Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
elîxan loran - tirşik
elîxan loran
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. helbestkar û senarîst e. di reşemiya 1984'an de li Dêrika Çiyayê Mazî hatiye dinê. Helbestên wî di kovarên wekî Kulîlka Ciwan û Kovara W de hatine weşandin.

Di sala 2006'an de wekî endamê Komeleya Karger dest bi wergera Linux Ubuntu kir. Di nav komên Kargerê yên komputergeriya kurdî de cih girt. ji hejmara 25'an heta 39'an edîtoriya Kovara W'yê kir. pirtûka wî ya helbestÊ "defter" di 2012'an de ji lîsê derçû.

şeytanê helbestÊ ye. di hemû helbestên xwe de şeytaniya peyv û teknîkan dike. di helbestên xwe de aciz e, (lÊ ew bi xwe dibêje "kurdînûs tim aciz in, lê heta pişta mala xudê mafdar in") rexneyên zirav xemla poetîkaya wî ne. ev jî helbesteke wî ye:

Heke Tiberik e Çûyîn Heq e



Werîsê min warîsê min e, bi çend werîsan bi wê de wî jî veşerin!

Zeman tewanga esmên e, zenkirina zemên e ‘emrê li taldeyan

Beniyên min ên xadim diçilpînin min, hêsa nabim, mixabin

Li min ho vede gede, bi destê te hinneyê dax dikin!



Li ber pencereyan payîz payîn e, çivîkek xwe dide çivan

Çivdan jî bac e, te dît ev pencere û dîbace?

Bi dû re, bestwergirtin û hestwergirtin e

Ligel vê berawirdkirina berra û beravêtî



Çemê derbirrînê derbarê dendikê jehrê ye

Lêva min a dengbêjî dergûşek e ji xwekifşkirinê re



Nexwe tiberik e, heq e, telqîna bi ser çeqeçeq e

Xwe beqa nakim, ev jî huşbûna bi hemd û hêlan e



Gulan 2010



25.10.2013 04:33 | zero

2. ev jî gotara înano lo (înan eroglu) ye di derbarê "def û ter"a elîxan loran de:

http://www.kurdigeh.com/details.aspx?an=271



25.10.2013 04:36 | zero

3. helbestvaniya wî biçekî dişibe ya ah muhsin ünlü.. peyvên xweşik, şayîk û têra xwe karîzma li hev tîne û di berê hev de radizîne carinan tiştinên baş li ser bêjinga dikevin lê gelek caran jî tiştên pûş û beredayî..



28.10.2013 00:55 | endazer

4. baş e, lê gotin ku deste xwe ji helbestê kişandiye.

heyf



11.03.2014 22:28 | bavê salih

5. helbestkarê berê, niha ketiye di bin barê esnafiyê re*

li amedê bi navê cafeya asoyê/aso cafe cafeyek vekiriye..

çend car min derfet dît û çûm amedê, di her çûyînê de çend car çûm û li cafeya camêr rûniştim, min şerm û fedî dikir ku jê çayê bixwazim, pirr henûn, mutewazî û dilgerm e...



10.01.2015 21:16 | ferhenga şikestî

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» elîxan loran

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi niviskarhlbstvn
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî