Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 10 peyam
fîlmên bi kurdî - tirşik
fîlmên bi kurdî
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. ne tenê fîlmên ku bi kurdî hatine kişandin lê herwiha yên ku li kurdî hatine wergerandin jî dihewîne.

ji bo çavkaniya herî mezin ya fîlmên ku kurdî hatine wergerandin: http://www.wergerine.com/index.php?option=com_content&view=category&layout=blog&id=3&itemid=26



08.06.2013 14:52 | simurg56

2. fîlmên kurdî ew fîlmên ku di fîlmê de zimanê ku pê tê axaftin zaravayek ji zaravayên kurdî ne.. ji bo nimûne ekseriyeta fîlmên bahman ghobadiyî mirov dikare di nêv kategorî û klasmana fîlmên kurdî de bicih bike û binirxîne ji ber ku tevî têma û karaktêr û mekanên kurdistanî zimanê fîlmê jî bi piranî zaraveyek ji zaraveyên kurdî ye.. wekê din fîlmên hiner saleem û hisham zamanî jî mirov dikare di nêv fîlmên kurdî de bihilsengîne.. lê fîlmên derhênerên wekê yılmaz güney, mahsun kırmızıgül, kazım öz yên ku bi eslê xwe kurd in lê nanê xwe ji zimanekî din dixwin an bi gotineka din ya bavûkalan nanê îsa dixwin bi serê mûsa sond dixwin bawer im çendî têma û motîf û fîgûrên di fîlmên van camêran de kurdewar û kurdistanî bin jî em nikarin wan di nêv fîlmên kurdî de kategorîze bikin.. ji ber ku bi piranî di van fîlman de karakterên kurd bi aksanek xirab bi zimanê serdestên xwe dipeyîvin.. fîlmên ku ji zimanekî din ji bo zimanê kurdî hatine wergerandin jî ne bi navê fîlmên kurdî lê bi navê fîlmên bi kurdî mirov dikare binav û pênase bike.. ji ber ku ziman û nasnameya fîlmê ne kurdî ye tenê zimanê fîlmê ji bo ku kurd û kurdîaxêv jî bikaribin seyra fîlmê bikin bi dublajê an bi jêrenûsan li kurdî hatiye wergerandin..



08.06.2013 15:20 | endazer

3. yekemîn filmê kurdi: (bnr: zerê, 1925)



(bnr: kilamek ji bo beko)



(bnr: mem û zîn)



(bnr: sîyabend û xecê)



(bnr: dema hepên serxweş)



(bnr: kosî jî difirin)



(bnr: votka lîmon)



(bnr: tirêj)



(bnr: bêrtitan)



22.07.2013 02:29 | seydayê_peyvan

4. Şiyar Ebdî, Li ser rêya Helebê.



04.12.2014 01:28 | seydayê_peyvan

5. Jano Rosebiani, êk momik du momik.



04.12.2014 01:30 | seydayê_peyvan

6. Hüseyin karabey, were dengê min.



04.12.2014 01:31 | seydayê_peyvan

7. Aydin orak, Musayê bê asa.



04.12.2014 01:32 | seydayê_peyvan

8. erol mintaş, kilama dayika min.



04.12.2014 01:33 | seydayê_peyvan

9. Pîran baydemîr, fecîra (Belgefîlm).



04.12.2014 02:04 | endazyar

10. Pîran baydemîr, rezonse (belgefîlma kilm).



04.12.2014 02:05 | endazyar

11. ted-ed vîdyoyê zanistî,dîrokî,tenduristî,hunerî,civakî û çandî bi awayekî şahî bi şiklê anîmasyon çêdike.

ted-ed kurdish - van Anîmasyona bi binnivîsa (subtitle) Kurdî amade dike û parve dike.



li ser facebook:Here lînkê

li ser twitter Here lînkê

li ser youtube:Here lînkê



11.07.2015 20:13 ~20:15 | mîr bedirxan

12. filmên ku zimanê wan bi kurdî ne, ji tirsa em newêrin bibêjin filmên kurdî ji ber dê herin hemû filmên tirkî li me vehewînin û bibêjin kurdî ne.

mebest filmên zimanê wan kurdî.

di vir de Here lînkê lîsteyeke wan heye lê mixabin ez nizanim bê ez ê ji kû peyda bikim. kes dizane?



15.09.2015 20:44 | dijber

13. Kurdfilm.com û kurdcinema.com ,malperên ku li başûr wergerên fîlman bi soranî û bi tîpên erebî dikin in.Ev herdu malper gelek navdar in li başûrê kurdistanê.



14.04.2020 03:33 | brzn

14. -Bîranînen Li Ser Kevirî - Şevket Emin Korki
-Bekas - Karzan Kader
-Rêç - Tayfur Aydın
-Meş - Şhiar Abdi
-Bêdengîya Mirinê (kurtefîlm) - Şerîf Polat
-Bêdeng (Kurtefîlm) - Rêzan Yeşilbaş
-Textê Reş - Samira Mahmelbaf
-Dema Hespên Serxweş - Bahman Gobadi
-Dengê Bavê Min - Orhan Eskiköy & Zeynel Doğan

Ji xwe re li van pêşniyaza temaşe bikin ez ê paşê vegerim û hinek din jî binivîsim



14.04.2020 04:45 | soryazyus

15. (bnr: zagros), (bnr: klama dayîka min)
Di her du fîlman de jî (bnr: feyyaz duman) dilîze. Ez bi taybetî ji bo lehengiya wî ya di filmê Zagrosê de pîroz dikim û spas dikim lewra pîşe wî dikaribû ji ber dikên ku di vî fîlmê de dilîst bi dawî bibûya. Lê bextewere ku ev fîlm li ti dera ji aliyê tirkan ve nehat kifşkirin û behskirin.



24.05.2022 19:44 | burak derdilî

dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» fîlmên kurdî
» kurdîstan tu wate ye

Kategoriyên mijarê:: sinema
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî