1. Gehîneka jiyanê ya dawiyê ye. Tevî em hê ji zarûtiyê de pê dizanin jî gava tê serê yekî nêzîkî me, bi me tehl tê. Di mirina normal de gava xwediyê mirî yê dîtî dinihêre wayê teqlên nexweş sist bûn, dest û piyên wî cemidîn ku zanibe ew, ku nizanibe gazî yekî xwenda dike, yê xwenda dest bi xwendina sûreya Yasînê dike. Bi mele çûyîn ji bûna mala mirî serbilindiyek e, belgeya hay jê hebûna ji nexweşê xwe ye. Nexweş dikeve ber sekeratê ku bihn dayînûstandina wî giran dibe, herzing tênê; du sê bawîşkên dawî nuqteya dawî li jiyana xwe datîne. |
|
24.10.2013 01:48 |
endazer
![]() |
2. tê gotin ku mirin xewek dirêj xew mirinek kurt e. |
|
24.10.2013 22:28 |
simurg56
![]() |
3. pirtûka çîrokan ya evdilê koçer e. xalê min ê ku bi qasî umirê min -20salan- di girtîgehê de ye ji min re şandibÛ. divê di demeke nêz de qet nebe ji bo xatirê wî bixwênim. |
|
17.06.2014 20:51 |
kurê xelkê
![]() |
5. ex-bûn |
|
03.01.2016 18:23 |
arya jîyanda
![]() |
6. (bnr: jiyana rastî) |
|
04.01.2016 01:35 |
shorbevan
![]() |
7. di nav civaka kurd de şûna kalbûnê mirin tê hilbijartin, |
|
10.04.2016 00:46 |
xendekî
![]() |
8. Ji bo ehlê îmanê re derîyê rehmetê ye. |
|
10.04.2016 00:56 |
gumgumok
![]() |
9. Mirin, roja me ya newrozê ye. |
|
10.04.2016 02:19 |
bûtîmar
![]() |
10. di nav heyînên dinyayê de tenê mirov dizane ku rojeke bimire. haya yên din (ajal, riwek, mîkroorganîzma) tuneye. |
|
19.06.2017 05:34 |
tizbîkêş
![]() |
11. meriv nikare bêje bi tenê însan hay ji mirinê, an jî mirina xwe heye. |
|
19.06.2017 14:16 |
ferhenga şikestî
![]() |
12. şert û lazim e. |
|
07.08.2017 12:11 ~12:12 |
bûtîmar
![]() |
13. "Mirin, îcada herî baş a jiyanê ye" |
|
07.08.2017 19:47 ~19:48 |
mîr
![]() |
14. him tahl e him jî şirîn e. |
|
27.12.2017 01:54 |
bûtîmar
![]() |
15. Bira (bnr: mirin) hebûya kal bûn tûne bî ya |
|
27.12.2017 09:54 ~2017.12.28 11:38 |
elîşêr
![]() |
16. Dewama vê jiyanê û deriyê wê jiyanê ye. |
|
02.01.2018 20:53 |
gumgumok
![]() |
17. hem destpêk hem jî dawî ye. |
|
20.05.2021 00:10 |
hueyn
![]() |
18. gelek şêweyên wê hene, şêweyek jî ya edebî ye, kehanetek tê de heye heçku. andrey beliyê şairê rûsî gava bi awayekî hêmayî behsa mirina xwe dike û diyar dike ku tîrêjên tavê dê laşê wî kunkunî bikin, paşê ji ber ku tav zêde lê dide dimire. celadet alî bedirxanê ku di bîrekê tê wer dibe û ji ber vê bîrê dimire, berî bimire bi awayê bîra qederê behsa wê dike. kêm roj hene ku mirin neyê bîra min. |
|
20.05.2021 19:07 ~19:07 |
înano lo
![]() |
19. carinan xebera wê bi têlefûnek tê mîna agirê bikeve dilê te. kesên bi te re xeber didin, rengekî ecêb di dengê wan de diaxivin. ecêb e. berî ku xeberê bidinê, hê tiştek negotine, tu tê digihîjî ku yekî/ê miriye. |
|
27.05.2021 21:36 |
mirovekirind
![]() |
![]() |
rojnivîska tirşikvanan [1] |
![]() |
tirşik mobîl [1] |
![]() |
newroz [1] |
![]() |
newroz [1] |
![]() |
turkcealtyazi.org [1] |