Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
1984 - tirşik
1984 | 2015
Nivîskar: George Orwell | Kurdî | Roman | 344 rûpel

George Orwell bi hêza pênûsa xwe, bi şêweyekî dîsutopîk cîhaneke dûrî texmînên mirov ava dike. Di afirandina vê cîhanê de bi ser dikeve, lê mirovên ku...
1984
(10) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. berhema george orwell, ya ku di nav de dinyaya paşerojê, sala 1984'an teswîr dikê ye.

li vê dinyayê de hemû tevgerên mirovan bi tele-dîmenderan (bnr: telescreen) tên şopandin. telescreen hem karin dîmenan tomar bikin (qeyd bikin) hem jî bilîzenin. jiyana hemû mirovan di bin kontrola hikumetêde ye. sîstemeke wilo dar anîna ku tiştên dijber (muxalif) ne tenê nayêne daxuyandin, lê fikirandina wan jî negengaz e. cezayên giran li benda wan yê ku karin jî vê status-quo yê bifilitin û dest bi xebata dijî vê sistemê de dikin hene.

ji alîyê gelek entelektuelan tê anîn ziman ku kehanetên di vê pirtukê de êdî ne kehanet in. îro di dema teknolojîyê bi komputeran, bi televîzyonan û hwd. ew dinyaya ku orwell teswir dikê pêk hatiye. jiyana me mirovan ya raman ji aliyê enformasyona medya di bin kontrola muqtedirande ye. mirovên dijber bi lez ji alîyê muqterdîranve bi navê terorîsttênê nav kirin û ji pêş çavên mirovan tên xistin.

gelek tişt karin bên nivîstin lê nihakê ev agahî bes e *



18.10.2013 00:43 | saladin

2. navÊ romaneke nivîskarê îngilîz george orwell e. li ser ûtopyaya kirêtiyê ye.

ev roman ji teref salih agir qoserî ve bo kurdî hatiye wergerandin. di demek nêzing de ev roman wê ji weşanxaneya lîsÊ der biçe...



18.10.2013 05:07 | zero

3. (bnr: distopya)



18.10.2013 10:24 | biruya hayao miyazaki

4. ê de george orwell bi min qala mejiyên bindest û tevlî pergalê bûyî dike. sala çapkirinê 2013 bihata nivîsandin minê bawer bikira welle ji ber ku astek maye jîyana îro bîgîhîje vê ûtopya Yê...



18.10.2013 14:32 | rexnegirêtagirtî

5. kitêbeke hêja ye, divê her utopîst bixwînin û ji ber behican hêş li xwe bikin îsot*

vê taliyê bo kurmancî jî hatiye wergerandin û ji bela ku min tirkiya wê xwendiye naxwazim têbîniyên xwe yên li ser kitêbê, di vir de binivîsim.

ez dê kurmanciya wê jî bixwînim û werim qala kitêbê bikim..

li benda edîtê bin.



10.04.2015 22:38 | ferhenga şikestî

6. wergereke hêja ji versiyona wê ya kurdî hêvî nekin lewra bi qasî ku min bihîst wergêrê wê di qada wergerê de ne kesekî bi me'rîfet e.



10.04.2015 22:44 | mergehez


8. pirtuka dîstopîk a herdem tê behskirin û min qet nexewendibu. bi saya wergêr salih agir qoserî min pirtuk rasterast ji kurdî xwend, sipasdar im. li jor hinekan behsa gumana wergerê kirine lê wergera pirtukê baş e, mirov zêde zehmetî nakişîne ku bixwîne. li hinek mijarande ji ber zêdebuna têgehên mirov zorê dikişîne lê ew ne di destê wergerde ye.
pirtuk li ser dîstopyaya desthilata bihêz û xwerû ya qet xema wê ya ji bo mirovan tiştekê bike tuneyî hatiye avakirin. honandin û bingeha pirtukê xurt e, felsefeya wê baş e. dewleta partıya INGSOSê hemu tevger û kirinên welatiyan dişobîne û gilîkirin jî buye tişteke ji rêzê.
wextê mu pirtuk dixwîne filmê v for vendetta tê bîra mirov lê helbet gelek cudahî heye.
piştî van buyerên dawî tirkiye jî hêdî hêdî wê bişibe wan dîmenên di pirtukêde.



16.07.2017 17:27 | azadixwaz

9. "Ne pêkan bû ku hestên we biguherînin; ku hûn bixwazin jî hûn bixwe jî nikarîbûn biguherînin. Ew dikaribûn Hemî kirinên we gotinên we û hizirên we bi hemî hûrgilîyan derxînin meydanê; lê hundirê nava dilê we raz û sira xwe ya ku hûn bixwe jî nizanin Çawa Dişixule, diparast."



30.11.2019 22:56 | ferhenga şikestî

10. Pirtûka ku min beriya 7-8 salan Tirkiya wê xwendibû û gelek bandor li min kiribû. Hê jî di jiyana rojane de hema ji nişka ve ew hevoka navdar tê bîra min (bnr: big brother is watching you)



30.11.2019 23:01 | biaqila malê

11. Hîn jî yek ji wan kitêban e ku bandoreke zêde li mi kiribe. Slogana ku li kitêb derbas dibû hîn di bîra mi de ye:
"War is peace
freedom is slavery
ignorance is strength"



30.11.2019 23:35 | yusiv hemed

12. pirtûka ku nû ji min re bû nasîp bixwînim.
hindik ma biqedînim.
weke ku mirov li filmek temaşe bike, xwe dikşîne nava xwe. mirov dixwaze di cî de bixwîne û biqedîne.
bi taybetî mirovek li tirkiyê dijî bixwîne û erdogan jî serokkomar be dikare empatî bike û pirtûkê gelek baştir fêm bike.



01.12.2019 01:12 | brusk56

13. George Orwell ku navê wî yê rastî Eric Arthur Blair e, bi hêza pênûsa xwe, bi şêweyekî dîstopîk cîhaneke dûrî texmînên mirov ava dike. Di afirandina vê cîhanê de bi ser dikeve, lê mirovên ku di vê cîhanê de dijîn, di jîyaneke bextewer de bi ser nakevin. Lewre temama mirovên vê cîhanê di bin desthilatdarîya Partîya zordest de dijîn, li gor daxwaz û hêvîyên wê tevdigerin. Tiştê ku destûr jê re heye tenê hezkirin û îtaeta ji partîyê re ye. Dikarin heta ku ji wan were ji partîyê hez bikin, pê bawer bibin, jê re bixebitin, di vî warî de azad in. Lêbelê dîtina şaşî û kêmasîyên partîyê, rexnekirina wê ne azadî ye, dijminayî ye.



Lehengê sereke Winston, ku endamê partîyê ye, ji alîyê tenduristîya xwe de qels e, nexweş e, lêbelê di hişmendîya xwe de hişyar û biaqil e. Şaşîyên ku partî dike dibîne. Di vê mijarê de fikirên xwe di rojnivîskekê de dinivîse... Winstonê ku endamê partîyê ye lewma destûra wî tuneye ji jinekê hez bike, rojekê pêrgî Juliayê tê. Li hemberî hemû qedexeyan, jîyaneke nepenî bi Juliayê re dijî, dil û mejîyê xwe jê re vedike û zayendîya xwe pê re dijî. Lê hayê wan jê tuneye ku çavên Birayê Mezin(Big Brother) li ser wan e. Di bin zilim û zora desthilatdariyên totalîter û despotîk de raman, evîn, dîrok, bi kurtayî mirovahî çawa dimeşe, di vê romanê de tê vegotin. Orwell sernavê pirtûkê xwest ku bike ‘’Mirovê Dawî Li Ewropa’’ lê ev fikr guherand û sernavê pirtûkê kir 1984.



Orwell ne tenê bi sernavê pirtûkê, di heman demê de li ser dirokê jî xwest ku guhertinê bike. Diroka ku xwest 1980 an jî 1982 bû. Lêbelê di dawiyê de biryar li ser 1984’an danî. Nivîskar dema ku pirtûk dinivisî di heman demê de jî bi nexweşiya weremê re di pevçûnê de bû. Orwell berî ku pirtûkê binivîse di BBCê de wek propagandakarekî dixebitî. Wekî ku Orwell pirtûk dinivîsand, ew bi rastî di bin çavdêriyê bû. Orwell ji bo gotar û xebatên xwe ji hêla hikumeta Brîtanî ve di bin çavdêriyê bû. Raporên istixbaratê eşkere kirin ku wî ‘’ramanên pêşbinî yên komunîst’’ û ‘’cilûbergên Bohemîan li xwe dike’’.



2+2=5 dirûşmeyek ku Partiya Komunîst bi rastî kar dikir.(di yekîtiya Sovyet de 2+2=5 binavkirin û nexşeya plana pêşveçûnê ya 5 salan bû) Orwell ji kargeha xwe ya li BBCê siruş girtibû û navê ku ‘’odeya no:101’’ lê kiribû ku wî di pirtûkê de cihê ku hûn ê li ber her cureyên şkenceyê bin.



Tê texmîn kirin ku Orwell, lehengê Julia ji jina xwe yî duyem Sonia Brownell ê model girtiye. Orwell, 7 meh piştî weşana 1984’an mir.

Wergera Kurdi ya pirtûkê Salih Agir Qoserî kiriye û ji weşanxaneya Lîs ê derketiye.

-fexrî uluğ



17.06.2020 16:51 ~2021.03.12 22:57 | yûsiv

14. pirtûka george orwell ya ku li cihekî dîstopîk derbas dibe.
dema mirov dixwîne nava yekî reş dike.
pirtûka wî ya bi navê çewlika heywanan li gorî vê bêhtir kêfa min jê re hatibû



21.03.2021 21:43 | merwano

15. Pirtûka ko di pêşbirkekê de dîyarî min kirine û li pirtûkdanka min de nola zarokek sewî bendî xwendina min e. Ne xelet bim qala paşerojek xirab û bêhêvî dike. Nav komekê de gava gotar derbasî pirtûka dibe, ev pirtûk gelekî tê qal kirin û ez cîdi xwe ji ber didim alî ko berî xwendinê tiştekî nehesim.:(( Lê wek hemû pirtûkên camêr, piştrastim ev jî zaf xweş e û lê hêja ye.



21.03.2021 22:02 | pîroz

16. pirtûka ku beşa wê yî ji nû ve avakirina zimên gelek bandor li ser mirov dike. ji bo xelk fikr û ramanê xwe bi azadî nebêjin zimanê xwe bi paş de dibin û qels dikin. careke din mirov têdigihije ku ziman tiştekî zehf girîng e.


'Don't you see that the whole aim of Newspeak is to narrow the range of thought? In the end we shall make thoughtcrime literally impossible, because there will be no words in which to express it. Every concept that can ever be needed, will be expressed by exactly one word, with its meaning rigidly defined and all its subsidiary meanings rubbed out and forgotten. Already, in the Eleventh Edition, we're not far from that point. But the process will still be continuing long after you and I are dead. Every year fewer and fewer words, and the range of consciousness always a little smaller. Even now, of course, there's no reason or excuse for committing thoughtcrime. It's merely a question of self-discipline, reality-control. But in the end there won't be any need even for that. The Revolution will be complete when the language is perfect. Newspeak is Ingsoc and Ingsoc is Newspeak,' he added with a sort of mystical satisfaction. 'Has it ever occurred to you, Winston, that by the year 2050, at the very latest, not a single human being will be alive who could understand such a conversation as we are having now?'



13.08.2021 16:44 ~2021.08.14 02:48 | hueyn

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» 1984

Kategoriyên mijarê:: pirtukweje
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî