Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 10 peyam
benîşt - tirşik
benîşt
(3) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. tiştekî ku tê cutin. *

li alîyê botanê bi nave qajikjî tê nav kirin.



17.10.2013 19:17 | saladin

2. ber çem ber çem diçûme

benişt ê xwe dicûme

xelq aşiqê min bûye

dayê sûcê min çi ye?



hey dinyayê bavê min tim û daîm vê stranê digot.



17.10.2013 19:38 | ceso

3. em ji sakiz re dibêjin benîst. Baybalon. *



17.10.2013 22:20 | gelawej

4. her wiha riwekek e. dema pelên wê tê cûtin dibe wek benîşt.



17.10.2013 22:26 | gelawej

5. ya ku gotina pêşiyan ya (bnr: benîştê mêrê pîs, çîroka mêrê qenc e) tîne bîra mirov



17.10.2013 23:15 | simurg56

6. herwiha 'qajig'



18.10.2013 14:34 | rexnegirêtagirtî

7. Benîşt bo kayînê, cûtandinê ye. Ji bo kêfê û tenduristiyê tê bikaranîn.

Benîşt dikare bi cureyên şekir an aromayan jî were çêkirin ku îro pirraniya benîştan wisa ne. Li Kurdistanê hê jî gel bi xwe benîştan çêdike. Ji bo wê giyaya keleng (an kereng) gelek tê bikaranîn. Dîsa benîşt ji hin cureyên daran (benîştek) jî tên çêkirin.

Dîroka benîştê gelek kevn e. Heya dema kevirî jî rastî bikaranîna mirovan a benîştê hatiye. Bi sedan salan ji girava grekî ya îro bi navê Girava Xiyos tê zanîn ji aliyê rojavayiyan bo cîhana ereban û Asyayê hatiye firotîn. Di şarezayiya Mezopotamya û Egîptê de herwiha gelek cureyên wê dihatibûne kayîn.

Îro pirranî bi madeyên sorbîtol û maltîtol tên birengkirin ku evana bo tenduristiyê nebaş in. Ji bo kesên raxwarina sîgarayê rawestînin hin cûreyên bijîşkî jî hene.



hin cureyên nûjen ên benîştê



Benîştên pelqok-çêkirinê (bi îngilîzî: Bubble Gum)

Benîştên diranan (didanan) diparêzin

Benîşt bo bêhnên nebaş ên dev

Benîşt bo têkoşîna bi daxwaza sîgarayê re

Benîşt bo biriqandina diranan

Benîştên dijî îshel û qebizê

Benîştên dijî madelihevketin û verêşandinê



18.10.2013 15:33 | ceso

8. ji bo peyva hevsêwe, ya ku nayê cutin, lê dema zarokatîye hemû tirşvikanan cutine:

(bnr: kenîşt)



18.10.2013 21:32 | saladin

9. bi dimilî "vînce" yan zî "vîncele" vajîyeno.



19.10.2013 15:03 | kurdane

10. A ji bo min weke werzişê ye. Hem hinekî kêfa min tîne hem jî hinekî min dişixwilîne.

(bnr: werzişa tiralan)

(bnr: qajik)



06.09.2015 17:17 ~17:18 | azadixwaz

dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» benîştê qanûkê

Kategoriyên mijarê:: xwarinvexwarin
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî