Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 10 peyam
qedexe me - tirşik
qedexe me
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Stran û helbesta hekim sefkan e ku bi ganî nar re dixwîne û sosyolojiya welatê me radixe ber çevan bi dilê bi xwe sewidandin.



(bnr: )



16.10.2013 00:21 | dîno

2. helbesta ku min îsal li şahiyeke kurdîderê xwendibû, ye. lê çi xwendin, min hêwan hejand. min keys neda tu kesî ku wan hilm bistandan, li cihek binihêriyan. ew şaş û mat mabûn û digotin kesekî wisa li dinê maye qey, kesekî helbestekê wisa ji dil dixwîne û mirovan ewçend mest dike.. temam temam ez dev ji derewan berdim û ya rast bêjim ji ber kelocanê min di kêlikekê de helbest xwend û ez bilez çûm maseya xwe rûniştim.

ev jî helbest e:



wekî bavê xwe me

wekî navê xwe me

wekî gavên xwe me

ez qedexe



me min nexwînin, min nexwînin, min nebînin,

ez qedexe me



ez ji welatê qedexe xwe me, heval

li warê me, tu ne tu yî

hinek nav li te dikin

hinek kirasê te dibirin

hinek gunehên te dibêjin û hinek nalê mirinê te dibêjin



hertiştî nebîn,

ku te dît, nebêje.

ku te got, wê gotinên te li hustê te bigerînin

û wê te bi dîtinên te ve bidardakin.

li welatê me her tişt qedexe ye



wek birîna xwe me

wek evîna xwe me

wek nêrîna xwe me

ez qedexe me



min nexwînin, min nexwînin, min nebînin,

ez qedexe me

ji derewan re li çepikan bide,

derewên doooooost û dijminan.

şerm neke.

tu rastiyan biçînî, wê derew şîn bên.

ezman derewan li erdê dike,

erd li me û em li hev.

hezar dost, hezar soz, hezar derew.

rastî qedexe ye,

ez qedexe me.



min nexwînin, min nebînin, min nenivîsînin,

min nas neke,

bi agirê min neyê şewitandin, heval.



cem yar û neyaran

her cîh û diyaran

weke kêla xwe me, ez qedexe me

weke keda xwe me, ez qedexe me *



03.03.2014 00:01 | mergehez

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» qedexeya dîtina peyamên siyasî

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi muzikstrn wejehlbst
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî