Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


6 mijar û 7 peyam
ji bo zarokan materyalên kurdî - tirşik
ji bo zarokan materyalên kurdî
(6) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. mixabin gelekî hindik in. eslê xwe de ne ewqas hindik in, lê mixabin li tu derî bi awayeke berhevkirî tune. nexwe heta niha gelek fîlmên karton li kurdî hatin wergerandin. ger me bikariya bi kalîteyek baş, van fîlman peyda bikin belkî me bikariya cd û ji bo kurdî hînkirina zarokan, bi kar bianiya.

çîrok û pirtûkên kurdî jî dîsa dikarin di nav van materyalan de hebin. heta lîstikên komputerê jî tê de.

berê min du lîstik wergerandibûn lê niha dixebitin an na, nizanim: http://www.wergerine.com/index.php?option=com_phocadownload&view=sections&Itemid=2



berî salekê min ji roj tv û hwd. re mail şandibû ku fîlmên karton yên ku berî salan weşandibûn, bi me re parve bikin. lê mixabin bersiv nedan. gromît hebû, mîrza bilûrî hebû, kevroşkê bavê çar kur û keçikekê hebû... fîlmên xweşik hebûn lê mixabin min nekarî peyda bikin.



ger em van materyalan li vir parve bikin, belkî ji bo zarokên me xelasiyek pêkan bibe.



18.10.2013 16:08 | simurg56

2. me re kare KARTONÊN JI ALIYÊ kurd1 VE HATIBÛ BI KURDÎ DUBLAJKIRIN di înetrnetê DE PEYDE BIKIN. JI BO ZAROKÊN 8-14 SALÎ EV KARTONA PIR XWEŞ E:

(bnr: yakarî)

(bnr: cedric)



NIHA NAVÊ WÎ NAYE BÎRA Min lê KARTONÊ wekî navÊ MOZ JÎ DI KURD1Ê DE HEbû. JI Zarokên 4-7 sALÎ BÛ. EZ DI ÎNTERNETÊ EV KARTONAN GIŞA DAXISTIBÛM Û AVÊTIBÛM KOMPÛTERA BIRÊ XWE YÊN MEZIN. ÇEND HEFTA ZAROKA ÇÛ Û HAT EV KARTONA TEMAŞE KIRIBÛ. MIXABIN JI XÊNDÎ VANA DUBLAJ Û PÎKSELÊ VÎDYOYÊN KARTONA BI KURDÎ NEBAŞIN.



divê enstîtuya kurdî ya parîsê karê DUBLAJA DEWAM bike. xêra komelên din tune ye di vê mijarî de.



(bnr: bira kurd1 dîsa destpê weşanê xwe bide)



18.10.2013 20:05 | biruya hayao miyazaki

3. dibînim ku materyalên ku wê herî zêde weke fîlmên karton were peydakirin.

aniha min 10 beş cedric, 11 beş redkit û gelek beşên tsubasa peyda kirin.

ka ez hinek din hewl bidim, em ê paşê yên destê xwe de parve bikin.



19.10.2013 00:02 | simurg56

4. ji bo zarokÊn kurdan pÊwiste televizyonek were avakirin. nexwe ''pepe'' Û ''lawê keçel'' yê mala me xira bikin.



10.11.2013 12:02 | xelîlêzer

5. ji bo hinek filmên karton ên dubljkirî yên kurd1ê: http://www.kurdname.tk



10.11.2013 12:44 | azadixwaz

6. hê nehatine afirandin



10.12.2013 17:22 | ferhenga şikestî

7. elzem e, berî yên zarokan, ên mezinan amade bin




8. (bnr: zarok tv)



02.10.2021 11:20 | heval.js

9. Dê û bavên Kurdî ku mejîyê xwe wek danegeha çand û zimên dagirtine...



02.10.2021 19:55 | pîroz

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» zarokanîn
» kurdîstan a sor û bêdengîya rêxistinên kurd

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi zarok
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî