1. Hesenê Sebah , (1034 li Qum, Îran - 1124) yek ji serokê terîqeteke Îsmaîlî ku bi navê xaşxaşîyan tê zanîn e. di derheqê vî camêrî de pirr tişt tên gotin. nizanim ji ber ku li hember serdestên wê demê ku zarên wan îro jî serdest in rabûbû êdî sedem çibe, tevgera wî ya xaşxaşiyan weke rêxistineke terorîzmî ya pêşîn Tê binavkirin. di ciwaniya wî de pirr tehde lê hatiye kirin lew di temenê xwe yê mayî de piştî ku kela alamûtê bi dest dixe heyf û tola xwe dihlîne. kesê cara pêşîn rê û rêbazên psîkolojîk bi kar anîye ye. leşker û peyayên wî bi kişandina giyayê xaşxaşîn ji xwe diçûn û diketin transê û bi vî rengî çalakiyên xwe bi tekûzî dibirin serî. di dewra wî de ji kesan heya dewletan tiştek nîn bû ku jê ziravqetî nebe. ji rojhilata dûr bigre heya medeniyetên rojava. li rojava peyayên wî weke assassin tên naskirin. heya ku sax e kela alamûtê (bnr: alamûta kurdan kela dimdim) di destê wî de ye. piştî mirina wî hulagû xanê moxilî kela alamûtê ji destê peyayên wî distîne. |
|
20.10.2013 12:50 |
ceso
|
2. kesekî ku di çaviyeka jiyana xwe de karmendiya Selçuqiyan jî kiriye ye. derheqê wî de tiştê ku herÎ pirr bala min dikşîne, hevaltiya di navbera wÎ, omer hayyam Û wezÎrê selçuqiyan nîzam-ul mulk de ye. |
|
20.10.2013 12:57 |
seranser
|
3. bê xwîn, bê kuştin bê çek bi fikrên xwe va kela alamûtê bi dest xistîye. Fikrên xwe bi însanan daye qebûlkirin û meriv devdorê xwe top kiriye. Paşê jî hêdî hêdî derbasê hundirê kelehê bûye û fikrên xwe yên li ser fatimîbûnê milet daye qebûlkirin û bi wî awayî xayê kelehê mecbûr maye keleh firotiye wî û lê daye çûye. |
|
27.04.2022 23:47 ~23:51 |
bûtîmar
|
onedio.com [2] |
|
kurdistan [2] |
|
ferhengên înteraktîf [1] |
|
cemali coşan [1] |
|
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1] |