Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    4 mijar û 6 peyam
    ateîzm - tirşik
    ateîzm
    (5) (7) (11)
    di mijarê de bigere

    1. Riya rast e.



    2013.10.16-15:49 | mergehez

    2. Ew rêya kesên ku ji quranê baş fam kirine tê de dimeşin.



    2013.10.16-16:23 | gernasnenas


    4. dînê elÎt û bûrjûwayan.. yên qedemeyekî bilidntir ji xwe re dibêjin deîst.. yanî çi? yanî ne tenê xan û man, cil û berg, cihên lê dixwin û vedixwin her wiha xwuda û îman û îtîqada wan jî ji ya xelkê cihêtir û ciyawaztir e.. teorîyeke beredayî ye.. ji bin dûvê kê derketiye nizanim lê wê heta hetayê her wek teorî bimîne.. heyîna xwudê mirov dikare bipeyitîne lê neyîna xwudê ne mimkun e.. ji ber ku tişta tune ji xwe tu kes nikare behs bike.. ji xwe ateîstên biçekî micîd dibêjin em ji xwudê bawer nakin yanî xwudê heye lê ji ber ûşt û egerên muxtelîf me bawerî pê nîne..



    2013.10.16-17:37 | endazer

    5. endazer çîroknûsekî heyf e





    bnr: http://www.tirsik.net/e/12928



    2013.10.16-17:41 | gernasnenas

    6. bawerîyek karîzmatîk e.

    dema mirov xwe ateîst hîs bike, her wiha wisa hîs dike ku sînorên aqlê wî rabûye, xwe ji zîncîran rizgar kiriye û derbasî boûta 31. bûye. ((bnr: ez ji xwe dizanim)) ji aliyê din ve forsa wê mezin e, karîzmaya ku dide mirov zêde ye û li gorî vê hişmendiyê sedem û çareseriyên pisrgirêkên dinyayê gelekî hêsan e.

    lê belê mixabin hevalno ji we re xebereke min yê xerab heye: xweda heye



    heçiyê dixwaze dikare pirtûka richard dawkins ya bi navê the blind watchmaker (bi tirkî kör saatçi) bixwîne. (ku camêr weke bavê neo-darwînîzmê tê nasîn)

    beşên ewil de qala hinek sîstemên bîyolojîk dike (ku wê li vir baweriya we bi xwedê were)

    û beşên din de hewl dide ku we îkna bike ku ev hemû dikarin bi saya teoriya werarê pêk were (ku li vir nikare mirov îkna bike û we weke bawermend dihêle)



    2013.10.16-21:36 | simurg56

    7. (bnr: xwedê mir)

    (bnr: nietzsche)



    (bnr: bi ateîstan re girtina govendê)



    2013.10.16-22:13 | biruya hayao miyazaki

    8. (bnr: the god delusion)

    (bnr: şaşiya xwedê)



    2013.10.16-23:13 | mergehez

    9. ola kesê ku ji xwedê hez nakin e.



    2013.10.17-02:13 | bawero

    10. bawerkirina nebuna xweda ye. lê vê derê tevlîheviyek heye ateîst ne ku hewl didin nebuna xwedayî îspat bikin lê armanca wan ew e ku delîlên hebuna xweda dipeyitînîn pûç derxin, herdu ne wek hev in. loma hinek heval hawar hawarê dikin ku nebuna tiştekê nayê îspatkirin. ji xwe mesele ew e kes nekare hebunê îspat bike.



    2013.10.17-11:32 | azadixwaz


    dengdanên dawîn (Yên Din..)
    kaçax [1]
    Kenaleke youtubeyê ye. Xwudiyê wê ciwaneke farqînî ye. Çîrok û kûrteme...
    bincil [1]
    cilÊn binde.. qeta zemÎnÊ ya kincÊn li ser me mirovan.. bi qewlÊ ÎngÎl...
    mît [1]
    (paldayi: di karantînaya biharê de înterneta min pir qels bû ku nedibû...
    di kilamên dengbêjan de teswîrên balkêş [1]
    Teswîrên pirranî li ser bedena jinê ne. Di bedena jinê de jî bi taybet...
    di kilamên dengbêjan de teswîrên balkêş [1]
    gelek in.. bi taybetî jî di yên dengbêj huseynê farê û (vbnr: ...
    belki ev jî bala te bikişînin
    » ateîzm

    Kategoriyên mijarê:: yendin oldin
    nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


    sitemap
    reklamokên beredayî