Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 11 peyam
xebatên ji bo danasîn û belavkirina tirşikê - tirşik
xebatên ji bo danasîn û belavkirina tirşikê
(14) (2) (1)
di mijarê de bigere

1. xebatên ku kî çi dike gelek meraq dikim e .ger herkes pêşniyariyên xwe an jî çi kirine li vir parve bike, em ê jî rê û rêbazên cûda hîn bibin.

weke mînak min di twitter û facebookê de reklaman kir. ji xeyî xwe ez tweet û şandiyên reklamên tirşikê yên nivîskarên din jî dibînim. lê gelo ev bes e, em nikarin tiştekî din bikin ?

li vir pêşniyariyek heye ; nivîskarên tirşikê li ser twitterê hevdu dişopînin .

ji bilî vê, ez difikirim ku reklamekî wek yên mamosteyên dersA TAYBET DIDIN AMADE BIKIM, Û HILAWÎSIM LI SER RAWESTGEHÊN ZANINGEHA DÎCLEYÊ Û HIN DERÊN DIN ÊN BAJARÊ AMEDÊ .XWEDÊ HEZ BIKE PIŞTÎ MIN ÇÊKIR EZ Ê WÊNEYA REKLAMA MIN AMADE KIRÎ JÎ LI VIR BAR BIKIM . BELKÎ HIN KESÊN DIN JÎ BIXWAZE BIKARBÎNE .



22.10.2013 01:12 | brusk56

2. li gorî min divê di rojameya azadiya welat de di rûpeleke tam û temam de li paşfona postereke abdullah öcalan aforîzmayek an gotineke wecîz ya li ser tirşikê wekê ku ji devê apo derketibe bê nivîsandin.. wek; heçiyê rojê sê danan tirşikê nexwe û pênc danan jî jê re ne neçe sicdê û bîst û çar seetan jî tê de ne çalak û berdest be ew minafiq e xayîn e û divê kes pê re nede û nestîne û qene silama xwudê jî lê neke..



22.10.2013 01:17 | endazer

3. bila tirşik ne tenÊ malpera kurdÊn bakur bibe. ez dixwazim niviskarÊn me yÊ li aliyÊn dinÊ kurdistanÊ jÎ hebin. çima niviskarÊn me yÊ xorasanÎ, kÎrmaşanÎ, xaneqinÎ tÛne ne... lowma dive em tirşikÊ bidin nasandina derveyÊ bakur jÎ...

ligel vÊ ez bixwe balavkirina wÊ di rÛpelÊn xwe de, bi hevalÊn xwe re dikim... (bnr: şimdi onlar düşünsün)



22.10.2013 02:30 | cinorek

4. ez bixwe her roj li ser twitterê ji 3-4 kesan re peyama danasîn û vexwendina tirşikê dişînim. û dîsa her roj 4-5 kesên ku nû dest bi şopandine min kirine re jî peyama pirsîna endambûn an jî nebûna tirşikê, dişînim. bi vî awayî heta niha gelek gelek kes bûn endam.

çima her roj ji evqas hindik kesan re dişînim? ji ber ku dema mirov ser hev tiştên wisa bike, twitter mirov asteng dike. heta niha 3 caran hesabê min hat girtin û min dîsa da vekirin.

vê dawiyê jî asteng kirin ku peyamên xwe de navê tirsik.net binivîsim. ez jî êdî weke tirsik,net dinivîsim. yanî şûna nuqteyê, vîrgulê bi kar tînim *



dahatinên malperên reklamên li tukcekurtcesozluk.comê heta niha encax karî deynên tirşikê temam bike. (nêzikî 650 tl) ger hinek pere berhev bibe û em bikarin reklamê bidin rojname, televîzyon û malperên kurdî wê gelekî xweş be.



her wiha min heta niha ji piraniya malperên kurdî re û ji rojnameyên mezin yên tirkî re jî daxwaza çêkirina derbarê tirşikê de, şand. lê mixabin zêde deng jê nehat.

lê dîsa jî ne xerab e, zikê hev de rojê 2 kes dibin endamê tirşikê. lê tabî piraniya wan tenê dibin endam û paşê lê venagerin.

dîsa jî bawer im, rewş aniha ne xerab e.



22.10.2013 22:46 | simurg56

5. serê her heftiyêekî divê em rexneyên têra xwe tûj, bêeman û bêîman li nivîskareke kurd yê nefs-mezin û kesayet-mebredkirî bigirin da ku bê û ser û binê tirşikê li bin guhê hev xe.. û li ser hesabê xwe yê facebookê bi neyênî be jî reklam û danasîna tirşikê bike..

û divê tu kes nebêje dewê mîta tirk bi simbêlê camêrekî ve maye.. temam? *



22.10.2013 23:57 | endazer

6. li zaningeha dîcleyê afîşên tirşikê ;

http://t1310.hizliresim.com/1g/x/u1j1l.jpg

http://t1310.hizliresim.com/1g/x/u1j3z.jpg



29.10.2013 17:59 | brusk56

7. xebatên ku gelek gelek giring in. ji ber ku heta niha me kengê xebat kiribe bo danasînê, me sûdê jê girtiye û xwîna tirşikê guherandiye.

mîsal me berê kampanya li dar dixist li ser twitterê. di rojekê de 20-30 heb kes dihatin fibûn endam. lê aniha di mehekê de ew qas nayê. divê em dîsa dest bi xebatên bi vî rengî bikin. ji bo vê jî bi ya min em weke berê rojekê diyar bikin û saetek sax ji bo tirşikê tweetan bişînin.



û tiştek din jî, xwestekek min heye ji nivîskar û şopînerên tirşikê.

ji kerema xwe re bila herkes êvaran tweetek bişîne bo tirşikê. mesela hûn dikarin sernivîsek balkêş parve bikin an jî ji bo danasînê hevokek binivîsin. lê teqez di dawiya tweetê de taga #tirsiknet ê jî binivîsin. bi vî awayî em dikarin lêgerîna taga #tirsiknet ê bikin û hemû tweetên di derbarê tirşikê de rt bikin. ez bi xwe di twitterê de xwediyê 3 hesaban im(min ji bo karên wisa vekiribû). ez ê hemû tweetên bi taga #tirsiknet ê r bikim. ji kerema xwe re hûn jî rt bikin. ev yek tenê bi serê wê gelek kêr me bê bi ya min ..



27.03.2015 00:48 | brusk56

8. ên ku divê careke din despê bike.
em dikarin çi bikin, an jî em çi dikin, divê ji nû ve organîze bibin.



01.12.2019 00:12 | brusk56

9. Kanala YouTube û twîtterê bila çalak be. Li ser wan sepanan bila entryên watedar bêne parvekirin.



01.12.2019 01:11 | kajav

10. Ez wekî tirşikvanekî sillûr û xwernedîk kesên çavên min li wan dibire û dizanim werin tirşikê wê peyamên gelekî baş binivîsînin li ser whatsapp û twîtterê tacîz dikim. Îja ka werin...



01.12.2019 01:19 | biaqila malê

11. xebata ku ez jî ketim navê. êdî wekî ku hun jî zanin ne wekî berê ye û kesên ku di jiyana xwe ya sanal de kurdî bi kar tînin hejmara wan gihîştiye hezaran belkî deh hezaran. dibe ku tirsik.net xwe du qat mezin bike.



01.12.2019 01:22 | ceso

12. Min niha bi taga #tirşiknet ê tweetek avêt di twîtterê de. Li twîtterê civateke xurt û kurdî heye, ji bo reklamê cihekî baş e bi min.



01.12.2019 01:28 | cara

13. Di vê pêvajoyê de Qada Twitterê ji bo danasîna tirşikê bêhempa ye jiber ku komekê çalak û jîr ên xwe wek kurdînûs didin naskirin heye. Ku tirşik bikare xwe bi van bikarhêneran bide heskirin belku tirşik di pêşerojê de geştir û coştir bibe.



01.12.2019 10:28 | xelîl

14. Li ser medyaya civakî em parve bikin.



01.12.2019 11:14 | yusiv hemed

15. her kes çav berde du hevalên xwe û wana bike tirşikvanên xas, hejmara me ê bibe su-sê qat



01.12.2019 12:19 | bûtîmar

16. zelal xan li ser înstagramê ji bo Kurdî çi ji destê wê bê dike. Nêzî 12 hezar şopinêrê wê hene.
Here lînkê

Îro bi pêşkêşvana tv ya K24 îman derbas re weşaneke zindî saz kir. Gelek xweş borî. Piştre min jî xwest bi tirşikvanek re ji bo danasina tirsik.net ê weşaneke wilo çêke. mala wê ava xwesteka min qebûl kir.
Here lînkê

Zelal xan benda peyama Moderatorek tirşik.netê ye. Ger tiştekî wisa çêbe em ê bi kêfxweşî weşanê temaşekin.



05.04.2020 01:44 ~02:01 | kajav

17. hewce ye ku hesabê tirşikê li ser (bnr: tiktok) ê jî hebe, kurd herî pirtir li ser tiktokê henin



05.04.2020 01:56 | afa

18. Ez 2017 an da bi xêra twîtterê ji tirşikê hajdarbûm û bûm endam; piştra gelek jê dûr sekinîm û ev der bîra min çû lê dîsa bi xêra twîtterê hate bîra min . Bi ya min divê bo danasîna tirşikê twîtetter gelek baş were bikaranîn bi taybet ew fîlmên bi binnivîs bala gelek kesan dikşîne.



05.04.2020 03:02 | nijdar glîdax

19. ya herî ewil divê em dost û hevalên xwe bikin şopînerên tirşikê.
Ya yekemîn; divê buyerên li nav Kurdan an jî yên ku giring di nav cîhanê de çêbûy, yekser li ser tirşikê bê şandin, şîrovekirin, axaftin da kû bibe cihê ciwaka kurdan.
ya duyemîn; Divên şexsên ku navdêr an jî populer li ser medyayên xwe yên civakî ji bo tirşikê bibin referans û parvekirinan bikin.
ya sêyemîn; mirovên kêrhatî an jî populer* * bên ku pirsên tirşikwanan bersiv bidin û li bo şopînerên xwe parwekin.



05.04.2020 05:22 ~06:56 | de facto hozan

dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» xebatên bo zêdekirina bikaranîna kurdî li sûk û bazarê
» danasîna tirşik'ê li ser ferhengên din
» tirşikê de îhtimala xwandina peyamên taybet

Kategoriyên mijarê:: anket tirsik
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî