1. bi qasê ku ez dizanim di warê ferhengên înteraktîv yên kurdî de heta niha http://bijwen.sozlukspot.com/ û http://www.ferhengamed.com/ ji aliyê kedkar û xêrxwazên vî zimanî ve bi tab û zehmetiyên mezin hatine danîn lê her du ferheng jî çendî vekirîbin jî ne çalak in yanî ev serê çend mehan e kesek di van ferhengan de nanivîse.. |
|
07.06.2013 17:14 |
endazer
|
2. pêşniyarên ku piştî sîstem tam rûnişt, wê werin bi cî anîn, in. |
|
07.06.2013 17:16 |
simurg56
|
3. (bnr: pîrê nemire buhar tê kero nemire qîvar tê) * |
|
07.06.2013 17:18 |
endazer
|
4. (bnr: xweyê sebrê milûkê misrê ye) |
|
07.06.2013 17:21 |
simurg56
|
5. bi min, ji bo em bikarin zêde kesan bikişînin vê malperê rêyek tenê heye ew jî medyaya civakî ye. * (facebook û twitter) |
|
07.06.2013 18:13 |
brusk56
|
6. pêşniyarên ku hê jî em mûhtacê ne, ne. |
|
09.07.2013 13:26 |
simurg56
|
7. gelo çima tirşik facebookê de malperekê venake? zerdeşt |
|
09.08.2013 23:44 |
azadixwaz
|
8. bikaranînê mirov gelek zehmetiyan dikişîne divê hinek hêsan bibe û xalên teknîk bêne parve kirin.billa zêde nebe tirşikekê tevlîhev. |
|
10.08.2013 00:42 |
kelha bayê
|
9. stasitk lazime.pesin lazime,peyamên baş ê heri hatine rayaden tiştên wisa ,ji bo motivasyona niviskaran pêwiste di her ferhengê de ji ev yek heye. |
|
01.09.2013 12:54 |
tivirloismail
|
10. Dema mirov ji bo ispat kirin û zêde agahîdayînê navşina hin malperan didê, mirov nikarê wê navnîşanê bitikînê. Lazim e pêşiyê mirov wê navnîşanê copy bikê û paşî di darikê lêgerînê ve bikê.. Ev yek lazim e were rast kirin. Dema mirov navnîşanekî bidê, lazim e dema mirov wê bitikînê, ew navnîşan vebê.. |
|
06.09.2013 21:08 |
nan û av
|
11. pêşniyarên ku em hê jî wek konseya rêveber ya tirşikê li hêviyê ne.. |
|
26.09.2013 21:25 |
endazer
|
12. berî her tiştî divê hemû kêmasiyên teknîkî werin temamkirin |
|
23.12.2013 00:16 |
endazer
|
13. û yek jê, dema mirov li er googleê mijarên ku tenê di tirşikê de hene jî digere, tirşik dernakeve.. ev yek çawa tê eyarkirin nizanim lê divê di lêgerînên googleê de jî peyam û mijarên di tirşikê derkevin.. |
|
23.12.2013 00:20 |
endazer
|
14. çeppik ji te ra.. ev mijarek gelek girîng e... dema min tirşik dît min pir eciband û hevalên xwe yên kurdîzan jê hayîdar kirin... hêviya min ev e ku bi bi xêra tirşikê kurdî pêşda hare... |
|
23.12.2013 00:26 |
gokerr
|
15. nivîsîna agahî û zanînên tijî da ku mirov tiştên bi fêde peyda bike û çêjê jê bigire. |
|
23.12.2013 03:27 |
dijber
|
16. werin em derewek wisa biavêjin; di tirşikê de qîz ji kuran re teklîf dikin. ne ne min biborînin ez vegerîm ji vî fikrê. te ew dît piştê du sê rojan liha tijî apore û rijî bu. |
|
23.12.2013 16:54 |
deqlok
|
