Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


43 mijar û 84 peyam
serdestkirina çandeke li ber mirinê çawa pêkan e?? - tirşik
serdestkirina çandeke li ber mirinê çawa pêkan e??
(2) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Ev pirs ji bo Kurdên ji xeynî Soranî ye, bi fikra min ji xeynî Soranan ti grûbên kurd li mala xwe di warê çand û zimanî da serdest û serwer nîn in, yanî dema kesên nekurd ji der ve tên kurdên berbehs li gor ziman û çanda wan tev digerin û tişta ji vê yekê kambaxtir jî ew e ku; hewes û hewildaneke van kurdên berbehs heye ku wekî van kesê biyanî lê bên. Her wiha eve hemû têra nakin, ev kurdên berbehs bûne self-asîmîlasyonîst,kurdên dîtir ji Kurdbûnê derdixin bi israr li gel kurdên kurd bi zimanên biyanî diaxivin. Pirs ew e; dê ev çawa bêne sererastkirin?? Dê çawa werin ser rêya rast? Bêyî hebûna serweriya rêveberiya kurdî ev dê pêkan be?? Bêyî çendeke serwer rêvebiriyeke siyasî pêkan e? Ev her du pirsên dawîn navhev da ne. Nizanim ez ji nav meselê derneket im belkû hûn safî bikin.



10.12.2023 20:25 ~20:26 | bayê xerbî

2. Şoreşa gelê bask û rewşa zimanê baskî bo kurdan jî referansek baş e.

Gava em gelê bask mêze bikin, îro ji gelê bask %55,4ê nifûsa di navbera 16 û 24 salî de dikarin bi baskî biaxivîn. Lê di sala 1991 de tenê 22,5% karîbûn baskî biaxivin. Ew hijmar her ku diçe baştir dibe.

Kurd jî dive prosesek wisa teqîb bikin.



12.12.2023 14:24 ~17:48 | cinorek

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
wunken [1]
li gor fehma min li kurmancî wisa ye: îro roj e, rojê newroz e Ce...
bugs bunny [1]
hevalekî min gotibû bugs bunny kîvroşkekî lewçe ye, ji ber ve ...
xwarzî [1]
Rastnivîsa wê wiha ye; xwarza, çimkî ji xwar(xwîşk) û za yê pêk tê, za...
nivîskarên tirşikê çima nanivîsin an jî li ku ne? [5]
ez dinivîsînim.* lê dixwazim ser vê bipeyivim. mixabin wekî (vbnr:...
tirşik forûm [1]
(bnr: kengî jan kete hestiyên ciwan haco)...
belki ev jî bala te bikişînin
» serdestkirina çandeke li ber mirinê çawa pêkan e??
» berbang
» çawa min got niklê wî sor e, te got kew ê

Kategoriyên mijarê:: cand cand cand kurdukurdi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî