Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


32 mijar û 53 peyam
mirin - tirşik
mirin
(12) (0) (1)
di mijarê de bigere

20. Xelasîya acizîyê, cejna kêzik û kurman.



27.05.2021 22:33 | dijwarwanî

21. lêkereka balkêş e ji awirê tewangê ve. ji bilî kesê sêyem ê yekjimar dema niha û dema raboriya berdest heman tên nivîsîn ji ber ku rehê dema niha jî û yê dema borî jî -mir- e.

dema niha: ez dimirim, tu dimirî, ew dimire, em dimirin, hûn dimirin, ew dimirin
raboriya berdest: ez dimirim, tu dimirî, ew dimir, em dimirin, hûn dimirin, ew dimirin

bi dengî ne kêşe ye çimkî kirpandina wan cuda ye. lê bi nivîskî ancax divê ji risteyê bê jihevderxistin.

bi soranî ne kêşe ye çimkî rehê dema niha -mir- e û yê dema borî -mird- e.



16.10.2021 13:02 | keyomerd

22. (bnr: rasteqîna jîyanê) ye



17.10.2021 12:53 | pîroz

23. Çi tişteke xweş e. Xerabiyek pê re nîn e. lê mixabin pir hindik kes pê dizanin, pir hindik kes jê fêhm dikin.

Zindîtiya te bi zayîna zarokên te bi awayekê berdewam dike. Bi mirina te, di laşê te de Zindîtî diqede. Laşê te vedigere xweliyê. Xwelî û made, Ewê ku zindî ji wan çêbûne, Dirûva berê ya zindîtiyê ne. Ew xwelî û kevir, ew made û atom xwediyê hinêrê ne ku di dema berê berê de xwe gihîştine zindîtiyê.

(bnr: teoriya werarê)



05.05.2022 00:47 | mirovekirind

24. Rastîyeta me yi. Xilasîya kesî jê tunneyi. Do şev li ser wê min fîlmekê temaşe kir ku salixdan ên ku dimirin dîsa bi bedenekê din vedigerin li ser erdê (reenkarnasyon). Nizam çiqas rast û çiqas derew e lê tiştek rast hebi: her carê gava yek dimiri li pey xwe çîrokek nêvcî, dilên şikestî dihêli...



08.12.2023 16:13 | pîroz

25. Êdî ji min re ti wateya mirinê tune. Dawî ya jiyanê- min çi ji ye?



08.12.2023 17:15 | horhorik

26. Mirin û zayînê bi mirovan gelek tişt dane kirin, bi min her çi tişta heyî bi saya van her duyan hene. Ev her du têgeh bi xwe jî bi saya xwe hene.



08.12.2023 18:27 | bayê xerbî

27. tenê ya bîyolojîk?



08.12.2023 23:08 | hemko82

28. Mirov ji kêfa jî dimirin
Belê mirov carinan ji kêfa jî dimirin. Mirov çawa ji kêfa digirîn û hêsir ji çavê wan dibarin, wisa ji kêfa jî dimirin. Çawa mirov ji kêfa zikpiştî li erdê dirêj dibe, wisa ji kêfa jî dimirin. Çawa ku mirov hingî dikene ji xwe diçe, wisa mirov dimirin jî. Jixwe mirina herî xweş ya ji kêfa ye. Ew dem mirin ji qehra nema dixwaze li ser rûyê dinyayê bimîne. ......
Paragrafek Ji nivîsa Zinar Ronî



13.03.2024 23:10 | çaya germ

29. bo kesên di xurbetê de xebera wê giran e. helbestvanê hêja rojen barnas di helbeseteke xwe ya bi navê "dîsa" de, nalet lê tîne.

stêrkek şemitî dîsa
stêrkek şemitî heywax
mirin çavên te birijin
mala te bimîne kambax



26 roj berê 19:56 ~2024.03.31 08:42 | mirovekirind

dengdanên dawîn (yên din..)
tirşik agahdarî [1]
Silav tirşikvanên hêja, Di demeke kin de versiyona nû (v3.0) wê wer...
tirşik v3.0 [1]
ka ez jî agahdariyeke bidim) slav tirşikanên hêja, mergehez malper...
tehdîdên kurdî [2]
Ezê te li berekê(kevir) ve vedim, Ezê lingê te bişkênim, Were meydan...
horhorik [2]
Tirşikvanek fantastîk e. Miqayeseya xweşikbûna memik û welatê xwe di...
toksîkolojî [1]
Zanista ku bi jehr, jehrêketin, antîdot û dermankirina jehrêke...
belki ev jî bala te bikişînin
» mirina bi saxî

Kategoriyên mijarê:: jiyan
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî