Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
ji bo berbelavtirkirina tirşikê pêşniyarên nivîskaran - tirşik
ji bo berbelavtirkirina tirşikê pêşniyarên nivîskaran
(12) (2) (3)
di mijarê de bigere

1. bi qasê ku ez dizanim di warê ferhengên înteraktîv yên kurdî de heta niha http://bijwen.sozlukspot.com/ û http://www.ferhengamed.com/ ji aliyê kedkar û xêrxwazên vî zimanî ve bi tab û zehmetiyên mezin hatine danîn lê her du ferheng jî çendî vekirîbin jî ne çalak in yanî ev serê çend mehan e kesek di van ferhengan de nanivîse..

ji bo ku qedera tirşikê jî nebe wekê ya van ferhengên hemta û hemziman û hemarmancên xwe û hît û popûlarîteya tirşikê roj bi roj zêdetir bibe mirov dikare çi bike gelo?



07.06.2013 17:14 | endazer

2. pêşniyarên ku piştî sîstem tam rûnişt, wê werin bi cî anîn, in.

weke mînak reklam dayîna rojnameya azadiya welat. berê ji bo wergerine.com bi vesîleya cejnekê hatibû dayîn.



07.06.2013 17:16 | simurg56


4. (bnr: xweyê sebrê milûkê misrê ye)



07.06.2013 17:21 | simurg56

5. bi min, ji bo em bikarin zêde kesan bikişînin vê malperê rêyek tenê heye ew jî medyaya civakî ye. * (facebook û twitter)

weke mînak reklam dayîna azadiya welat zêde fayde nake. ji ber ku kesên tu dixwazî xwe bigihînî, belkî sedê yekê xwendevanên azadiya welat in. kesên ew potansiyel hene ku bikevin internetê û malperek wisa de tiştek binivîsin, li medyaya civakî de ye.em dikarin hesabek a twitterê û facebookê vekin ji bo reklamê, ez bawerim ev rê wê pir serketî be .



07.06.2013 18:13 | brusk56

6. pêşniyarên ku hê jî em mûhtacê ne, ne.

bi alîkariya twitterê gelek nivîskar tevlî me bûn. lê ji bo tevger li malperê xelas nebe, parvekirin û ronakkirin kêm nebe û tama tirşika me xweştir be hê gelek nivîskar pêwist in.



09.07.2013 13:26 | simurg56

7. gelo çima tirşik facebookê de malperekê venake? zerdeşt



09.08.2013 23:44 | azadixwaz

8. bikaranînê mirov gelek zehmetiyan dikişîne divê hinek hêsan bibe û xalên teknîk bêne parve kirin.billa zêde nebe tirşikekê tevlîhev.



10.08.2013 00:42 | kelha bayê

9. stasitk lazime.pesin lazime,peyamên baş ê heri hatine rayaden tiştên wisa ,ji bo motivasyona niviskaran pêwiste di her ferhengê de ji ev yek heye.



01.09.2013 12:54 | tivirloismail

10. Dema mirov ji bo ispat kirin û zêde agahîdayînê navşina hin malperan didê, mirov nikarê wê navnîşanê bitikînê. Lazim e pêşiyê mirov wê navnîşanê copy bikê û paşî di darikê lêgerînê ve bikê.. Ev yek lazim e were rast kirin. Dema mirov navnîşanekî bidê, lazim e dema mirov wê bitikînê, ew navnîşan vebê..



06.09.2013 21:08 | nan û av

11. pêşniyarên ku em hê jî wek konseya rêveber ya tirşikê li hêviyê ne..



26.09.2013 21:25 | endazer

12. berî her tiştî divê hemû kêmasiyên teknîkî werin temamkirin

divê roj berÎ rojeke din versiyona mobÎl ya tirşikê were çalakkirin..

û nivîskarên tirşikê jî divê ji bo hemÛ hevalên xwe yên kurdîzan behsa tirşikê bikin û bi taybetî jî li mecrayên sosyal medyayê yên wekê facebook û twitter û ferhengên înteraktîv yên tirkî reklama tirşikê bikin..



23.12.2013 00:16 | endazer

13. û yek jê, dema mirov li er googleê mijarên ku tenê di tirşikê de hene jî digere, tirşik dernakeve.. ev yek çawa tê eyarkirin nizanim lê divê di lêgerînên googleê de jî peyam û mijarên di tirşikê derkevin..



23.12.2013 00:20 | endazer

14. çeppik ji te ra.. ev mijarek gelek girîng e... dema min tirşik dît min pir eciband û hevalên xwe yên kurdîzan jê hayîdar kirin... hêviya min ev e ku bi bi xêra tirşikê kurdî pêşda hare...



23.12.2013 00:26 | gokerr

15. nivîsîna agahî û zanînên tijî da ku mirov tiştên bi fêde peyda bike û çêjê jê bigire.



23.12.2013 03:27 | dijber

16. werin em derewek wisa biavêjin; di tirşikê de qîz ji kuran re teklîf dikin. ne ne min biborînin ez vegerîm ji vî fikrê. te ew dît piştê du sê rojan liha tijî apore û rijî bu.



23.12.2013 16:54 | deqlok

17. sîstema terîqeta adnan oktar.. ji bo kêmasiyên tirşikê jî dê bibe derman.. pêşiyê divê em nivîskarekî qeşeng, çeleng, şayîk û levhatî ji nav nivîskarên tirşikê hilbijêrin -ne şert e ku illeh ez bim, dibe ku yek dî jî be- paşê em ê ligel çend modêl û mankênên xweşik û cazîb û dawetkar kontratekî Îmze bikin.. tabî di vê qonaxê de pirsgirêka fon û fînansmanê dê derkeve, bavûkalanan belesebeb negotine kesê jinê bîne, divê an tûrek perê wî an ji barek derewê wî hebe.. wekê ku herkes jî pê zane, me pere nîn in lê derew ji me xilas nabin.. neyse ez d,rêj nekim em ê mesrefên mankênan bi derewan fÎnanse bikin.. ji xwe nehewce ye ez dûmahîka senaryoya xwe bêjim..



28.01.2014 01:18 | endazer


19. pirrrrrr zehmet kirina nivîskarbûnê *

bi xwedê ger em tiştek wisa bikin wê herkes bê xwe bidirîne ji bo bibe nivîskar û ên bûyî nivîskar li her derê reklama xwe bike bêje ez jî nivîskarekî tiştekê me û wê di vê navberê de reklama tirşikê jî bike *



26.06.2014 00:55 | brusk56

20. posterên tirşikê.

ez dibêm, em 1000 heb felan poster amade bikin ji bo tirşikê. lê ev poster divê ne ji yaziciyên beredayî ên internet cafeyan derketî bin. ew afîşên ji bo hilbijartinê tên bikaranîn heye ? ên muxtaran felan hene û gelek spehî ne jî, reng û reng. li amedê pir bûn mesela ên muxtaran him jî bi rengê kesk û sor û zer.

bila grafîkerekî an jî nivîskarekî jêhatî ji me re ji bo reklamê afîşek baş amade bike. paşê em wan afîşan li her derê kurdistanê belav bikin.



mesela li amedê 300 heb, li stenbolê(li taxên kurdan) 200 heb, li êlihê 200 heb, li sêrtê 100 heb, li şirnexê 50 heb, li mûşê 50 heb felan belav bikin û li dîwarên kolanan û li camên rawestgehan bidin pêve kirin.

tabê ji bo vî karî divê em li her bajarekî, yekî bibînin ku vî karî ji bo me bike. ji bo amedê ez amade me. ji bo bajarên din jî, bi min em ê bikarin berpirsyarek bibînin.



ev pêşniyariya min e. nizanim hûn çi difikirin ?



31.07.2014 11:03 | paşê min got what the fuck

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» tirşikê de bikaranîna "bnr" û "vbnr" çawa ye
» pêşniyarên navên kurdî yên tirşikvanan ji bo prezervatîvê

Kategoriyên mijarê:: anket tirsik
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî