Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
mirin - tirşik
mirin
(12) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Gehîneka jiyanê ya dawiyê ye. Tevî em hê ji zarûtiyê de pê dizanin jî gava tê serê yekî nêzîkî me, bi me tehl tê. Di mirina normal de gava xwediyê mirî yê dîtî dinihêre wayê teqlên nexweş sist bûn, dest û piyên wî cemidîn ku zanibe ew, ku nizanibe gazî yekî xwenda dike, yê xwenda dest bi xwendina sûreya Yasînê dike. Bi mele çûyîn ji bûna mala mirî serbilindiyek e, belgeya hay jê hebûna ji nexweşê xwe ye. Nexweş dikeve ber sekeratê ku bihn dayînûstandina wî giran dibe, herzing tênê; du sê bawîşkên dawî nuqteya dawî li jiyana xwe datîne.



Piştî ku ji mirina wî êdî tam ewle bûn, ku çavê wî vekirî mabe digirin, bi destmal an çarikek ji binê çena wî heta tepika serê wî girê didin, kevirekî pehn an giraniyek datînin ser zikê wî ku bayê di zik de derkeve û hetanî veşartinê laşê wî neperçife.



Derûcîranên ku pê dihisin tafilê haya yên dinê jî pêdixin. Yên baz didin textê şûştinê, yên çardarê (tabûtê), sitîl û arduyan tînin, yên ku radikin tevir û bêran diçin ku gor bikolin; heryek ji ba xwe ve, lê bi hev re tiştek dikin. Yên li çarşiyê pê dihisin, dikanên xwe dispêrin berdestkî diçin goristanê.



Mirî ji aliyê meleyek li ser usûla mezhebê îmamê Şafi’î tê şûştin, yek du kesên zana jî berdestkiya wî dikin. Ku mirî pîrek be, ji aliyê pîrekên pisporê vî karî ve tên şûştin. Ku pîrekên pispor tune bin hingê mela ji vî aliyê perdê yek bi yek dibêje û eva mirîşo li gora gotina mele karê şûştinê birêve dibe. Şûştin ji du beşan pêk tê: Yek jê şûştina serapê ya bedenê ji qirêjê ye, ya diduyan jî destav şûştin û destmêja wî ya mezin (cenabet hilanîn) e. Piştî şûştinê cenaze tînin hundir, li wê derê tê kefen kirin û bi ser de dixweynin. Berî cenaze ji malê derxin îsqata wî xweş dikin. Îsqat piranî li ser genim tê xweş kirin. Cenaze dibin mizgeftê li wê derê limêja wî tê kirin, di pey de dibin goristanê, di gora kolayî de vedişêrin. Heta veşartinê bi ser de sûreyên ji Qur’anê tên xwendin. Piştî pêvajoya veşartinê bi ser ket, mele telqîn dixweyne. Di pey de hin kes li dervayê goristanê serxweşî di xwediyên mirî didin, hin kes bi wan re tên malê. Şîn danîn ji malê heta malê diguhire, ya hina sê roj e, ya hina hefteyek dajo. Ya jina heta salek jî dikare bajo.



Hewarî jî bûyerek wek zibare ye: Derûcîran tên di xizmeta mala mirî de bi dilûcan dixebitin, li mala xwe xwarin çêdikin tînin mala şînê ji bona ku ew û hewariyên xwe bixwin. Nas û dost ên rûn, şekir, cixare, laşên goşt, meywe û sebze tînin, bi vî awayî alîkariya aborî dikin.



Eger mîrî ne roja În an êvara Înê miribe û xwediyê wî halxweş be û bixwaze; ji veşartina di gorê heta roja pêncşemê bi banga esrê, li ser gorê bi ser mirî de didin xwendinê ku jê re “teslîmî êvara Înê kirin” dibêjin. Baweriyek wisa heye ku bi vê “În teslîmî êvara Înek dinê” dike û ev heta mehşerê dajo bi wî awayî mirî jî ezabê qebrê nabîne. Bêguman ev xwendin bi şev û roj bê navbir dayîn dewam dike, ji ber vê jî mela bi dorê dixweynin. Bi vê armancê li ser gorê çadir tê vegirtin, rojê sê çar dan xwarina wan dibin wê derê.



Şeva sisiyan sêroja mirî tê dayîn ku jê re “suneta tehlîlê” dibêjin. Ku şaş di bîra min de nema be heftê hezar car “la îlahe îl-Elah” tê gotin, ev jî di tariyê de tê eda kirin. Piştî bi hemûyan pêkve ev heftê hezar car “la îlahe î-Elah” hate gotin, gişt pêkve ew ji berdilê xwe diyariyê giyanê mirî dikin ku xêra wê jê re bê nivisandin.



Li pey mirî xêr didin. Xêra xwey, ya helawê, ya goşt li gora taqeta aborî tê dayîn



Di roja çilan de mewlûd didin ku li berê ji xwarin ji meywe tiştek datînin. Wekî dinê xitma salê jî heye ku melayek salsalewet ji bona giyanê wî kesî Qur’an dixweyne.



Rojên êvarên Îna (Pêncşemê esrê) car bi car seredana goristanan tê kirin, bi xwe re ji bona ku li zarûkan belav kin şekir, biskuwît, meyweyên hişk dibin, pere didin feqî û hafizan ku li ser miriyên wan Yasîn biweynin. Gelek mal hene ku her êvarên Îna bi navê “şîva miriyan” ji şîva xwe têra xwarina yek du meriv didine cîranek xwe yê desteng.



24.10.2013 01:48 | endazer

2. tê gotin ku mirin xewek dirêj xew mirinek kurt e.

bi ya min jî mirin, xew, man û neman tiştên girêdayî hev in.

xewê de -ku mirov xewnan nebîne- mirov ne ji hebûna xwe, ne jî ji nebûna xwe haydar e. jixwe mirov dike nake nikare, xwe hînî fikra nebûnê bike. çawa dibe ku mirov tune be? ma tu tune bî, ev yek çima ji bo te problem be, jixwe tu tune bî, peoblem jî tune... aqlê mirov jê nagire ku rojekê tune bibe. sedema herî mezin ya baweriya ji xwedê jî, ez bawer im ev e.

mirin jî gelo hestek wisa ye û xewek bêdawî ye?



24.10.2013 22:28 | simurg56

3. pirtûka çîrokan ya evdilê koçer e. xalê min ê ku bi qasî umirê min -20salan- di girtîgehê de ye ji min re şandibÛ. divê di demeke nêz de qet nebe ji bo xatirê wî bixwênim.



17.06.2014 20:51 | kurê xelkê

4. li midîl êstê tiştekî pir asan e.



10.10.2015 18:28 | cinorek

5. ex-bûn



03.01.2016 18:23 | arya jîyanda

6. (bnr: jiyana rastî)

rewşa ku hemû kesa dîtîye û pirî jiwan nizanin çewaye.., rewşa ku wekî rewşa berîya ku meriv ji dayik bibe, çêbibe, tunebûneka ji vê jiyana niha xweştire dirûvê xewê pêdixe ji xewê jî xweştire ne xewn kî ne kabûs kî.. serê meriv rihete ne derdê tirşikvana heye ne jî yê tirka, ereba..



04.01.2016 01:35 | shorbevan

7. di nav civaka kurd de şûna kalbûnê mirin tê hilbijartin,

(bnr: bila dinyayê mirin hebûya kalbûn tunebûya limin)



10.04.2016 00:46 | xendekî

8. Ji bo ehlê îmanê re derîyê rehmetê ye.





Maşallah kekê endazer , te çiqa xweş nivîsî ye. destxweş



10.04.2016 00:56 | gumgumok

9. Mirin, roja me ya newrozê ye.



(Bedîûzzaman saidê kurdî)



10.04.2016 02:19 | bûtîmar

10. di nav heyînên dinyayê de tenê mirov dizane ku rojeke bimire. haya yên din (ajal, riwek, mîkroorganîzma) tuneye.



19.06.2017 05:34 | tizbîkêş

11. meriv nikare bêje bi tenê însan hay ji mirinê, an jî mirina xwe heye.
tê gotin wexta fîlek dimire beriya ku bimire dihere cihekî xewle û aram li benda mirina xwe disekine.



19.06.2017 14:16 | ferhenga şikestî

12. şert û lazim e.
nava vê geremolîya dinyaya qirêjkir û herimandî da mirin xilazîyek e, rizgarîyek e.
erê erê mirin rizgarî ye.



07.08.2017 12:11 ~12:12 | bûtîmar

13. "Mirin, îcada herî baş a jiyanê ye"
steve jobs



07.08.2017 19:47 ~19:48 | mîr

14. him tahl e him jî şirîn e.
bi mirin jî nabe
Bê mirin jî nabe..



27.12.2017 01:54 | bûtîmar

15. Bira (bnr: mirin) hebûya kal bûn tûne bî ya
Di kilama hozan aydın da



27.12.2017 09:54 ~2017.12.28 11:38 | elîşêr

16. Dewama vê jiyanê û deriyê wê jiyanê ye.

Destûbirakê jiyanê ye.

Em zehf jê dûr in lê ew biqaî nefesa me nêzîkî me ye.

Li gorî min, Bûyereke civakî ye. Divê herkes mirina însanên dî ta'm bike. Wê êş û zehmetiyê hîs bike. J'bo vê yekê mirinime li mal , ji mirineke li nexweşxaneyê çêtir e. Mirin, birînekê diveke û Divê mirov li dora vê birînê lev bigihin hev û jev re bibin derman.

Geh daxwaziya me ye, geh tirsa me ye.

Lê li kû be, kengî be li hêviya me ye
Weke dostekî sadiq, an jî weke dijminekî bêîman...



02.01.2018 20:53 | gumgumok

17. hem destpêk hem jî dawî ye.



20.05.2021 00:10 | hueyn

18. gelek şêweyên wê hene, şêweyek jî ya edebî ye, kehanetek tê de heye heçku. andrey beliyê şairê rûsî gava bi awayekî hêmayî behsa mirina xwe dike û diyar dike ku tîrêjên tavê dê laşê wî kunkunî bikin, paşê ji ber ku tav zêde lê dide dimire. celadet alî bedirxanê ku di bîrekê tê wer dibe û ji ber vê bîrê dimire, berî bimire bi awayê bîra qederê behsa wê dike. kêm roj hene ku mirin neyê bîra min.



20.05.2021 19:07 ~19:07 | înano lo

19. carinan xebera wê bi têlefûnek tê mîna agirê bikeve dilê te. kesên bi te re xeber didin, rengekî ecêb di dengê wan de diaxivin. ecêb e. berî ku xeberê bidinê, hê tiştek negotine, tu tê digihîjî ku yekî/ê miriye.



27.05.2021 21:36 | mirovekirind

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» mirina dilê min

Kategoriyên mijarê:: jiyan
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî