Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


23 mijar û 35 peyam
afroamerîkî - tirşik
afroamerîkî
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. amerîkiyên reş in. ango kesên afrîkî û amerîkî ne. kesên ku ji wan re li dyayê dibêjin black people (mirovên reş). (bnr: afro-american)

bi sedan sal berê amerîkiyên ewil, ewêl û wehş wan ji afrîkayê wek benî/kole girtine û bi zorî birine amerîkayê. îro kultura amerîkayê bê wan nabe. afroamerîkî hema hema di her warê jiyanê de hene. bi taybetî di muzîk, werzîş, entertainment û yên din de.



17.04.2024 23:59 ~2024.04.18 00:00 | mirovekirind

2. Rêjeya wan herî zêde li başûr û rojhilatê amrîkayê ye.
Here lînkê
Herwiha; (bnr: barack obama)



18.04.2024 07:19 ~07:21 | cinorek

3. Mirovên çermereş ên Emerîkayî ne, li gel kolonîkirina axa Emerîkayê bi destê qiralyeta Brîtanyayê ji bo ku di karê çandina pembû û titûnê de bixebitin gelek mirov ji deverên cuda yên Afrîkayê bo Emerîkayê hatin birin, di rêyan de hema bêje nîvenîvê van mirovan ji ber şert û mercên xirab dimirin, yên digihiştin Emerîkayê jî nedibûn xwediyê jiyaneke xweş çimkî kole bûn. Welhasilî kelam gelheya van koleyên ji Afrîkayê hatibûn anîn kêm nebû hema bêje qasî mirovên çermespî xwediyê hejmarekê bûn. Heta demeke nêzîk jî kole bûn jixwe yek ji sedemên şerê Emerîkayê yê navxwe hebûna qanûnên koletiyê bû. Hêj îro jî nîjadperestiyeke zêde li wan tê kirin, wekî din jî her li kîjan deverê ev afroemerîkî zêde bin li wir rêjeya sûcdariyê, rêjeya gettobûnê zêde ye. Ji xeynî van mirovên navdar ên Emerîkayî jî gelek zêde ne û yekem serokê reş yê DYAyê Barack Obama ye. Bi Piranî Gelheya wan Li başûrê Emerîkayê kom bûye, hema bêje ji 3'yan 1'ê gelheya welatên yekbûyî yên Emerîkayê ji van mirovan pêk tê.

(bnr: şerê navxweyî yê amerîkayê)

(bnr: çima nîjada mirovên reş bi awayekî resen bi tenê li afrîkayê heye?)



18.04.2024 09:17 ~09:21 | bayê xerbî

Hemûyan Bixwîne

dengdanên dawîn (yên din..)
rapa kurdî [3]
li benda repbêjek zîrege. serhado ne xirab bû lê ne afirîner bû. hirme...
cinorek [1]
herkes tê û diçe lê ew li vir e. li vir e nobedarê dara gwîzê tûy...
ne qenc e [1]
biwêjek e.. Dema yek kirina karekî ji yekî îstîrham bike wê demê ev go...
pêşniyarên taybetmendiyan ji bo tirşikê [2]
Navê malperê were guhertin....
zimanhilû [1]
biwêjek e bêtir ji bo kesên şelaf û melaq tê bikaranîn. hilû an hilûs ...
belki ev jî bala te bikişînin
» afroamerîkî

Kategoriyên mijarê:: tekili cand tekili cand tekili cand
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî