1. amerîkiyên reş in. ango kesên afrîkî û amerîkî ne. kesên ku ji wan re li dyayê dibêjin black people (mirovên reş). (bnr: afro-american) |
|
15 roj berê 23:59 ~2024.04.18 00:00 |
mirovekirind
|
2. Rêjeya wan herî zêde li başûr û rojhilatê amrîkayê ye. |
|
14 roj berê 07:19 ~07:21 |
cinorek
|
3. Mirovên çermereş ên Emerîkayî ne, li gel kolonîkirina axa Emerîkayê bi destê qiralyeta Brîtanyayê ji bo ku di karê çandina pembû û titûnê de bixebitin gelek mirov ji deverên cuda yên Afrîkayê bo Emerîkayê hatin birin, di rêyan de hema bêje nîvenîvê van mirovan ji ber şert û mercên xirab dimirin, yên digihiştin Emerîkayê jî nedibûn xwediyê jiyaneke xweş çimkî kole bûn. Welhasilî kelam gelheya van koleyên ji Afrîkayê hatibûn anîn kêm nebû hema bêje qasî mirovên çermespî xwediyê hejmarekê bûn. Heta demeke nêzîk jî kole bûn jixwe yek ji sedemên şerê Emerîkayê yê navxwe hebûna qanûnên koletiyê bû. Hêj îro jî nîjadperestiyeke zêde li wan tê kirin, wekî din jî her li kîjan deverê ev afroemerîkî zêde bin li wir rêjeya sûcdariyê, rêjeya gettobûnê zêde ye. Ji xeynî van mirovên navdar ên Emerîkayî jî gelek zêde ne û yekem serokê reş yê DYAyê Barack Obama ye. Bi Piranî Gelheya wan Li başûrê Emerîkayê kom bûye, hema bêje ji 3'yan 1'ê gelheya welatên yekbûyî yên Emerîkayê ji van mirovan pêk tê. |
|
14 roj berê 09:17 ~09:21 |
bayê xerbî
|
antolojiya helbestvanên nûjen [4] |
|
se7en [2] |
|
hîperemezîs gravîdarûm [1] |
|
wele govend ranabe [1] |
|
sendroma swyerî [1] |