Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


19 mijar û 28 peyam
pêşniyarên taybetmendiyan ji bo tirşikê - tirşik
pêşniyarên taybetmendiyan ji bo tirşikê

Navê mijarê ya ewil ev bû:pêşniyarên taybetmendiyê ji bo tirşikê
(18) (1) (1)
di mijarê de bigere
li bin vê mijarê dikarî pêşniyarên xwe ji bo taybetmendîyên/guhertinên nû yên tirşikê bikî. Çi hat bîra te, binivîsîne. biçûk an mezin!
em ê li pêşniyaran binerin û yên pêkan di "tirşik v3.0"ê de bisepînîn!

18. bila rozet werinnnn. wekî ekşî ye: Here lînkê



04.11.2023 19:38 ~19:39 | horhorik

19. Mirov dikare ji malperên wek reddit , urbandictionary , flarum.org , quora, evrimagaci li van malperan de taymetmendiyên piçûk lê tiştên girîng hene.Mirov dikare ji wan tiştan bigre.Bila %100 jî neşibe wan lê bila formata tirşikê jî xirab neke.



08.11.2023 10:29 | brzn

20. min li ser quora ye dît ku chatgpt jî bersivan dide mijaran. ji bo tirşikê jî dikaribe were kirin ê baş be. li ser mijaran ji bo chatgpt beşekî were vekirin û mîna li bin cîhê wêneyan peyama chatgpt hebe.



28.11.2023 17:48 | horhorik

21. Bila dawî ya salê îsal kî/ê çi ye tirşikê yê bila were nîşankirin.

Mînak:
bihesibînin ku min îsal gelekî li ser mijara dîrokê nivîsand:
Dîroknasê tirşikê ya îsal: Horhorîk

Mînak:
Nivîskarê ku radyoya tirşikê ê herî zêde guhdar kir:
Stranhezê tirşikê ya îsal: filan kes

Û hwd.

(bnr: spotify wrapped)



10.12.2023 12:34 | horhorik

22. Bila mijarên siyasî tenê nivîskarên 100 (li gorî min 200) nivîsîbin tenê li cihê mijar û peyaman de navê mijarên sîyasî bibînin. Mevan û nivîskarên bin 100î nivîsî in bila ne bînin.

Hem ji bo tirşikê û hem jî ji bo bi azadî em binivîsin.



12.12.2023 22:09 | horhorik

23. Ez çi bikim dengê min nayê bîstin û ez çi bikim jî ez nikarim binnivîsên the Godfather ku min wergerandiye bi we re parve bikim. Ji bo xwedê dev ji ev sîstema nedemokratîk berdin. Bila sîstema nû ne elîtîst (bijarexwaz) be.



21.12.2023 20:14 | fera_şimikê

24. Dîsa dibêje "hişyarî=ev peyam aîdê çomezek e, loma hê nehatiye weşandin. tenê admîn û moderator dikarin van peyaman bibînin".
Halê we ne tu hal e!



21.12.2023 20:17 | fera_şimikê

25. Mijarê siyasî bira ji hemû kesî re vekirî be.



22.12.2023 19:48 | xweperest

26. Mînakek ji bo bernameys androidê ya tirşikê:
Here lînkê

Dikare wekî we tiştek çêbibe.



16.01.2024 00:59 | horhorik

27. Mijara me daye meraqê bê ka ev nivîsên di bin vê derê de hatine nivîsîn wê kengî werin berçavkirin û têkevin merîyetê. Ev çi wextê de pêşniyar tên komkirin lê tu gavek hîn nehatiye avêtin.



26.01.2024 22:44 | tîrêj zana 21

28. dema mirov bêhemdî çepik an reşikekê dide peyaman ladanê wê pir teşqele ye, me dîsa pê li bişkojê bikiraya û jê biçûya ê çêtir bûya. wekî dî divê xuya be heke te çepik an reşik daye peyamê an na. bo wêne ku te berê çepik dabeyê bela rengê bişkojê cida be da mirov pê bizane.



27.01.2024 16:18 | keyomerd

29. dema navê mijarekê tê guhertin bnryên ko ji bo wê mijarê hatine vekirin pûç dibin. divê dema navê mijarê bê guhertin ew bnryane jî xweberê bên guhertin.



06.02.2024 00:03 | keyomerd

30. dema tu pûanan didî fîlman pûanê ko te daye di wê qûtîkê de xuya nabe. carinan mirov ji bîr dike ko pûan daye fîlmî û dîsa didê lê dibîne ko berê jî dayeyê. divê di wê qûtîkê de xuya be pûanê mirovî.



10.02.2024 11:58 | keyomerd

31. dema mirov fîlman li tirşikê zêde dike navê wan xweberê dibe almanî û em bixwe îngilîzîya wî dinivîsin. divê sîstem xweberê navê îngilîzî tomar bike wek agahîyên dî. û fragmana wî jî bi min jixwe li ser rûpela imdbyê heye bela ji wir bistîne û tev lê bike. ne hewce ye em xwe bitabînin biçin youtubeê fragmana wî bibînin. jixwe kes fîlman li tirşikê zêde nake balê bela hêsan be da ko em jê sar nabin.



13.02.2024 11:58 | keyomerd

32. di rûpela îstatîstîkên tirşikê de hinek şaşî hene.
Here lînkê

(bnr: mîjarên têr peyam)
Ew dibêje di bin mîjara xetîre de qasê 1598 peyam hene. Lê ne werg e.



17.02.2024 10:54 ~10:56 | cinorek

33. Nivîskarên ku hêj negihîştine sed peyamî, divê karibin xwe bigihînin peyamên siyasî yên ku wan bixwe nivîsandine.



19.02.2024 18:48 | çaya germ

34. 1- Divê li frame a çepê her tim hejmara mijaran sabît be. Wek mînak 40 mijar. Di hin rojan de hejmara mijaran dadikeve 2-3 û hesteke valatî û têkçûnê dide. Ev yek wê tirşikê dîmena niv-mirî bûnê derxe û zindîtir bike. Li bakur Kurd û Kurdî di rewşek taybet û awarte de ne û heta ev rewş bidome li tirşikê jî wiha çareseriyek awarte divê bê pêk anîn.

2- ji bo fînanse kirina tirşikê li Patreon û cihên wiha de hesab bêne vekirin û lînkên wan hesaban jî wek banner li tirşikê di cihên reklaman de bê bicîh kirin.



19.02.2024 19:25 | xidiran

35. Logo divê bê guhertin -.-"



05.04.2024 21:21 ~2024.04.06 00:46 | keloş

36. - hêsankirina barkirina wêneyan li mîjarek nû heke ku formata tirşikê xirab neke.
- Hin qalibên bnr 'yan (yên zÊdetir tên bi kar anîn) hebe bin butonek bi navê bnr +
- li ser serrupela tirşikê menûyek wiki hebe ku têde , tirşik çi ye,mîjar çawa tên nivîsandin ,li ser tirşikê pêşniyarên nivîsandina mîjaran , tu dikarî çawa binivsînî û hwd.



13 roj berê 09:57 | brzn

37. Meriv paş zemanekê tirşikê jebîr deke.
Keşka tirşik de mêhê da carê le endamên xo ro emailekê bişîne û tiştên eke "peyamên herî rind ên meha çûnî" parwe ke.



13 roj berê 11:21 | alîbeg komêrî

dengdanên dawîn (yên din..)
hêklo meklo [1]
zûgotinokek ji herêma serhedê ye. me, du kes, çar kulmên xwe dikirin ...
un çiyayê [1]
Çend gotinên wê nayên fêhmkirin, lewma gotinên min nivîsandin te temam...
komîsyona edebîyata kurdî a zanîngeha boğaziçiyê [1]
ev komeleya ji alîyê xwendekarên zanîngeha boğaziçiyê hatîye dameziran...
peyvên ku ji kurdî ketine tirkî [1]
peyv û têgeh û qalib û biwêj û gotinên pêşiyan yên ku tirkan ji bo zim...
zwilling [1]
peyveke almanî ye. wateya wê cêwî ye. herweha navê markaye...
belki ev jî bala te bikişînin
» pêşniyarên navên kurdî yên tirşikvanan ji bo prezervatîvê
» tirşikê bixwin lê nebin tirşikçî

Kategoriyên mijarê:: tirsik tirsik tirsik
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî