Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


6 mijar û 7 peyam
erdal ronahî - tirşik
erdal ronahî
(2) (0) (2)
di mijarê de bigere

1. miroveke gelekî hêja ye. bi eslê xwe elman e û malabata wî de tu kurd mird tune lê kurdiya wî ji piraniya kurdan baştir e. helbet navê wî yê rastîn jî ne erdal ronahî ye. neyse ez zêdetir agahiyên wî yên taybet nebêjim.

li ser înternetê bingeha gelek tevgerên kurdî ji hêla wî ve hatiye avêtin.

weke mînak wîkîpediaya kurdî ji aliyê wî ve hat destpêkirin.

dîsa xebatên ubuntu/linux'a kurdî jî dîsa bi gavên wî hat destpêkirin.

heta berî çend salan jî me bi hev re ji bo ubuntuya kurdî kar dikir û malpera pckurd.net'ê bi rê ve dibir.

wê demê wergera ubuntuyê bûbû fermî û rêjeya wê jî bi pêş ketibû. niha jî ubuntu dikare kurdî were bikaranîn (sîstema komputera min ubuntuya kurdî ye, ne windows) lê rêjeya wergera wê ket.

neyse, mesele ne ev e.

dîsa malpera ferheng.org jî xebateke wî ye.



hevalê erdal mirovek ewqas jêhatî û xêrxwazê kurdan e ku mirov bi tu awayî nikare ji bin deynê wî derkeve.



19.10.2013 10:29 | simurg56

2. mirovekî bi dilê we. jêhatî û hêja.



27.10.2013 19:58 | serhednişîn

3. navê kod yê kesek alman e. bi kurdî baş dizane û heya ji gelek kurda bêhtir jî dizane. kedkar û xemxwarek zimanê kurdî ye. heşê mirov nagre ku bê ka çima almanek kurdî hîn bibe û paşê bo vejînkirin, heşînkirin û zindîkirina zimanekî li ser înternetê bikeve nava hewldana. wekî ku tê zanîn bingeha avakirina wîkîpediya kurdî ji aliyê vî kesî ve hatiye çêkirin. di sala 2004an de hêj kurda nizanibû înternet çiye, ev camêr li ser înternetê wîkîpediya kurdî ava kiriye. helal be jê re. min pir dixwest li tirşikê bibûna nivîskar.

rûpela wî ya wîkîpediyayê:

Here lînkê



01.05.2021 17:51 | tîrêj zana 21

4. di eslê xwe de doktor e û heta li kampa mexmûrê jî xebitîye. ji min re behsa serborîyek xwe kiribû wextekê:
dema li kampa mexmûrê dixebite, piştî wextekî malbatek tê cem wî da ku şîkayeta wî bikin. dibêjin tu her tim dermanên zer didî mirovên ji malbata me lê her dem dermanên spî didî mirovên ji fîlan malbatê. ma dertekî te heye bi me re? tu dixwazî me sewir bikî?
tabî camêr şaşwaz bûye.



01.05.2021 19:55 | simurg56

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» erdal ronahî
» ronahî tv

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi teknoloji malper
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî