Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


12 mijar û 23 peyam
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery - tirşik
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery
(1) (0) (2)
di mijarê de bigere

1. Dêreke dîrokî ye, dema çêkirina wê bi texmînî sedsala şeşemîn e lê Piştî çûna Mesîhîyên deverê ji ber bêxwedîbûnê, ji ber xizînegeran para gelek kavil bûye. Li gor gotinan dema hê kavil nebûyî qasî 300 jûr tê da hebûne lê niha ji ber kavilbûnê bîst jûr mane an jî nemane. Wekî din jî xelkê deverê demeke dirêj ji bo karên xwe yên ajalvanîyê bikar anîn vê yekê jî ziyaneke mezin gihand dêrê.
Wateya navê dêrî bi Ermenkî dêra ruhê pîroz e, di dema xwe ya çalak da qasî sê sed mesîhî di tê de diman/dijiyan.
Tê bawer kirin ku di şikefteke nêzîkî dêrê da gora dayika pîroz, miryemê heye ji ber vê yekê, gelek malbatên bê zarok/nikarin bibin xwedî zarok tên li vê qebrê duayan dikin û dîkekî dikin qurban da ku zarokên wan çêbin.
Dêr, pênc kîlometran li Bakur-rojavayê gundê arazê yê payîzavaya bajarê Wanê cih digire. Rêka wê biçekê nexweş e çimkî wesayît nikarin biçin, qasî çar an jî pênc kîlometran mirov birêve diçe.



15 roj berê 15:09 ~15:35 | bayê xerbî

2. Keşîşxaneya Hogots ku di sala 528an de hate damezrandin, yek ji keşîşxaneyên navdar bû. Ji bo Ermeniyên herêma Wanê ziyaretgehek bû û Di sedsala 17an de avahiya olî ya herî girîng. Keşîş Vahan (bi ermenî: Վահան Քահանայ) keşîşê herî dawî yê keşîşxaneyê bû. Tê gotin ku Di dema qirkirina Ermeniyan di sala 1915-17an de, bi texmînî sed jin û zarokên Ermenî yên ku xwe li wir sitirandin, bi şewitandinê hatine qetil kirin.



13 roj berê 14:27 | keloş

3. Bi şewitandinê qetilkirina şêniyên dêrê, angaşt e bi temamî rastiyeke wê ya tekez tuneye. Di van meseleyan de şêlkirina rastiyan berbelav e. Rastiyek hebe jî bi awayê samanyolû TV'yê tête felşkirin.



13 roj berê 22:10 ~22:13 | bayê xerbî

dengdanên dawîn (yên din..)
kurdên nasyonalîst [4]
çeteya ku îro li qada newroza amedê ji aliyê ciwanên şoreşger hatine b...
nivîskarên kevin ên efsane yên ku êdî nanivîsin [2]
bêgûman ew me ji cihê ku em wan nabînin, dibînin. (Sureya araf, ayeta ...
zimanê duyemîn yê gelê başûrê kurdistanê [1]
Ez qet neçûme Başûr. Lê li derveyê welat gelek hevalên min ên Başûrî ...
zimanê duyemîn yê gelê başûrê kurdistanê [3]
divê meriv gû û rêxa çend kesan neke giştî û gelemperî. başûr qaşo ser...
di nav kurdan de kêmasiya vegan û vejetaryanan [5]
ji ber ku em dikarin goşt bixwin, ne wekî t*rkan....
belki ev jî bala te bikişînin
» dêran

Kategoriyên mijarê:: kovarsiyasi cand kovarsiyasi cand kovarsiyasi cand
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî