![]() |
1984 | 2015 Nivîskar: George Orwell | Kurdî | Roman | 344 rûpel George Orwell bi hêza pênûsa xwe, bi şêweyekî dîsutopîk cîhaneke dûrî texmînên mirov ava dike. Di afirandina vê cîhanê de bi ser dikeve, lê mirovên ku... |
1. berhema george orwell, ya ku di nav de dinyaya paşerojê, sala 1984'an teswîr dikê ye. |
|
18.10.2013 00:43 |
saladin
![]() |
2. navÊ romaneke nivîskarê îngilîz george orwell e. li ser ûtopyaya kirêtiyê ye. |
|
18.10.2013 05:07 |
zero
![]() |
3. (bnr: distopya) |
|
18.10.2013 10:24 |
biruya hayao miyazaki
![]() |
4. ê de george orwell bi min qala mejiyên bindest û tevlî pergalê bûyî dike. sala çapkirinê 2013 bihata nivîsandin minê bawer bikira welle ji ber ku astek maye jîyana îro bîgîhîje vê ûtopya Yê... |
|
18.10.2013 14:32 |
rexnegirêtagirtî
![]() |
5. kitêbeke hêja ye, divê her utopîst bixwînin û ji ber behican hêş li xwe bikin îsot* |
|
10.04.2015 22:38 |
ferhenga şikestî
![]() |
6. wergereke hêja ji versiyona wê ya kurdî hêvî nekin lewra bi qasî ku min bihîst wergêrê wê di qada wergerê de ne kesekî bi me'rîfet e. |
|
10.04.2015 22:44 |
mergehez
![]() |
7. (bnr: pirtûkên wergerandî yên kurmancî) |
|
10.04.2015 22:57 |
ferhenga şikestî
![]() |
8. pirtuka dîstopîk a herdem tê behskirin û min qet nexewendibu. bi saya wergêr salih agir qoserî min pirtuk rasterast ji kurdî xwend, sipasdar im. li jor hinekan behsa gumana wergerê kirine lê wergera pirtukê baş e, mirov zêde zehmetî nakişîne ku bixwîne. li hinek mijarande ji ber zêdebuna têgehên mirov zorê dikişîne lê ew ne di destê wergerde ye. |
|
16.07.2017 17:27 |
azadixwaz
![]() |
9. "Ne pêkan bû ku hestên we biguherînin; ku hûn bixwazin jî hûn bixwe jî nikarîbûn biguherînin. Ew dikaribûn Hemî kirinên we gotinên we û hizirên we bi hemî hûrgilîyan derxînin meydanê; lê hundirê nava dilê we raz û sira xwe ya ku hûn bixwe jî nizanin Çawa Dişixule, diparast." |
|
30.11.2019 22:56 |
ferhenga şikestî
![]() |
10. Pirtûka ku min beriya 7-8 salan Tirkiya wê xwendibû û gelek bandor li min kiribû. Hê jî di jiyana rojane de hema ji nişka ve ew hevoka navdar tê bîra min (bnr: big brother is watching you) |
|
30.11.2019 23:01 |
biaqila malê
![]() |
11. Hîn jî yek ji wan kitêban e ku bandoreke zêde li mi kiribe. Slogana ku li kitêb derbas dibû hîn di bîra mi de ye: |
|
30.11.2019 23:35 |
yusiv hemed
|
12. pirtûka ku nû ji min re bû nasîp bixwînim. |
|
01.12.2019 01:12 |
brusk56
![]() |
13. George Orwell ku navê wî yê rastî Eric Arthur Blair e, bi hêza pênûsa xwe, bi şêweyekî dîstopîk cîhaneke dûrî texmînên mirov ava dike. Di afirandina vê cîhanê de bi ser dikeve, lê mirovên ku di vê cîhanê de dijîn, di jîyaneke bextewer de bi ser nakevin. Lewre temama mirovên vê cîhanê di bin desthilatdarîya Partîya zordest de dijîn, li gor daxwaz û hêvîyên wê tevdigerin. Tiştê ku destûr jê re heye tenê hezkirin û îtaeta ji partîyê re ye. Dikarin heta ku ji wan were ji partîyê hez bikin, pê bawer bibin, jê re bixebitin, di vî warî de azad in. Lêbelê dîtina şaşî û kêmasîyên partîyê, rexnekirina wê ne azadî ye, dijminayî ye. |
|
17.06.2020 16:51 ~2021.03.12 22:57 |
yûsiv
![]() |
14. pirtûka george orwell ya ku li cihekî dîstopîk derbas dibe. |
|
21.03.2021 21:43 |
merwano
![]() |
15. Pirtûka ko di pêşbirkekê de dîyarî min kirine û li pirtûkdanka min de nola zarokek sewî bendî xwendina min e. Ne xelet bim qala paşerojek xirab û bêhêvî dike. Nav komekê de gava gotar derbasî pirtûka dibe, ev pirtûk gelekî tê qal kirin û ez cîdi xwe ji ber didim alî ko berî xwendinê tiştekî nehesim.:(( Lê wek hemû pirtûkên camêr, piştrastim ev jî zaf xweş e û lê hêja ye. |
|
21.03.2021 22:02 |
pîroz
![]() |
16. pirtûka ku beşa wê yî ji nû ve avakirina zimên gelek bandor li ser mirov dike. ji bo xelk fikr û ramanê xwe bi azadî nebêjin zimanê xwe bi paş de dibin û qels dikin. careke din mirov têdigihije ku ziman tiştekî zehf girîng e. 'Don't you see that the whole aim of Newspeak is to narrow the range of thought? In the end we shall make thoughtcrime literally impossible, because there will be no words in which to express it. Every concept that can ever be needed, will be expressed by exactly one word, with its meaning rigidly defined and all its subsidiary meanings rubbed out and forgotten. Already, in the Eleventh Edition, we're not far from that point. But the process will still be continuing long after you and I are dead. Every year fewer and fewer words, and the range of consciousness always a little smaller. Even now, of course, there's no reason or excuse for committing thoughtcrime. It's merely a question of self-discipline, reality-control. But in the end there won't be any need even for that. The Revolution will be complete when the language is perfect. Newspeak is Ingsoc and Ingsoc is Newspeak,' he added with a sort of mystical satisfaction. 'Has it ever occurred to you, Winston, that by the year 2050, at the very latest, not a single human being will be alive who could understand such a conversation as we are having now?' |
|
13.08.2021 16:44 ~2021.08.14 02:48 |
hueyn
![]() |
![]() |
her kurd bûn û her kurd ebîn [2] |
![]() |
bikaranîna kî û kê [9] |
![]() |
modern talking [1] |
![]() |
delav [1] |
![]() |
çaya li ber kompûterê [1] |