûye. LÊ DÎSA JÎ divê HER FERDÊN KURD BIKIRE Û BIXWÎNE. DIVÊ HEVALÊ HEMBEXTIYÊ ZIMANÊ XWE galÎsyanÎ nasbIke Û EV ŞERÊ KURDî NE TENÊ YE, BILA FÊR BIBE. HA EV JÎ HEYE, HER ÇÎROK ZADÊ XEYALÊN PIR BERFIREH E. DEMA MIROV DIXWÎNE CARIN TÊ DIKENE CARIN JÎ DISEKINE, XWE DIKE GIRî. lê timî xwe dixwîne. jI bo vî havî jî pIrsgIrekêN WERGERÎ NABE BARÊ GIRAN.



14.10.2013 23:40 | biruya hayao miyazaki

2. serkeftîbûna pirtûkê ji hejmara wergêrên Kurdî jî xuya dike.



Wergêrên kitêbê:Fahriye Adsay, Mehmet Aktaş, Remezan Alan, Arjen Arî, Hêja Bağdu, Rûken Bağdu Keskin, Ferhad Birûsk, Fewzî Bîlge, Selahattin Bulut, Şukran Çaçan, Silêman Demir, Şerif Derince, Mehmet Dicle, Mûrad Dildar, Receb Dildar, Ismail Dindar, Lorîn S. Doğan, Husên Duzen, Zana Farqînî, Irfan Guler, Gulîzer, Dîlber Hêma, Sacha Ilitch, M. Alî K., Yakup Karademir, Metin Kaygalak, Abdullah Keskin, Songul Keskin Duraker, Mahmûd Lewendî, Hesenê Metê, Ergîn Opengîn, Osman Özçelik, Şivan Perwer, Fatma Savci, Salih Yillik





di 4 hefteyên berê de çapa 4an jî derketibû.



24.01.2014 00:15 | berxweda

3. pirtûka ku bi navê xwe ketiye di ofsaytê de.. zimanê xwe winda ne/kirin çi ziqqum e îcar?



24.01.2014 01:31 | endazer

4. pirtûka ji avestayê derketî a bi bûhayekî gelek bîçûk dihata firotin e.

ez ne xelet bim, li tûyapa amedê bi 1 tlyê dihat firotin. min jî ji wir standibû.

pirtûkek gelek xweşik e, ji ber ku ji çîrokên di derbarê gelê galîsyayê dike pêk tê. lê ji ber ku di nav çîrokan de gelek xeyal felan hebûn, warê fêmkirinê de ez hinekî ketim zehmetiyê de. wê demê xwendina min jî ne baş bû ji xwe.

rewşa galisiyan jî bi rastî eyn wek a me ye. ciwanên wan jî ji axaftina zimanê xwe fihê dikin, zimanê wan jî bûye zimanê bav kal û pîran. dema mirovan çîrokên wan dixwîne, dibêje qey behsa kurdî kurdistanê dike.

divê herkes vê pirtûkê bixwîne, ji xwe kurt e û ji çîrokan pêk tê bi hesanî tê xwendin



24.01.2014 12:58 | brusk56

5. du sal berê min xwendibû lê min fêm nedikir ji ber ku haya min qet ji galîsyaniyan tunebû min digot dibe ku galîsyanî tiştekî xeyalî be û bi zimanekî qerfî û îronîk di bin navê galîsyaniyê de rewşa kurdan tê qalkirin lê paşê fêm kir ku galîsyanî jî netew e û weka me bindest in û ev pirtûk jî werger e*)) wergêra pirtûkê ji aliyê gelek kesan hatiye kirin lewma mariv nikare nirxandinekê giştî bike hin kes xweş wergerandiye mariv pê nahese ku werger e yan na, hin kes jî nexweş wergerandine dengê teqûreqê ji çîrokê tê têde çîrokên pirr balkêş hene û pirr dişibin me. mariv dibêje qey behsa kurdistanê tê kirin hin galîsyanên tirşikçî wek tirşikçiyên me ne ji galisîbûna xwe eciz in û şerm dikin ku bi galîsyanî bipeyivin gava ku bi galîsyanî dipeyivin xwe wek gundî, gava spanyolî dipeyivin jî xwe nûjen û wek bajarî dibinin lê kêfa min hat min gotibû bi xwedê em ne tenê ne*))



24.01.2014 16:44 | ferhenga şikestî

6. merdimê zana û alimî nê babetan vanê di qistas û krîter estê bi ma dano zanayiş ke merdim çenda hakimê ê ziwanî yo;



1- Eger kesêk hewnanê xwo bi çi ziwanî bivîno hakimê ê ziwanî yo, yanî bi manayo bînî jiyanê eyî rojane de dominant ziwan o yo.



2- fina eger kesêk bi kamcîn ziwanî hûmaran ( hejmaran) bimaro, mîsal pereyan bimaro yan zî hûmara telefonan bi ê ziwanî kodî biko, delalet o ke ê ziwan mohrê xwo visto mezg û zerrîya ci.



24.01.2014 17:56 | prode_pasha_chinyo!

7. pirtûka ku zilamekî nivîsiye lê pirraniya lehengên wê jin in.



13.09.2014 02:20 | berxweda

8. pirtûka ku bawerim li bakurê kurdistanê di nav kitêbên kurdî de herî zêde wergera wê ya kurdî hatiye firotin.. li amedê belkî du sê caran dema ku ez diçûm pirtûkfiroşgeha avestayê, her carê xanima ku li ber pirtûkfiroşgehê dima, ev pirtûk nîşa min dikir, digo buhayê wê erzan e û xelk gelek dikire, tu jî nakirî.. *



13.09.2014 02:24 | endazer

9. pirtûka çîrokan e ku di bingeha xwe de çîroka kurdan û çîroka gelên bindest dibêje ye.



19.01.2015 23:01 | berxweda

10. pirtûkek jî aliyê gelek kesan hetiye wergerandin. Wan kesan yekê jî şivan perwer e. Wergera wî baş bû Min wergera çend Kesan bi zehmetî xwend. Çend peyv têde hebû tu dibê qey li marsê aniye. Bi ya min ev qas jî nabe peyvên rojane bin bila Kurdî nebin



29.11.2019 09:29 | kajav

11. pirtûkek xweş bû. çîroka wergerandina vî pirtûkî jî ecêb e.



29.11.2019 14:01 | kurê xelkê

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» jîngeh
» zimanê kurdî pîroz e
» xwendevan vs xwendekar
» windabûna nivîskarên tirşikê yên populer

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi pirtukweje ziman
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî