Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
evîndarî - tirşik
evîndarî
(2) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. 'Evîndariya li welatê me evîndariya platonîk e; hezkirina bêî xwestina danûstandina têkiliyên cinsî (seksuel) ye. Çav bi hev ketin, ji hev re çavkirin an bişirîn, bi kezî an bi poçaxa xwe leyistin ragihandina (mesaja) hizkirina xwe ya bi pêlên psîkoelektronîk e ku bi qasî bayê brûskê tesîr li ser meriv dike. Meriv li hev dişewişe, ava germ bi çokên meriv de tê, çokên meriv diricifin, tê de taqet namîne, destên meriv dilerizin, çavê meriv tarî dibin, dûmanek nedîtî ji nav serê meriv hildikişe. Ev kengê dibe? Gava ku meriv xort e û yeka bi dilê meriv ji meriv re bi dest, çav, dev an rêveçûna xwe wisa bike. Lê yeka ku ne bi dilê meriv be û ji meriv re wisa bike, hingê bîzê meriv jê tê ku merıv wê neke şûna orispiyan jî bi çavê sivikan lê dinêre. Lewra di wan çaxan de dîna meriv reş û sipî ye, di navbera reş û sipî de rengên dinê tune ne. Tiştê bi meriv xweş e spî, qenc û çê ye; tiştê bi meriv nexweş reş, xerab û nemaqûl e.





Keçik dilikî dibin an ne? Di civaka me de eyb e, kirêt e ku keçik dilikî bibin. Ji xwe keç be, kur be mafê wan ê evîndariyê bi qasî ku aşkera nekin heye. Mafê te heye bi qasî di agirê evîna xwe de bişewitî, pê bimirî ji yekê hez bikî; lê wekî merivek bi şeref û bi namûs mafê te tune ye ku bi evîna xwe nav li pey keça xelkê xî. Ew dikare pê bihise, heta bi evîna te bişewite jî lê eger gengaziya gihîştina we ya bi riya rêzika dînî-civakî mîna zewacê tune be, mafê te tune ku tu navê wê bi riya evîndariya xwe belav bikî, biki ser zarûzimanên xelkê. Civat vê bi xweşî napejirîne.





Keç wek sêva li darê tê dîtîn: Herkes (xort) dikare kevirê xwe bavêjê (dilê xwe bikê/bixwaze) lê sêva li darê li wan temaşe dike hetanî ku rojek dê-bavê wê wê didin yekî. Kesek zû bi zû naçe keçikek navderketiya bi evîndariya li ser xortê xelkê ji kurê xwe re nayne, pê mala xwe nake ser zimanan.





Hetanî şoreşa endustriyê li Ewropayê jî evîndarî pir an hindik bi vî awayî bû. Tiştê ku heye xiristiyan (mesîhî) li zîna û keçaniyê (bakîretî) wek bisilman û cihûyên dîndar hişk nanihêrin; ev jî ji ber gotina Îsa Mesîh a “yê ku ne gunehkar e, bira kevirê pêşî bavêjê” ye. Bi vê xiristiyanî cezayê ricimandinê ya di Tewratê de bi gotina wî şirove kiriye, dêlva ricimandinê ve “li xwe danîn”an “guneh deranîn”a li dêrê a li ber destê keşe damezrandiye. Berî xiristiyaniyê jî ji xwe li Ewropayê têgeha zîna an keçaniyê tunebû. Ji ber vê jî evîndariya ewropî bêtir ya cîsmanî (seksuel), ya herêma me jî bêtir giyanî ye.





Ji ber vê giyanî bûyîna evîndariyê ya li herêma me, sîstema dînî-civakî rê dide dastanên evîndariyê yên mîna Memê Alan û Zîna Zêdan, Xeco û Siyamend, Leyla û Mecnûn ku bêne gotin û belav bibin. Di wan de li hember rêzika dîn û civatê derketin tune ye, di nav çarçîva danînî de bêî ku rêzikê perçe bikin ji hev hez kirine: “De biferme ku dixwazî tu jî dikarî vê riyê bi vî awayî bidî ber xwe, bişewite, bimire, lê rêzikê xerab neke!”





Ev renge evîndarî bûye sedemê muzîk û şi’ra bi dilşewat a li herêma me. Şi’r û strana herî hezkirî ew a ku agir berî cigera meriv dide û meriv pê xemgîn dibe û pê de (an ji halê xwe re) digirî. Di şi’rê de gelek car meriv nizane bê ka şa’ir li ser kê dibêje: Li ser Medê an li ser Xwedê?. Ji ber ku şa’irê klasîk gelek car pronava “wê” bi kar tîne û wesifên xwedatiyê dide wê “wê”yê, hingê nabe ku Medê bi wesfên Xwedê bê wesifkirin; ku Medê be hingê dibe “şirk” ango kufr. Ê wekî dinê pronava“wê” jî li Xwedê naçe, jê re nayê gotin; Xwedê “wê” nîn e, “wî” ye, Xwedê wek mê (muennes /feminine) nîşandayîn jî “kufr” e. De were ji navê derkeve.'



24.10.2013 01:51 | endazer

2. rewşa xweşbûnê ye.



04.11.2013 13:05 | biruya hayao miyazaki

3. evîndarî Hetîketî ye.



05.04.2016 02:15 | gumgumok

4. evîndarî meriv dike xewn û xeyalên xweş evîndarî bî vî awhayî xweşe, lê xewnû xeyal kêm cara dibin rastî a ev nêxweşe * ger meriv bê xapandin û filan û bêvana qet nepirsin eşqa dila di virde zorê dide meriv * meriv ji hezkirinê dide tobe kirin lê belê dîsa dilê meriv tije hizkirine bi xwe nikare berxwe nakebe, pozê wî naşewite tobeya xwe dîsa xerab dike hînî kûçiksanîyê bûye... werhasil evîndarî meriv leqay bela xwe were xweşe * wekî din zore zehmete..

(bnr: hişş başkan)



05.04.2016 02:41 | shorbevan

5. Kê ev îcada derxistiye serê mirovahiyê, bila xwedê bela xwe bidê * *
kuro ev çi ye!
milet har bû idî *



06.12.2017 00:24 | bûtîmar

6. Evîndarî tevde edeb e, Terbiye ye.



06.12.2017 00:35 | gumgumok

7. Bi min evîn xeyalên xweş kirin e. Piştî demekê dimire.



23.10.2022 00:42 ~00:43 | bayê xerbî

8. Nîv dînîtî ye. mela xelîlê sêrtî



29.01.2024 15:35 ~15:36 | xabûrî

9. ger evîndariyê biyolojîk be, ev zindan e.
nahêle mirov bi serê xwe yekî bibîne. nexweşiyeke zordest e ku jiyanê şor dike. fersendên mirov dûr dixe.



29.01.2024 23:53 | ciwanzêr

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» evîndarî

Kategoriyên mijarê:: jiyan tekili
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî