Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


12 mijar û 19 peyam
8ê adarê roja jinên cîhanê - tirşik
8ê adarê roja jinên cîhanê
(9) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. roja jinên cîhanê her sal li gelemberiya dinyayê di 8ê adarê de tê pîrozkirin. rojek e him ji bo bîranîna jinên hatine qetilkirin him jî ji bo balkişandina li ser tevgera azadiya jinan, wekheviya zayendî û şîdet û tundiya bo jinan dibe mabestek bo sazî û dezgehên mafên jinan û zayendên din.



08.03.2023 11:28 ~13:22 | xelîl

2. Nasekî min(mixabin),li Instagramê de story parve kiriye: zilamên ku ji pişt me dipeyivin, 8ê adara we jî pîroz be.
Were û vî kerî bike mirov



08.03.2023 13:11 | bese binale welat ji kul û derda

3. Esla wê roja jinên kedkar ên cihanê ye û cara yekem li yekîtiya komarên sovyet ên sosyalîst bi fermîtî hatiye qebûlkirinê. Paşê dema ku li neteweyên yekbûyî tên fermîbûna wê tê dîtin -bi bandora kapîtalîstan- wek ''roja jinên cihanê'' tê qebûlkirin.
Pêşiyê armanca wê mezinkirina têkoşîna jinên karker û yên bindest bûye û çalakiyên xurt jî pêk hatiye lê paşê li sîstema kapîtalîst da ev roja têkoşînê bû roja ku ji jina re diyariyên biha distînin. Niha ez dibînim ku tu bandora vê rojê jî nema û hê dikarim bêjim êdî zirar dide jinên kedkar.



08.03.2023 15:18 ~2023.03.09 21:11 | pêşewa

4. Navê jina mêrikî "jiyan" bû û bi vî awayî mêrik 8ê Adarê pîroz kir:
"jin jiyan e jiyan jina min e"..

8ê Adarê pîroz be. "jin jiyan azadi"



08.03.2023 17:04 ~17:04 | horhorik

5. Îro li Batmanê tuba özel hat kuştin. Here lînkê



08.03.2023 22:00 | bese binale welat ji kul û derda

6. Roja ku bingeha wê bi mirina dehan jinan di sala 1857'an de hatiyê danîn. Ew roj di eslê xwe de ne rojeke were pîroz kirin e lê bi bandora kapîtalîzmê niha wek şahî wek cejnê tê pîroz kirin.
Tu mêrek xerab bî lê wê rojê gulek bikirî tu dikarî xwe ji xerabiyê xelas bike
Tu mêrek qenc bî lê wê rojê gulek nekirî tu ê bibî yekî nebaş.
Lewma mantiqê tê de negerin û bibêjin
"8ê adarê roja jinên cîhanê pîroz be"



08.03.2024 12:44 ~12:45 | çaya germ

dengdanên dawîn (yên din..)
nexweşiya mirovê vî wextî [1]
Pirsgirêkek din: her kes di bubble-ê xwe de dijî. Tenê mijarên hilbija...
helbestên ku tirşikvanan nivîsandine [1]
Xwîna-Pak Ji te re dibêjim, Tu yî tu! Erê hem jî gelek baş dizanim...
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1]
Raffî Mardoyan - fatima salih axa

...
helbestên ku tirşikvanan nivîsandine [2]
Li pey Xeyalekê Her caran bo te hewil didim Helbestên pes...
şêx seîd [2]
Şêx Seîd, Şêx Muhemmed Seîdê Neqşîbendî an jî (stur: Ş...
belki ev jî bala te bikişînin
» 8ê adarê roja jinên cîhanê
» adarê
» rojanekirin
» jinên ku ji balqonê xaliyan daweşînin

Kategoriyên mijarê:: nuce dirok nuce dirok nuce dirok
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî