1. "Ev malper ji aliyê yûsiv ve bi temamî bi hezkirinê hatiye çêkirin" |
|
05.04.2023 16:35 |
cinorek
![]() |
3. Bixêr be, malperekî gelek baş çêbûye.Tu dikarî domainek bistînî û vî bloga xwe li ser wî navê bişopînî. |
|
06.04.2023 21:15 ~21:18 |
brzn
![]() |
4. wey mala we ava. gelek spas ji bo gotinên we yên xweş. di serî de min par li ser Hostingê gelek sekinî lê google kêşe derxist û min got bila vê carê bila wisa be. di hişê min de heye derbasî hostingek bibim lê bi rastî di derbarê vê de zêde xwedî agahî nîn im. wek ku min li bin mijara evrimagaciyê de jî gotibû niha ev malpera min bi taybetî ji bo tomarkirina nivîsan e. min dil heye salek an du salên din bi komek hevalan re derbasî malperek profesyonel bibim. ez li benda rexne û pêşnîyazên we me... hûn her hebin... |
|
06.04.2023 22:35 |
yûsiv
![]() |
5. Niha jî vîdyoyan werdigerîne Kurdî. Tiştê ku ew parve dike hêjayî xwendinê ye. Bi kurdî pir xweş dinivîse.Bi xêra wî û kurdî a wî tiştên pir baş derdikevin holê. Ez hêvî dikim ku ew herdem berdewam bike. Ger kurdiya min jî bi qasî ya wî baş bibe, ez jî ddixwazim tiştekî wiha bikim* |
|
18.06.2023 22:46 |
horhorik
![]() |
6. Bi encama mehekî gelek tiştên tê de hatin guherîn û pêş xistin. navruyek nû hate barkirin û navek nû hate lê kirin. Tê de beşa warê hunerê hat vekirin ku wê tê de di derbarê hunerê de şandî werin parve kirin. Êdî malper profesyoneltir xuya dike û êdî bi domaina (navmalper) warezanine.comê berdewamî weşana xwe dike. |
|
30.07.2023 15:57 ~2023.07.31 11:07 |
yûsiv
![]() |
7. Malperekê xweş û têr û tijî ye. Hêviya min ev e ku ji ber îstatîstîkên kêm ên serîlêdana malperê ber xwe nekeve û bi berhemdariya xwe her tim bidome. Û her wiha ji aliyê kadroyê ve qelebalix û kolektîf be wê emirdirêj be. Ji aliyê kalîteyê ve bi rastî jî ya pîrozkirinê ye. Ji aliyê mijarê ve rengorengo ye û mijarên xwe bi zimanekî ji dil honandiye geh ên hunerê geh ên zanistê. Him ji ser feederê û him jî ji ser jetpackê ketim şopa malperê. Divê bê xwendin û parvekirin. Siheta Yûsiv xweş be, enerjî û motîvasyon her tim pê re be. (◍•ᴗ•◍)✿♡ |
|
04.10.2023 20:45 ~21:06 |
biruya hayao miyazaki
![]() |
![]() |
mirin [3] |
![]() |
zerde [2] |
![]() |
mey dost [3] |
mey dost [5] |
|
![]() |
mey dost [5] |