17. sîstema terîqeta adnan oktar.. ji bo kêmasiyên tirşikê jî dê bibe derman.. pêşiyê divê em nivîskarekî qeşeng, çeleng, şayîk û levhatî ji nav nivîskarên tirşikê hilbijêrin -ne şert e ku illeh ez bim, dibe ku yek dî jî be- paşê em ê ligel çend modêl û mankênên xweşik û cazîb û dawetkar kontratekî Îmze bikin.. tabî di vê qonaxê de pirsgirêka fon û fînansmanê dê derkeve, bavûkalanan belesebeb negotine kesê jinê bîne, divê an tûrek perê wî an ji barek derewê wî hebe.. wekê ku herkes jî pê zane, me pere nîn in lê derew ji me xilas nabin.. neyse ez d,rêj nekim em ê mesrefên mankênan bi derewan fÎnanse bikin.. ji xwe nehewce ye ez dûmahîka senaryoya xwe bêjim.. |
|
28.01.2014 01:18 |
endazer
|
18. (bnr: kampanyaya danasîna tirşikê a li ser twitterê) |
|
28.01.2014 11:29 |
brusk56
|
19. pirrrrrr zehmet kirina nivîskarbûnê * |
|
26.06.2014 00:55 |
brusk56
|
20. posterên tirşikê. |
|
31.07.2014 11:03 |
paşê min got what the fuck
|
21. (bnr: bike malpera destpêkê) |
|
31.07.2014 20:33 |
azadixwaz
|
22. (bnr: kampanya nû ya danasîna tirsik.netê di facebookê de) |
|
01.08.2014 12:55 |
xendekî
|
23. ez nizanim ka belavbûna wê di çi halî de ye lê di halîhazir de tu reklameke bikêr xuya nake ku çend taxim nivîskaran li vir top bike. lewma jî meriv piştî deman aciz dibe wekî li vir tenê çinginî li valahiyeke boş dikeve... |
|
25.08.2017 10:26 |
serhednişîn
|
24. Ger tirşik di nav kurdînivîs an jî ew kesên potansîyela wan heyî de bi rêya reklam, danasîn û karên popûler belav nebe dawîyê de çend nav wê bimînin vê derê û wekî tê gotin ew çend kes wê ji xwe re binivîsinin û bixwînin. 3- divê tirşik hesabeke youtube'ê veke, wekî hûn jî dizanin li ser youtube'ê weşana zindî tê'te kirin. her mehê nivîskarek ji mala xwe dikare saeteke dîyarkirî bibe mêvanê qenala youtube'ê ya tirşikê. li ser qenala youtube'ê jî nivîskar dikare kurt û kurmancî behsa mijarekê bike lê zêdetirî bi pirs û bersivan weşan rêve biçe, yanî bi awayekî înteraktîf. êdî dewr dewra teknolojîyê ye, yanî em bêjin keseke li amedê, li stenbolê, li şirnexê, li berlînê, li wanê, li stockholmê jî wê bikare weşana zindî ji mala xwe temaşe bike, pirsên xwe ji nivîskar bike. 4- tirşik dikare fanzîneke biçûk bi sponsorîya pirtûka kurdî derxe, çap bike. di vê fanzînê de hem entryên nivîskaran wê hebin hem jî danasîna tirşikê wê hebe. ev yek jî wê xelkê teşwiq bike ku bibe nivîskara/ê tirşikê û entryan binivîse. mirov dikare li ser bifikire. 5- her meh di hesabên medyaya civakî (twitter, facebook, instagram) de bijarteyên mehê divê were nivîsandin, yanî mehekê de nivîskaran kîjan mijar vekirîne, çi nivîsîne. entryên herî xweşik û balkêş wekî top 10 mirov dikare biweşîne, her meh bênavber. 6- ku ji van pênc pêşniyaran yek jî bibe ez bawer im popûlerbûn û zindîbûna tirşikê wê zêdetir bibe. baş baş. |
|
27.01.2020 21:36 ~21:43 |
lehî baranyan
|
25. Divê nivîskar xwe aşkerenekin. Divê jin û mêr bi nicka hevdûn nizanibin. Reklam divê helbet. Li ser medyaya civakî, li ser billboardan. Lê helbet divê hinek ji tirşikê re biçînin nîskê ê reklamam bidinê. Bi gotinên rijî nabe keko. Pere lazim in. Pere hebin tu dikarî kebaban jî bixwî. Lê naxwe pîyaseyek ziman çênebe nabe biraa |
|
27.01.2020 21:44 |
oceancr
|
26. Youtuberên kurd yên şopînerên wan zêde em rica ji wan dikin ku behsa tirşikê di vîdeoyon xwe de bikin lê deng ji wan nayê |
|
27.01.2020 22:00 |
tîrêj zana 21
|
27. rast e reklam û pere lazim e, lê dema kesek, sazîyek filan reklama te bike, tu yê jî ya wan bikî. |
|
27.01.2020 23:05 ~23:07 |
lehî baranyan
|
28. gelek tişt hene bên kirin. gelek jê hatine gotin. malperên ji dervey medya civakî hebûna xwe digihînin çalakbûna ser sepanên tên zanîn. hesabên tirşikê ên ser wan sepanan ne çalak in. divê li gor rojev û pêdivîyan xwe nûjen bike. her roj li ser wan sepanan nivîs ji tirşikê bên weşandin. ev barê moderatoran e. divê zêdetir çalak bin. ya dikeve ser me hemî nivîskaran jî divê em çendanî û çawanîya mijaran zêdetir bikin. |
|
14.03.2020 22:41 |
hespêsor
|
29. li ser milê tirşikvanan e. her tirşikvan divê xebatek bike. çawa? |
|
08.04.2020 13:44 |
kajav
|
30. (bnr: ev jî dike çil milyon kurd) |
|
08.04.2020 14:21 |
hespêsor
|
31. Pêşniyara min ev e ku û li gorî min ya herî hêsan jî ev e: li gorî min twittir cihekî tam li gorî reklama tirşikê. |
|
13.12.2020 11:10 |
merwano
|
32. Ji destê min çi tê ez dikim. Li van roja li ser telegramê digihîjim mirovên ji rojhilatî û ji wan re dibêjim werin tirşikê û binivîsin. heta niha du kes qeydiya xwe kirin. Hêvî dikim ku binivîsin. |
|
13.12.2020 11:26 |
yûsiv
|
33. Em dikarin lînka tirşikê li profîlên xweyê ya medyaya sosyal de bikar bînin. |
|
13.12.2020 17:13 |
lonw karda
|
34. Ew fenomenên tîktokê, twiterê,instagramê yên qaşo kurd hemû civak li dora wane em xwe biwandin, biwan xweşbikin di peyamande bi vira pesnê wan bidin û hêviya reklama bikin jiwan.. a giring emê ji şopînerên wan hêviya çi bikin * vê peyamê biavêjin kategoriya siyasî bira nebînin |
|
13.12.2020 21:39 |
shorbevan
|
35. piştî evqa salan hê jî pêşnîyarekî baş derneketibe û tirşikê berbelav nekiribe ez qe bawer nakim niha jî derkeve lê ya bi xêr. |
|
23.07.2021 00:25 |
hueyn
|
36. Heke wiha berdewam bike, bapîrê min çawa çû, xwedê ê tirşik jî eynî wisa biçe |
|
19.06.2022 00:32 ~23:04 |
evcebarê pirê
|
xeste [1] |
|
şivan perwer vs ciwan haco [1] |
|
gotinên pêşiyan [2] |
|
rojnameyên ku tirşikvan dixwînin [1] |
|
komîsyona edebîyata kurdî a zanîngeha boğaziçiyê [2] |