1. Do êvarê kurdhezê li ser hesabê xwe yê medya civakî da vîdeo belav kir û got : em çûne kafeya mualla cihekî navdar e ku bi şêranîyê xwe tê nasîn . Ji bo rojbûna hevalê xwe çûne û xwestine mûzîka kurdî lê bixin , ema garsona gotîye kurdî di pergala me da tune . |
|
21.11.2023 13:27 ~2023.11.22 00:36 |
pirtûkhez
|
2. Xwezî bêyî tikandina lînka nûçeyê me li ser tirşikê jî hîn bûya ta ku mesele çiye. * |
|
21.11.2023 15:15 ~17:48 |
cinorek
|
3. nÎşane me dike ku dijminê kurdan dîsa kurd xwe ne.. |
|
21.11.2023 20:55 ~2023.11.22 21:29 |
horhorik
|
4. duhî li ser twitterê belav bû. bikarhênereke twitterê got ez çûme mualla mêrdînê, min ji bo rojbûna hevala xwe straneke Kurdî xwestiye, lê xebatkar gotiye qedexe ye. îro ji her du aliyan jî daxuyanî hate dayîn, mualla mêrdînê jî gotiye em jixwe saziyeke kurdistanê ne, nabe en Kurdî qedexe bikin, dîsa gotine xebatkareke ne xelet daye fêmkirin, em lêborînê dixwazin. daxuyaniya xwe jî kurdî - tirkî nivîsîne. bikarhênera twitterê jî daxuyaniyek nû daye û gotiye arîşe safî bûye, xelet hatîye fêmkirin. çend kesan gotiye xwediyê wir yekê khk'yî ye û kurdekî welatparêz e. axir ev mesele di serê muallayê de teqa. lê piştî şerê xendekan piraniya kafe-mafe nahêlin Kurdî lê bikeve û xebatkarên xwe jî teşwîqî axaftina tirkî dikin. carekî li Cizîrê eynî tişt hate serê min. kafeyeke bi navê x'tanbul li Cizîrê hebû, di rojbûna hevala xwe de min got strana aram tîgran lê bidin lê lê nedan. kurt û kurmancî ev qedexeya di kafe, xwaringeh û hwd de di serê muallaya mêrdînê de -xwediyê wê kurdekî welatparêz e- teqa. |
|
22.11.2023 00:28 |
xendekî
|
5. wan lêborin xwestine. û peyamek bi kurdî belav kirine. dixuye ku reaksiyona kurdên zimanhez encam daye. |
|
22.11.2023 11:03 |
cinorek
|
6. kurd ji xelkê re gul in, ji hev re kul in. heta îro qet ji bo cihên wek starbucks, kahve dunyasi deng nekirine lê ji bo cihekê mîna mualla ku xwediyê wê kurd e bûne aktîvîst û "social justice warrior". ji eyar dernekevin! |
|
22.11.2023 23:51 |
tizbîkêş
|
dopamîn [1] |
|
sendroma kluver-bucyî [1] |
|
sendroma eisenmenger-î [1] |
|
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1] |
|
zimanê duyemîn yê gelê başûrê kurdistanê [1] |