Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 17 peyam
şêx seîd - tirşik
şêx seîd
(2) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Şêx Seîd, Şêx Muhemmed Seîdê Neqşîbendî an jî Şêx Seîdê Pîranî (j.1865 Xinûs − m. 29ê hezîran 1925'an Amed), şêxê neqşîbendî, pêşawa û şoreşgerê Kurd e ku di sala 1925'an de li dijî înkar û nenaskirina kurdan ku ji aliyê Tirkiyeyê ve hatiye kirin serhildana serhildana Şêx seîdê pîranê li Bakurê Kurdistanê daye dest pê kirin. li gor kemalîstan şêx sêid ajanê îngilîzan bû. - çawa li hesabê wan bê dîroka xwe li gor wê dinivîsin.-

Şêx Seîdê Pîranê di sala 1865an de li navçeya Xinûsa Bakurê Kurdistanê ku îro yek ji navçeyên parêzgeha Erzirome hatiye dinyayê. Navê bavê wî Şêx mehmûdê fewzî ye û navê dayika wî gulê xanim e. Piştî ku li palo, xarpêt, amed û mûşê perwerde werdigire û bi koça dawî ya bavê xwe re dibe serokê cemaeta Neqşîbendiyan. Piştî ku bavê wî, Şêx Mehmûdê Fewzî ji Paloyê koçî Xinûsê dibe bi malbata xwe re li Xinûsê bi cih dibe. Di dema Şerê cîhanê yê yekem de ji ber ku Împeratoriya Rûsî beşek ji Bakurê Kurdistanê dagir dike ew û malbata wî neçar dimînin ku koçî pîranê bibin. Piştî ku Împaratoriya Rusî ji Bakurê Kurdistanê vedikişe carek din ew û malbata wî vedigerin gundê qolhêsara bi ser navçeya Xinûsê û li wir bi cih dibin.

Li hemberî zorbetî û îxanetên kemalîstan kalê Şêx Seîd di 13ê sibata 1925an de serî bilind kir. Kurdistanê bajar bi bajar ji destên dewleta romiyan derxistin. Êrişê ser Amedê kirin û bi mehan bajar dorpêç kirin. Berhingariyeke dirêj da nîşan ku Amed nakeve. Dagirkirin bi qerera şûrayê hat rakirin. Têkoşer pêl bi pêl derbasî başûr û rojavayê Kurdistanê bûn. Rêberê bizavê Şêx Seîd û 49 hevalên wî ji bo derbasî Başûr bibin, bi rojê xwe diveşartin û bi şev dimeşiyan. Armanc berdewam kirina cenga awarte û xeyrî nîzamî bû. Bi xiyaneta bacenaxê Şêx Seîd ê serdar qasim beg, serokên serhildanê, Şêx Seîd û hevalên wî hatin dîlgirtin.
Di 10ê gulana 1925an de wan derxistin dadgeha serxwebûnê ya Rojhilatê (Şark İstiklal Mahkemesi) ya amedê. Nêzîkî pêncî rojan darizandina wan dewam kir. Di 28ê hezîrana 1925an de, derbarê Şêx Seîd û 47 hevalên wî de dadgehê biryara darvekirinê da. 28 kes û Şêx Seîd di 29ê hezîrana 1925an de li Amedê hatin darvekirin. cihê tirba wî ne diyar e.

Here lînkê



21.04.2024 23:44 | xwelî li ser

Hemûyan Bixwîne

dengdanên dawîn (yên din..)
bext [1]
straneka rockurdê ye ko gotinên wê pêde nabin. qasî ko min fam...
soranî [7]
Zaraveyekî kurdî ye. Wextekî (2010 falan ne şaş bim) min di pirtûkeke ...
soranî [1]
(bnr: îmana min jê diçe) Zimanê ku di siberojê de wê Kurmancî pişt ...
bi guhertina qenalê şiyarbûna bavan [5]
sendromeke zarokan e.
berê dema li mala bavê xwe dimam, bavê mi...
kurmancî [4]
Peyvên wekî herf, defter, kitêb, ders, nuqte, îmla, qelem, dîn, melek,...
belki ev jî bala te bikişînin
» şêx riza
» seîd gabarî

Kategoriyên mijarê:: dirok dirok dirok kurdukurdi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî