Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
fînala leyla ile mecnun - tirşik
fînala leyla ile mecnun
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. fînala ku heta niha min yeke evqas baş li tu rêzefîlmek tirkan de nedîtiye. bi rastî destê senarîst sax be.

duh bi weşana beşa yekemîn ya ben de özledimê, hat aşkerekirin.

pêşîn de bibêjim gelekî dahiyane ye. ji vir pêve dibe spoiler;



-----spoiler---



li gorî senaryoyê eslê xwe de henû senaryoya leyla ile mecnunê bi tevahî xeyalên mecnûn in. ev fînal weke fînalek klasîk xuya dike lê belê ne wisa ye. li gorî senaryoyê, mecnûn dema li dibistana seretayî ye rastî qezayeke trafîkê tê û kontrola laşê xwe komple wenda dike. dikare bibîbe, bifikire, û bibihîse lê qet nikare bilive. (bnr: paraplejî)

diya wî ji ber vî rewşa wî rojekê jê dikerixe û dev jê berdide. loma rêzefîlmê de jî piştî çend sezonan diya wî ji malê diçe. ji ber vê rewşa xwe tekane tişta ku dikare bike, xeyalkirin e. xeyalên wî de, yavuzê diz, eslê xwe de dareke li baxçeyê wan e. bavê wî vê darê diçîne û navê yavuz lê dike. ji ber ku siya darê her tim ji paceya odeyê dikeve hundir, mecnûn vî darî weke dizek difikire. jixwe rêzefîlmê de jî yavuz tu caran ji deriyan nayê hundir, her tim ji paceyê dikeve hundir. erdal bakkal, eslê xwe de tenê xwêdankek e weke bîbloyê ye. dema sîparîşên ji bakkal tên û bavê wî ji mecnûn re xwarinê amade bike li ser sofreyê ev xwêdanka di şeklê erdal bakkal de jî tê. dîsa ev jî lêanîneke mecnûn e.

kurikê biçûk, kaan jî dîsa hevaleke wî yê ji dibistanê yeî rêzefîlmê de ev zarok qet mezin nabe û her tim bi cilên dibistanê ye, ji ber ku hevalê wî di aqlê wî de her tim wisa maye.

kaloyê rîspî (ak sakallı dede), eslê xwe de doktor e û qopalê wî jî eslê xwe de derziyê doktor e. derziyê doktor yanî qopala kaloyê rîspî, laşê mecnun de li hemberî mîkroban, yanî hemberî karabasan şer dike û mecnun diparêze.

leyla, hezkiriya yekemîn ya mecun e ku qet pê re neaxaftiye. paşê êdî televîzyonê de jî kê bibîne û jê hez bike navê wê dike leyla û jê hez dike.

ismail abi, eslê xwe de masî ye. masiyê japonan ku çavên wan mezin e. di akvaryumê de, her tim di nav avê de ye û li mecnun wer tê ku dema jê re bibêje ismail abi; masî lê dinêre. ji ber ku pulên masiyan heye loma diçûrisin, ismail abi jî her tim cilên wisa li xwe dike. ji ber ku masî roja ewil de dimire, dilê mecnun de her tim ji bo vî masiyî, yanî ji bo ismail abi, êşek heye.

az sakallı dede jî kitik e, pisik e. loma ji her derî derdikeve û her tiştî dixwe.



-----spoiler--



26.10.2013 14:17 | simurg56

2. fÎnala wÊ ma di dilÊ me de. FÎnal bi fÎlmekÎ çÊkiribana zehf baş bÛ.



17.07.2014 14:20 | xwelî li ser

3. pir baş bu û min qet ewqas hêvî nedikir. bi rastî bi filmekê bihata tacîdarkirin wê baş buya.



17.07.2014 16:18 | azadixwaz

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» fînala leyla ile mecnun
» leyla xan
» mecnun ç.

Kategoriyên mijarê:: sinemaflm
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî