1. fîlmeke ji cûreya xeyalê zanistî, ye. kevira ku fîlmê de her cara ku xuya dike dibe sedema pêşketinê û derbasbûna serdemek nû, ji aliyê hinekan vê tê gotin ku sembola mûdexaleya xwedê ye. lê ji aliyê din ve fîlmê de tê qqebûlkirin ku mirov ji meymûnan hatine. yanî fikra fîlmê ya derbarê xwedê de ne net e. |
|
20.10.2013 13:06 |
simurg56
![]() |
2. stephen hawking zanyarê navdar yê fîzîk û astronomî û kozmolojiyê, di meqalateka xwe de dibêje tirsa min ew e ku siba dusiba zekaya sunî, sîstemên komputerê filan, ji kontrolê derkevin û mirovahî nekare çar jê bike, di vê fîlmê de jî nimûneyek ji vê metirsiyê heye.. neyse min duh darî vê fîlmê kir, berî her tiştî divê bêjim ku heta fîlm xilas bû min sê çar cara fîlm sekinand, du sê çaydank çay vexwar, çûm ji derve û hatim, yanî li cem min edetek heye tişta ku min destpêkirî nikarim di nîvî de bihêlim nexwe ne ji wê girê bûya bawere fîlm tu carî dediçû serî.. lê ne poşman im baş bû ku min darî fîlmê kir, çendî eger sehnenin zêde zêde hatine dirêjkirin û gelek caran fîlm di nava metaforan de hatibe fetisandin jî peyamên ku fîlmê dixwest bide hêja bûn.. fîlm behsa çÎrok û serpêhatiya temambûna tekamûla mirovahiyê dike, dibêjim temambûn ne pêvajo ji ber ku kêm kes lê warqiliye di dawiya fîlmê de qiyamet radibe, beden û gewde diçin û bes bîr û hişmendî dimîne.. |
|
12.01.2015 04:30 |
onitnadna.ii-959d,rojamaniatanosonaip
![]() |
3. fîlma ku min jî bi xêra fîlma interstellar temaşeyî wê kir. f^lm bi zor qediyabû. lê li gorî şertê-fikrê 1968an de gellek serketî ye.(fîlm di 1968an de hatiye weşandin. ne ku 2001ê de*) |
|
17.08.2015 23:13 |
berxweda
![]() |
4. fîlma ku êdî bi kurdî dikare were temaşekirin. têbinî-1: temaşekirina fîlman bi binnivîsa kurdî/118142 vîdyoyê veke têbinî-2: Eger xwendina binnivîsên kurdî ji we re zehmet be, hûn dikarin leza fîlmê jî kêm bikin. Ji bo vê yekê bernameya (stur:smplayer)ê daxin û saz bikin. (jixwe di mijara bernameyê de gelek agahî û kurdîkirina wê heye: (bnr:smplayer)) ji eyarên wê zimanê wê bikin kurdî. ji bo kêmkirina leza fîlmê ji menûyan bikevin bilîze>lez û ji vir weke mînak lezê %10 kêm bikin. |
|
24.07.2020 16:53 |
simurg56
![]() |
5. Ji bo sebra mirova de werê pîvandin amûreke baş e. Fîlm mîna kîsoyan hêdî hêdî diherike, xwedê ji kubrick razî be * |
|
02.01.2023 21:31 |
merwano
![]() |
![]() |
kemalîzm [3] |
![]() |
jibîrkirin [1] |
![]() |
tirşik mobîl [2] |
![]() |
tirşik mobîl [1] |
![]() |
mijara wergera kurdî ya fîlman ya li ekşisozlukê [13] |