Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


6 mijar û 7 peyam
peyamên çeppikkirî yên di vê mijarê de; depresyon
peyamên çepikkirî

13600. nexweşîyek e.

belê, stur hatiye nivîstin, ji ber ku ev têgîn gelek caran xelet tê pênas kirin û bi xemgînbûnê re tê tevlî hev kirin.

depresyon nexweşîyeke psikyatrîk e, xemgînbûn teybetîyeke vê nexweşîyê ye, lê gava kesek xemgin e ew nayê wateya ku ew kes di depresyonê de ye. çalakîyek/yên xerab karin bibine sedema depresyonê, lê bi gelemperî ji ber der anîna wê, divê di genê mirov de meyîya depresyonê hebê. di dema zarokîtîyê jî û di dema xamayîyê de jî karê werê der.

nexweşên ku vê êşê dikişênin ji jîyana xwe tamê nastînin. dijwerê di xwe de nabînin ku xebatên xwe yê roj bi roj pêk bînin. pergala xewê xera dibê û tevgerên mirov ji demên normal girantir dibin. kelegirîya biberdewam jî nîşaneke depresyonê ye.

bi gelemperî bi mirovên bi eqya bilind û xwedî xebat û xwende re tê dîtin. (bnr: ignorance is bless)

doxtorekî ku ez nas dikim li ser nojdarîya depresyonê van ji min re gotibû: ji dêla pirsa "çima ev dinya halo ye, çima ez halo me hwd" ji xwe bikê, divê mirov pirsa "çawa ez karim tiştên negatîf sererast bikim" pirs bikê.

ez bi xwe ji emrê bîst salî ve êşdarî vê êşê me, di destpêkê de min heşt mihan derman ji bi kar anîn lê ez bi bîr bûm ku bi rastî jî doxtorê mirov ew bi xwe ye. em nikarin dinyaye, mirovan, çalakîyan biguherînin lê em karin (zor jî bê) xwe, nêrina xwe biguherînin...

p.s. êşdarên vê êşê ne dînin, tenê derdê dinê bi hesên sadomazoşîk zêde "dixwazin" bikşînin. ne jî sedema forsê ye, bawer bikin hûn navin bi ramane depresîf darî jîyanê bikin.



06.06.2013 10:59 | filitto lawo